Til Temir – Çîroka Sara Cûma ya ku li gundê Ên El-Ebid li bajarokê Qibûr Qerajina yê bajarê Til Temirê, Kantona Cizîrê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dayika xwe re dijî hêjayî zanînê ye. Sara ji ber di zaroktiya xwe de rastî bûyereke bi êş hatiye, jiyana wê veguheriye têkoşîna ku di 13 saliyê de dest pê kiriye, îro jî temenê wê 28 salî ye.
Sara îro hem dirûtinê dike, hem jî firoşkar e. Sara piştî ku dest bi dirûtinê dike, hinek pere komî ser hev dike odeyeke biçûk ji mala xwe vediguherîne firoşgeha firotina pêwîstiyên mal û zarokan ji xwarinê û lixwekirinê.
Beriya ku em axaftin, peyam û serpêhatiya Sara ji xwîneran re vebêjin, pêwîst e her jin bizanibe çawa çîroka jiyana xwe binivîsîne û bibe lehenga wê çîrokê, rola mexdûriyetê qet ji xwe re nepejirîne. Ji ber Sara dibe mexdûra urf û adetên civakî lê dizane riyeke çawa ji bo xwe hilbijêre.
‘Min jî xwest weke birayên xwe biçim dibistanê’
Sara Cûma destpêkê ji me re behsa bûyera ku di 13 saliya xwe de jiyaye û bûye sedema guherîna jiyana wê kir û wiha got: “Min gelek ji xwendin û dibistanê hez dikir, min hewl da malbat qebûl bike ku ez jî weke birayên xwe biçim dibistanê lê nehiştin. Ji bo ku em ji wan re li çolan kar bikin, nehiştin em xeyalên xwe yên çûyîna dibistanê pêk bînin. Di 13 saliya xwe de dema ku min kevirên reş bar dikir, kamyona barhilgir dema ku vedigeriya li min qelibî, lingê min di bin de ma. Ji vir heta Şam û Heleb, du mehan em çûn hatin li bijîşkan geriyan lê çênebû, herî dawî lingê min ê rastê jêkirin.”
‘Min dixwest weke her kesê bimeşim bilîzim û govendê bigrim’
Sara Cûma got ku ew di pêvajoyeke zehmet re derbas bûye û zaroktiya wê ji zarokatî û ciwanbûna derdorê cuda bûye û wiha gotinên xwe domand: “Gelek zor bû ew pêvajo, ji civaka xwe min piştgiriya derûnî nedît berovajî wê her dem ez kêm didîtim. Min jî dixwest ez weke her kesê bimeşim, bilîzim û govendê bigrim lê bi demê re, min xwe hînî vê rewşê kir û biryara domandina jiyanê da.”
Sara li ser hewldanên ji bo lingên protez jî wiha dibêje: “Carekê min lingek protez çêkir, zêdeyî 6 mehan ez pê dimeşiyam bêyî ku pêwîstiyê bi gopalan bibînim. Li gorî bijîşkan diviyabû ez lingê xwe zêde newestînim lê ji kêfxweşiyê, wê demê ez çûm karê çolê û min pembo diçinî û kemûn berhev dikir. Ji ber wê kêfxweşiya min di nîvî de ma, lingê min zirar dît û neçar mam careke din gopalan bi kar bînim. Careke din jî min lingekî protez çêkir lê piştî 15 rojan xira bû, niha ez bi gopalan dimeşim. Demên pêş ez ê careke din serî li rêxistina tenduristiyê bidim ji bo ku lingekî nû ji xwe re çêbikim. Ji ber ku ez êdî bi temen mezin im û dirêj dibim, ev yek zirarê li stûna pişta min dike ku niha pişta min xûz bûye.”
Bi alîkariya Jinên Ciwan Sara xewna xwe ya dirûtinê dike rastî
Sara Cûma got vê carê wê biryara ji bo çarenûsa xwe li gorî nêrîna bira û civakê nedaye û bi ya xwe kiriye û wiha domand: “Bêguman tu mirov bê xeyal û daxwaz di vê jiyanê de tune ye. Ji lewre daxwaza min a piştî xwendinê dirûtin bû, min xwest ez bibim terzî lê dîsa jî birayên min daxwaza min red kirin. Piştî hewldanan min bi ya xwe kir, ji ber ku bi rastî jî ez nekim wê kesek ji bo min tiştekî neke. Ez li bajêr 4 mehan beriya 4 salan, beşdarî dewreya dirûtinê ya ku ji hêla Tevgera Jinên Ciwan ve hatibû destpêkirin, bûm. Ruxmî ku min xwendin û nivîsandinê nizanibû ez bi ser ketim û hosta matmayî man. Ji min re ne zehmet e, ji ber ez hez dikim bikim û niha ez dirûtinê dikim.”
‘Pêwîst e her jin xwedî pîşe be’
Sara Cûma dibêje ku ji ber rewşa ku herêm tê de ye û her kêlî rewş diguhere ew ne xwedî hedefek e mezin e û wiha pêl da gotinên xwe: “Mirov nikare pêşeroja xwe diyar bike, ji ber rewş kêlî bi kêlî diguhere lê jin bihêz e. Ji ber wê tenê tu dikarî careke din xwe li ser piyan bigrî. Ya herî girîng ew ku her jin xwedî pîşe be.”
‘Her jin xwedî çîrok e divê em çîrokên xwe baş binivîsînin’
Sara Cûma wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gopal du hevalên min ên 15 salan in. Berî demekê min li Qamişloyê qeza derbas kir, meh û nîvek ez li erdê mam ji ber 4 hestiyên pişta min şikestin. Wê çaxê min ji xwe re digot bila her du lingên min nebin lê ez ne li ser piştê bim. Piştî meh û nîvek ji cebirandina pişta xwe, careke din ez rabûm ser piyan. Kêliya ku ez rabûm min gopalên xwe hembêz û maçî kir û bi ser wan de giriyam. Niha rast e ez bi gopalan dimeşim lê dikarim bi van gopalan dîlanê bigrim û her kesê li dora min jî matmayî dimîne ji govenda min. Li kêleka wê jî ez nanê sêlê û tenûrê jî çêdikim û her karî dikim. Divê ku mirov xwedî bawerî be, tu ji xwe ne bawer bî tu yê zû bikevî, tu li ser lingên xwe jî bî. Her jin xwedî çîrokek e divê çîrokên xwe baş binivîsîne.”
Çavkanî: Nûjinha