ŞENGAL- Li navenda ciwanan ya Dohola, li herêma Şengalê, ji aliyê Yekîtîya Ciwanên Êzidxanê ve perwerdeyekê sê rojan li ser navê Şehîd Tolhildan Qendîl hat lidarxistin. 20 ciwanên ji gundên Dohola, Borik û Guhbel beşdarê perwerde bûn. Di perwerdê de di nav sê rojan de ser çand û exlaqê şoreşgerî, giringiya perwerde û rexistinbûyîn, rastîya şehîdan û Rebertî hat dayîn. Ev perwerde ji bo pêşxistina û rêxistinkirina ciwanan bû derfetekê mezin.
Di vê perwerdeyê de cihekî taybet hat dayin ji bo Şehîdên Dohola, Şehîd Pîr Çeko, Şehîd Pîran, Şehîd Têkoşer û Şehîd Agît ku bi têkoşîna xwe bûn pêşengtiyên Êzidxanê. Her wiha jiyan û tekoşîna Şehid Tolhildan Qandîl ku jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiyê da hat behs kirin.
Ciwan soza şopandina rêya şehîdan dan.