DERÎK- Doh danê êvarê Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Kantona Qamişlo, bi boneya nêzbûna salvegera 1’emîn a şehadeta Vejîn Jiyan û Waed El Xeluf, li ser gorê şehîd Vejîn ya li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrîk merasîmekî li darxistin. Ciwanên Qamişlo, Tirbêspî, Çilaxa, Girkê Lêge, Til Koçer, Til Hemîs û Dêrîkê û endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan ên Dêrîkê beşdarî bîranînê bûn.
Bi pêşengtiya jinên ciwan ku wêneyên şehîd Vejîn Jiyan û şehîd Waed El Xelûf hildan, bi dehan kes li ber goristana şehîdan kom bûn û ber bi gorê şehîd Vejîn Jiyan meşiyan. Dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Vejîn Namire” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bê navber hatin berz kirin. Li ber gorê wê mûm hatin pêxistin û deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdên doza azadiyê hat rawestandin.
Piştî wê, dayika şehîd Hevrîn Xelef, li ser navê malbata şehîd Vejîn Jiyan axivî û diyar kir ku şehîd Vejîn şehîdê 4’emîn ê malbatê, lê rûxmê wê malbata wê hîn jî di nava tevgera azadiyê de cih digire. Her wiha, hemû kes ku bi fikirê Rêber Apo ji bo azadiyê têdikoşin pîroz kir û destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya hemû gelen bindest bi xwe re tîne. Di dawiyê axaftinê de dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” hat berz kirin.
Bîranîn bi çandina çîçekan li ser gorê şehîd Vejîn bi dawî bû.