ŞEHBA- Di meşa li gundê Til Sosin ê bajarokê Ehdasê hatiye lidarxistin de bi hezaran koçberên Efrîn, xelkê Şehbayê û nûnerên ji deste û meclisan beşdar bûn.
Beşdaran wêneyên Rêber APO û pankartên ˊDem dema azadiyê yeˊ ûˊAzadiya Rêbertî çareseriya doza Kurdî yeˊ hildan.
Meş ji çatrêya Kefer Garis heta bi pêş navenda Desteya Rêveberiyên Herêmî li gundê Til Sosin ê bajarokê Ehdas ê kantona Efrîn û Şehbayê dest pê kir. Li wir vegerî mîtingê.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê Hisên Berko axivî û tecrîda li ser Rêber APO û êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tevkariya PDKˊê şermezar kirin.
Berko ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga bilindkirina têkoşînê kir.
Meş bi diruşma ˊBê Serok Jiyan Nabeˊ bi dawî bû.