NAVENDA NÛÇEYAN –
“Ev tevger bi janên tirsnak, bi îşkenceyê, bi xwîna şehîdan hatiye hunandin. Giyan, ruh û roja her kesî ye. Ger
pênaseya vê tevgerê neyê fêmkirin; divê bi cangorî û hurmetek mezin, hemû jêhatî di nav de bên zindîkirin.
Mirov hew li ser vî bingehî dikare xwe bibîne, bibe xwediyê hêz û quwetê.” Rêber APO (21.Hezîran 1994)
Ciwan û Jinên Ciwan di Tevgera Azadiya Kurdistanê de herdem cihê xwe girtin û pêşengtiya gelê xwe û tekoşîna azadiya Rêberê xwe kirinê.
Taybet di meha Tirmehê de aliyê Ciwanan de berdelên pir giran hatin dayin û pêşengên herî berxwedêr û xwedî taybetmendiyên militaniya Apoyî canê xwe ji bo azadiya gel û Rêbertî dan.
Di avakirina şoreşa Rojava de jî ciwan xwedî taybetmediyên pêşeng û kedkar cihê xwe girtine û bi wî rengî li hember hêzen paşverû û hov tekoşîn meşandin û gelê xwe rexistin kirin. Yek ji wan jî Çekdar Amed ku di 3ê Tirmêha 2012 li Efrînê şehîd ket. Aliyê din de Şehîd Bêrîtan, Şehîd Canfeda jî ji bo gelê xwe tekoşiyan û di 27 Tirmêha 2013 li Çilaxa şehid ketin. Wek fedayiyek Hogir Xebatkar cihê xwe di vê şoreşê de girt û canê xwe ji bo azadiya gelê xwe da.
Dema ku Rêber APO ji bo parastina Kobanê got berê xwe bidin Kobanê, taybet ciwan xwedî vî bangawaziyê derketin û berê xwe dan Kobanê ku di bin dorpeça çeteyên DAİŞ’ê de bû. Gelên welatparêz û ciwan li hember êrîşên giran şer kirin. Di wî şerê de Xeyrî Botan di 7’ê Tirmêhe di sala 2014 şehîd ket.
Piştî şerê Kobanê berxwedaniyek mezin li Bakurê Kurdistanê despê kir. Di berxwedaniya reverberiyên Xweser de taybet bi peşengtiya ciwanan de destpêkiribû, Heval Gelhat Gever li hember tank û topên dewleta Tirk a faşîst berxweda û di Tirmehê 2015 şehîd ket.
Dema ku hêzen dagirker ya dewleta Tirk bi çeteyên xwe êrîşî herema Efrînê kirin, ciwan ji bo parastina Efrînê di seferberiyê cihê xwe girtin. Di nav wî şerê giran û dijwar de jî Heval Brûsk Baran, Garzan Efrîn û Hawar Şêrawa li Efrîn şehîd bûn. Ev ciwan nayên ji bîr kirin û wê bibin bingehê parastina şoreşê û tekoşîna azadiya gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn.
Di 7’ê Tirmehê 2018’an de li Colemêrgê fermandara Ciwanan rêheval Baran Mawa di bin pevçûnê de li hember leşkerên dagirkeran a dewleta Tirk bi 6 hevalên xwe re şehîd ket.
Şehîdê yekemin ya hêzen hawayî ku ji aliyê gerilayên azadiya Kurdistan di nû avakirina gerîlayên serdemê hatin rexistinkirin Doğa Zilan ku di 12. Tirmêhê 2020 li Hefatanin şehîd ket. Heval Doğa berê jî di nava kar û xebatên ciwanan de kedekî mezin dabû û piştre derbasî hêzen leşkerî bibû.
Sala 2022 jî salekê tijî bû. Gerîlayên Azadiya Kurdistan di qaden Berxwedane de li hember leşkerên Tirk a dagirker û silahên qedexekirî heya îro berxwedidin û çalakiyên li hember wan leşkeran pêk tînin. Di wê şerê de jî pir hevalên ku berê cihê xwe li xebatên ciwanan de girtîbûn şehîd ketin.
Yek ji wan jî Vorîn Qesasê Welat ku di Hêzen Taybet de cih girtî bû. Heval Vorîn di Herêmen Parastina Medya şehîd ket. Rêheval Destan Rûstem Cudî weke jinekê ciwan ku li Kobanê dayik bû xwedî taybetmendiyên berxweder di hêzen YJA Star li Zap cihê xwe girtîbû û di 1’ê Tirmêhe 2022 tevlî refên nemiran bû. Heval Seher Denîz wekî Jinek ciwanê Kurd li Ewropa tevlî dibe û li Zap di Hezên Taybet de cihê xwe digre û di 18’ê Tirmehê canê xwe ji bo gelê xwe dide. Heval Mardîn Penaber jî ku ji Wargeha Şehîd Rustem Cudî ya Mexmûrê dayik bûye û bi çanda welatparezî û berxweder mezin bûye wek gerîlayek YJA Star li qada Metîna de cihê xwe girt û di 4’ê Tirmehê de encama êrîşên hewayî de 2022 şehîd ket.
Di 25’ê Tirmehê rêheval Berçem Herekol Şirvan ku berê di xebatê Jinên Ciwan de xwedî rol û misyon bû di wek gerîlayekê YJA Star li Bakurê Kurdistanê de eyalata Serhedê şehîd dikeve.
Reheval Ozgur Ronî û Armanc Cemre li hember êrîşên dijmin a hov heta dawî tedikoşin û bi 2 hevalen xwe di Herêmen Parastina Medya de şehîd dikevin.
Heval Bişeng Brûsk û Sara Hogir Riha ku asta reverberiyê di xebatên Jinên Ciwan û Ciwanan dikirin û hezaran ciwanan ji bo armanca tekoşînê rexistinkirin di 28’ê Tirmehê de encama êrîşên hewayî şehîd dikevin û mirasekê mezin ji bo ciwan û jinên ciwanan hiştin.
Mirasa wan giştî hevalan ji bo her ciwanek, ji bo her jinek ciwan wê bibe sedema xurtkirina rexistinê, sedema bihêzkirina tekoşînê, sedema Tolhildanê bi mezinbûna ciwanan û tekoşîna azadiyê.