NAVENDA NÛÇEYAN- Çilmisandina gulê ne sûcê wê ye, ji ber ku ji derve de desteke dirêjî wê dibe û dixwaze bedewiya wê ji xwe re bibe û xwe pê bixemilîne, di wê weşandin û çilmisandinê de dibe ku destdirêj şerm bike; ger şerm nekir jî ewê tu carî şa nebe, ji ber gula di destî wî de nema zindî dibe.
Stran negotina bilbilan ne sûcê wane, ji ber ku di qefesan de hatine girtin û detsdirêj dixwazin bi tena xwe li wî awazî guhdar bike, lê belkî ji bêdengiya bilbilan poşman bibe; ger nebe jî ewê ti caran kêfxweş nebin, ji ber ku bilbil tenê di ezmanan de û bi firîneke azad ve çîvçîv dike.
Sekinîna avê ne şaşitiya wê ye, ji ber çavên birçî ji bo ku wê xweşikahiyê bikin ayidê xwe jê re bi dehan bend lêkirine. Lê ewê qet negihêjin armanca xwe ji ber rawestandina avê ewê genîbûnê bi xwe re bîne, bixwzibin jî ewê êdî dengê wê xurexurê nebihîzin.
Li ser çiya jiyan kirin jî pişta xwe saxlem kirin e. Lê ti carî ji dijmin re nebûye pişt, tevî ku burc û kelehan pêşkêşî lutkeyên çiyayên me dikin jî, lê çiya tu carî qebûl nekiriye û ew neparastine. Her wiha ewê qebûl neke û neparêze jî. Gelo sedema vê çiye? Rastî eve ku çiya tirsê ranake, ew wêrek û serbilinde, bilindahî jî tenê kesên bilind digire ser zîrweyên xwe. Çiyayên me tenê kesên azad hembêz dike, di dergûşa xwe de wan mezin dike û ji neyaran re jî dibe reş goristan.
Şehadeta me jî ne şerme ne jî sûcê me ye. Belkî tenê sûcekî me dibînin, ew jî eve ku (em Kurdin û xwedî welatekî dîrokî û dewlemendin). Lê şerê me û şehadeta me jî nîşan dide ku em zarokên vê axê ne; li şuna ku em destdirêjî bikin, bi xwînê av didin, em ti tiştî bi zorê nagirin lê azadiyê didin. Em mirinê çênakin, zindîbûnê difirînin, ranawestînin, herikînê pêş dixin. Em Kurdin natirsin, mêrxasiyê belav dikin. Em şehîdin namirin.
Şehîdên me yên qada Metînayê jî wek ronahiya jiyanê ewê her dem pêşiya me ronî bikin.
Ew kîjan dil bû ku dikarîbû di sînga xwe de, di wê qefesa teng de heşt dilên ku hezkirina gerdûnekê dihewandin hilgire nava xwe?
Gelo ew kîjan dile? Yan jî dilek heye ku dikare li beramberî lehengiya heştan ne sekine?
Ew kîjan çav bûn ku bi wî hecmê xwe xemla cîhanekê di heşt çavan de dîtibûn û ronahî li ser milyonan çav belav dikirin?
Gelo ew kîjan çavin yan jî çav hene ku bikaribin li beramberî xweşikbûna heştan ronahiya xwe wenda nekin?
Dîrok di nava deh rojan de rûpelên xwe bi tîpên zêrîn xemiland, di pirtûka xwe ya lehengî û egîdiyê de navê heştan neqişand.
Rûpelek bû Herekol, yek bû Rojda, yekê navê xwe kir Serhildan, yekê jî kir Ferhad, yeka din xwe lê zêde kir û navê wê bû Avêsta. Rûpelekê nivîsand Şoreş, yekê jî xwe xemiland bi navê Viyan, yekê jî zêde kir û got min jî navê xwe kir Bawer.
Dîrokê bang li gelê Kurd kir got binêrin ka çi kirin ji min van canên ciwan,
Serbilind bin ewin rastiya şerkeriya we Kurdan,
Min îro lênûsa xwe neqişand û axa we jî hembêzkir heşt evîndarên xwe
Dibêjin evîndar bi dîtina yaran sermest dibin, can didin
Lê ew kîjan evînadarin ku ax jî sermest kirine
Dibêjin evîndar gelek caran negihane hev
Lê ew kîjan evînadar bûn ku ji bo yara xwe şer kirin û îro bi rûyekî dev li ken evîna xwe hembêz kirine
Cardin dibêjin evîndar bi şerkeriya xwe çêbûne û xwe di ber de feda kirine çûne
Lê ez dîsa pirs dikim, ew kîjan evîndarin ku bi çûyîna xwe re navên xwe hiştine, tovên nû çandine?
Dibêjin evîndar di ber evînekê de canên xwe dane
Lê gelo ew kîjan evine ku bi hezaran can xwe di ber de feda kirine
Gelo ma evîna însanekî wisa li mirov dike,yan jî evîna insana ne ku dilên evîndaran hembêz dike
Dixwazim bizanibim, ma gelo evîna rast eve, yan evîna heştan e, heşt rêhevalên ku evîndarê axê bûn, heşt stêrkên ku ronahiya dilê evîndarên ciwan ên ku nû riya evînê nas dikirin bûn. Ma ne evîna rast eve?
Xaka Kurdistanê baskên xwe vekiriye û pêşwaziya evîndarên xwe dike
Dayikek bi keça xwe û bûkaniya wê şa dibe, dayikek bi kurê xwe û zavatiya wî şa dibe
Lê îro heşt dayikan bûk û zavayên xwe xemilandin
Ma ewê kî ji wê evîndarê hesûd nebe bi wê dildariya wê.
Beko ewanên serdemê dibêjin ew negihane evîna xwe, ji bo wê şer kirin, lê îro laşên wan cemidî û sar e, kulmek ax tuneye ku wê xweşikbûyînê bistirîne ji çavan
Lê ji bîr kirine ku ew evîndarên rasteqînin ku bi helandina goşt û hestî ve xwe digihînin yara xwe.
Ev serê çend şevane ezman bi ronahiyeke muezem pesnê xwe dide
Hemû çavên ku beriya xilmaş bibin û bikevin nava xewn û xeyalan li wê ronahiyê bi heyranî û matmayinê temşe dikirin
Di mejî û dilên xwe de gelek pirs dikirin
Gelo ev çi ronahiyeke ku mirovan ber bi xwe ve dikşîne?
Gelo ezman çima wisa serbilind bûye û neqşîne?
Lê tenê heşt stêrk xuya dikin, ma ronahiya heştan çawa dikare dinyayê ronî bike
Belê îro heşt stêrk li ezmanê welatê min zêde bûn
Şewqa li ezman ronahiya dilê heştan bû
Stêrkan ji ber ronahiya wan şerim kirin, ji ber xweşikbûna wan xwe bêdeng kirin
Lê ew bi mange şevê re jî ketibûn pêşbirkê
Heyva berfîn ku her kes dildarê wê dibû
Lê îro ji ber çelengbûna heştan şermîn bû
Nizanîbû ku ew egîd û cengawerên gelan bûn
Nizanîbû ku ew pêşengên şerên giran bûn
Nizanîbû ku ew rêwiyên azadiyê bûn
Û îro jî berê rêwîtiya wan li ezman bû
Bi ruyekî devliken gotin em hatine bi temamî, lê rêya me berdewam e
Emê ronî bikin riya rêhevalên xwe ev erka me pêşengane
Ezman jî bi kêfxweşî cih da wan, bi serfirazî got hun bixêr hatine, êdî mala we ezmane
Êdî bila her kes bizanibe ku raz û sirê bedewiya li ezman hebûna heştane.
Çavlanî: YJA-STAR.com