NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên li bajarên Kobanê, Reqa û Qamişlo, Şehîd Vejîn Jiyan û Şehîd Wehîd El Xelef ku par li Rojava şehîd bibûn û fermandarên ciwanan Şehîd Bişeng Brûsk û Şehîd Sara Hogir Riha ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn, di yekemîn salvegera şehadeta xwe de hatin bîranîn.
Li Kobanê wêneyên Şehîd Vejîn, Şehîd Sara û Şehîd Bişeng ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve li ser dîwaran hatin xêzkirin û li kêleka wêneyên wan “Şehîdên me xwediyên rastî yên jiyana bedew in” hate nivîsandin.
Li bajarê Reqayê Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo bîranîna şehîdên jin ên ciwan li stadyuma şaredariyê hatin cem hev û di derbarê jiyana her çar şehîd de semîner hat dayîn her wiha jinên ciwan dîmena ku ji bo her çar şehîd hatiye amadekirin temaşekirin. Bîranîn bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.
Li bajarê Qamişlo ji bo her 4 şehîdan, ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Di bîranînê de li ber wêneyên şehîdan mûm hatin pêxistin. Piştre behsa têkoşîna şehîdan hat kirin û sînevîzyona ji bo şehîdan hatibû amadekirin hate temaşekirin. Bîranîn bi dirûşmeyên Şehîd Namirin û Jin Jiyan Azadî bi dawî bû.