NAVENDA NÛÇEYAN- Yekîtiya Jinên Ciwan û Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a bajarên Minbic , Dirbêsiyê, Til-Birak û Hesekê li hember bêdengiya navnetewî ya li hember tecrîda ser Serokatî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û xiyaneta Barzaniyan daxuyanî dan.
Di daxuyanîyan da hat ziman ku:
“Li Îmraliyê hember Rêberê Gelan Rêber APO tecrîdekî girankirî heye û ev yek pir eşkere ye. Rûxmê vê rastiyê jî sazîyên cîhanî yên ku qaşo mafê mirovan diparêzin, li hember vê işkenceyê bêdeng in. Em vê bêdengiya ku rê li ber îşkenceyê vedike û tecrîdê girantir dike şermezar dikin.
Her wuha dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşan ve dixwaze tevahî Kurdistanê dagir bike. Mala Barzanî yanî PDK jî hewl dide ruhê şoreşê û serhildanê ya li seranserê Kurdistanê ji holê rake û ji bo berjewendiyên xwe yên madî ketiye xizmeta dewletên dagîrker, alîkariya lojîstîk jê re pêşkêş dike, baregehên xwe li nav xaka Başûrê Kurdistanê ava dike, gundên Kurdan vala dike û gerîlayan hedef digire.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî hat kirin ku xwedî li erkê xwe derkevin. Her wiha bang li alî û partiyên Kurdî jî hat kirin ku ji bo şerê birakujiyê nebin destek, li hember planên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û siyasetên radestkirina Herêma Başûrê Kurdistanê ji bo dagirkeriya Tirk, eşkere bikin.
Daxûyanî bi diruşmeyên “Na Ji Îxanetê Rê” bidawî bû.