NAVENDA NUÇEYAN- Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk bi boneya salvegera 12’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi dirûşma “Li ser şopa şoreşa ciwan û jinan ber bi Sûriya demokratîk, pirreng û nenavendî ve” li avahiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya bajarê Hesekê paneleke diyalogê li dar xist.
Di panelê de nûnerên rêxistinên ciwanan ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji hundir û rojavayê bakurê Sûriyeyê beşdar bûn.
Panel ji 2 mijarên sereke pêk hat. A yekemîn bi navê “rola ciwanan di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de” bû. Mijar ji aliyê hevserokê Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Nasir Nasir ve hat nîqaşkirin. Nasir bal kişand ser rewşa ciwanan di bin zordestiya pergalên Sûriyeyê de bi taybetî di serdema desthilata Baasê de.
Her wiha Nasir behsa rola ciwanan di serhildana 2011’an de û hewldana bikaranîna ciwanan ji bo pêkanîna berjewendiyên derve kir.
Nasir îşaret bi rola ciwanan di Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an de û diyar kir çawa ciwanan di hemû qadan de pêşengtiya şoreşê kir û çawa ciwan di bin siya hevpeymana civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bûn xwedî maf û nûnertî.
Di mijara duyemîn de rêvebera Meclisa Ciwanên Ermen Losnak Teteryan teqezî bi girîngiya parastina destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê da û destnîşan kir ku erkê parastinê li ser milê ciwanan e, ku parastin jî ne tenê aliyê xwe yê leşkerî ye, aliyên xwe yên zanistî, avakirin û zanabûnê jî hene.
Losnak Teteryan diyar kir ku dema ciwanan erkên xwe pêk anîn, rola xwe baş lîstin dê di encamê de destkeftiyên ku wan bi dest xistine jî, werin parastin.
Beşdaran li ser her du mijaran nêrînên xwe parve kirin û got çawa rola ciwanan di tevgera gelê Sûriyeyê û di Şoreşa 19ˊê Tîrmehê de hebû divê rola xwe di avakirina Sûriya pêşerojê de jî hebe.
Di dawiya panelê de encamname hat dayîn û ji hêla hevseroka Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Lîna El Zahir ve hat xwendina û wiha ye:
1- Em xwe li gorî projeya neteweya demokratîk a ku xwe dispêre bingeha rexne û rexnedayînê, xwe bi rêxistin bikin.
2- Biserxistina şoreşê, belavkirina fikrê wê li seranserî deverên Sûriyeyê li gorî rewşa her deverekê, erka me ye.
3- Em asta têkoşîna xwe li gorî asta hêviyên ciwanên Sûriyeyê, bilind bikin.
4- Xurtkirina çanda girêdana niştîmanî di nav ciwanan de.
5- Xebitîna bi partî û rêxistinên ciwanan re ji bo berfirehkirina rêxistinkirina siyasî ya ciwanan li bakurê rojavayê Sûriyeyê.
6- Xebitîna ji bo pêkanîna modela Rêveberiya Xweser li seranserî Sûriyeyê bi rêya xurtkirina çanda siyasî ya ciwanên Sûriyeyê.
7- Avakirina komîteyên taybet ji bo têkiliya bi ciwanên Sûriyeyê yên li diyasporê re.
8- Pêşkêşkirina alîkariya manewî ji bo malbatên şehîdan bi rêya serdan û çalakiyan.
9- Domandina lidarxistina panelên perwerdekirin û hişyarkirina ciwanan û parastina wan ji diyardeyên penaberî û bikaranîna narkotîkê.