NAVENDA NÛÇEYAN- HBDH bi daxuyaniyekî nivîskî eşkere kir ku li hemberî dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê wekî çalakiya bersivdayînê li Gebzê agir berdane febrîqayekî vezivirandinê. HBDH wuha got “Banga me ji hemû gelê me re ev e; Di nav refên Şoreşa Yekgirtî de xwe birêxistin bikin! Ji faşîzmê hesab bipirsin! Werin em di nava refên HBDH’ê de li dijî faşîzma ku nahêle ciwan dîlanê jî bigrin li ber xwe bidin û ihevre govenda azadiyê bigerînin.”
Hûrgulîyê çalakîyê wuha ye:
HBDH Milîsên Ulaş Adalı; “Me agir berda Fabrîqeya Vezîvirandinê ya Gebzeyê!”
Milîsên HBDH’ê li Gebzeyê li dijî Operasyonên Leşkerî yên li Başurê çalakî kirin
Di 24’ê Tîrmehê saet 15.00’an de li gundê Pelîtlî ya Gebzeyê tesîsa vezîvirandinê ji aliyê Milîsên Ulaş Adalı ve hat şewitandin. Ev çalakiya ku ji bo tolhildana operasyonên leşkerî yên li Başûra Kurdistanê pêk hat, tesîsên vezivirandinê nekarîn bikar bînin.