BEHDÎNAN- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bersiva pirsên Medya Haber TV ên têkildarî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, xiyaneta PDK’ê û geşedanên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û li Sûriyeyê da.
Karasû nerazîbûn nîşan da ku dewleta Tirk hewl dide li ser tecrîda Îmraliyê bazariyê bike û got: “Li ser Rêbertî şantaj li me tê kirin. Ev şantaj hate redkirin. Ev helwesta PKK’ê ye, helwesta Apoyî ye, helwesta Rêbertî û gelê me ye. Ev nîşan dide ku dewleta Tirk tengav bûye. Em hîn tengavtir bikin.”
Karasû anî ziman ku divê li dijî êrîşên dagirkeriyê û xiyanetê bertekek hîn xurttir bê nîşandan, diyar kir ku PDK ji bêdengiyê hêz werdigire û wiha got: “Tişta ku PDK dike, tam namerdî ye, divê ti kes li hemberî vê bêdeng û bêhelwest nemîne.”
‘DEWLETA TIRK JI BER KU TENGAV BÛYE, ŞANTAJÊ DIKE’
Tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dewam dike. Hefteya borî Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat daxuyaniyeke girîng da. Di têkoşîna li dijî tecrîdê de, ev agahî çi wateyê îfade dike?
Agahiya ku heval Besê eşkere kirî, girîng bû. Dema ev agahî gihişt me, bi rastî jî em hêrs bûn. Car din hat fêmkirin ku dewleta Tirk vê tevgerê û Rêber Apo nas nake. Li aliyê din car din hate dîtin ku dewleta Tirk dewleteke şantajê ye. Di rastiyê de şantajekê dike. Li ser Rêbertî şantajê li me dike. Bi gotina, ‘em ê bikin ku bila bi malbata xwe û parêzerên xwe re hevdîtinê bike, lê eger ev tişt bên kirin.’ Yanî ev bi eşkere tê wateya ku ‘em ê nehêlin hevdîtin were kirin’.
Ji ber ku ew pêşniyareke wiha dikin. Bi îhtîmala mezin dizanin ku ev pêşniyar helbet nayê qebûlkirin. Yanî dema ez dibêjim Tevgerê nas nakin, di rastiyê de Tevgerê nas dikin, lê ji bo ku ez diyar bikim pêşniyareke wiha bêexlaqî ye, ez wiha dibêjim. Helbet ev şantaj ji aliyê Tevgera me ve hate redkirin. Ev helwesta PKK’ê ye, helwesta Apoyî ye, helwesta Rêbertî û gelê me ye. Gelekî ku 50 sal in ji bo azadî û demokrasiyê têkoşînê dimeşîne, têkoşîneke bi rûmet dimeşîne, yanî eşkere ye ku ev gel û tevger wê şantajeke wiha red bikin.
Lê ev heye, çima tişteke wiha pêşniyar kirin, nêzîkatiyeke wiha raber dikin? Di rastiyê de ew jî zehmetî dijîn. Me berê got ya, CPT zehmetî dijî, neçar dimîne daxuyaniyan bide. Dewleta Tirk jî zehmetî dijî. Ji ber ku ketiye zehmetiyê, gotin ‘em ê bikin ku hevdîtinê bike, lê divê ev yek werin kirin’ yan jî ‘em ê bikin ku hevdîtinê bike, lê PKK li pêşiya hevdîtinê asteng e’. Di rastiyê de armanceke wî ya wiha jî heye. Yanî di rastiyê de ‘me wê bikira ku bi malbata xwe û parêzeran re hevdîtinê bike, lê PKK’ê red kir’, bi vî rengî hewl didin hişmendiyeke li gorî xwe biafirînin. Helbet evane nêzîkatiyên vale ne. Ev gel, dostên li cîhanê dizanin ku Tevgera me ji bo Rêbertî çiqas hesas in.
Mijara ku em herî zêde lê hesas, Rêbertî ye. Ez dikarim vê jî bi rehetî bêjim. Di dîrokê de ti gel, ti tevger di vê astê de xwedî li Rêbertiya xwe derneketiye. Bi rastî jî asta xwedî derketina li Rêbertiya me, pir bilind e. Helbet tişta ku ev dilsozî afirandî jî, dilsoziya şehîdên me, fedayiyên me ya bi Rêbertî re ye.
CPT JÎ ZEHMETÎ DIJÎ
Tevgera me jî 50 sal in bi dilsoziyeke mezin a bi Rêbertî re, têkoşînê dimeşîne. Tevgera me, piştî Rêbertî hat dîlgirtin jî dilsoziyeke mezin nîşanî Rêbertiya me da. Li ser xeta wî meşiya. Têkildarî vê yekê teredutek herî biçûk jî nîşan neda. Belê, piştî Rêbertiya me hat girtin, tasfiyegerên ji nava me derketin, ferzkirinên bi rengê ‘em xeta Rêbertî berdin’ kirin. Lê li hemberî vê yekê jî tevgera me helwest nîşan da. Ew jî qebûl nekir. Hetanî roja îro em di asta herî bilind de, xwedî li Rêbertî derketin. Lewma CPT wiha dikeve zehmetiyê, dewleta Tirk zehmetî dijî. Helbet Tevgera me ev nêzîkatî demildest red kir. Me diyar kir ku em vê yekê qebûl nakin. Yanî li aliyekî, gelo me diceribînin? Gelo ma lewaziyeke wiha bi me re heye? Yanî mirov dikare lêpirsîneke wiha jî bike. Ji vî alî ve helbet Tevgera me ev yek red kir. Heval Besê bi eşkere helwesta me danî holê. Ev helwesta me wê bidome. Ji bo ku Rêbertiya me bi parêzer û malbatê re hevdîtinê bike, yanî ji bo şikandina tecrîdê, ji bo azadiya Rêber Apo em ê têkoşînê bimeşînin. Ev têkoşîn wê mezin bibe û dewam bike. Teqez em ê bikin ku Rêbertiya me bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Tenê wê hevdîtin çênebe, wê rêya azadiya Rêbertiya me jî vebibe. Divê her kes vê yekê bizane.
Helbet CPT jî li hemberî têkoşîna me zehmetî dijî, dewleta Tirk jî zehmetî dijî. Têkildarî vê yekê Neteweyên Yekbûyî û saziyên wî yên pêwendîdar civîn lidar xistin. Dewleta Tirk li Ewropayê di civîna têkildarî tecrubeya Rêbertiya me hatî kirin de, înkar kir. Got, ‘tecrîd nîne’. Diyar kir ku hin qedexe hene, hîn rasttir li ser esasê cezayên disîplînê qedexe heye. Helbet ev demagojî ye. Hemû cîhan dizane ku tiştekî wiha nîne. Gelê me dizane, her kes dizane. Gelo ma ev çi tişte ku Rêbertî evqas cezayê disîplînê distîne? Gelo ma Rêbertî li wir çi dike? Em Rêbertiya xwe nas dikin. Em dizanin ka helwesta Rêbertiya me wê çi be. Nakeve helwesteke welê ku cezayê disîplînê werbigire.
Helbet ji bo wan Rêbertî dijminê herî mezin e. Yê ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dayî destpêkirin. Yê ku gelê Kurd perwerde kirî. Yê ku bûyî sedem ku têkoşîn heta îro bidome. Li hemberî vê yekê bi hêrs dibin. Cezayê ku dane, ji bo vê yekê ye. Di rastiyê de ti sedem ji bo cezayê disîplînê nîne. Ji ber xwe ve çêdikin; li ser kaxezê dibêjin cezayê disîplînê, nahêlin hevdîtin çêbibe. Ev teqez wiha ye.
Li dijî vê yekê têkoşîna me didome, wê bidome. Daxuyaniyên dewleta Tirk ên di civîna li Ewropayê de, kenê mirov dianî. Bi rastî jî ti kesê bawer nekir. Jixwe ji ber ku bawer nekirin, şandeyên li wir pirs ji şandeya Tirk kirin. Li aliyê din hemû şandeyên ku diçin wir, şervanên taybet in. Ti kes ji wan ne mirovên welê ne ku têkildarî hiqûq, edalet û tiştên bi wî rengî bi baldarî tevbigerin. Alîkarê Midûriyeta Giştî ya Malên Tevkîf li wir bû. Alîkarên Midûriyeta Giştî ya Malên Tevkîf piranî zilamên şerê taybet in, zilamên dewletê ne. Ew bi fermana dewletê, girtîgehan îdare dikin. Girtîgeh wiha jî tên îdarekirin. Nizanim ne Wezareta Edaletê û nizanim ev sazî, ew sazî nîne. Belê, girêdayî Wezareta Edaletê ye, lê li wir komeke taybet heye, ew dimeşînin. Rewşeke wiha heye.
Rêbertiya me 26 sal in di bin esaretê de ye. Roja borî yek ji parêzerên destpêkê yê Rêbertiya me Ercan Kanar, nirxandinek dikir. Digot, divê Abdullah Ocalan were berdan. Cezayê hepsê yê muebeda girankirî, derhiqûqî ye. Ev qanûn piştî Rêber Apo hatî dîlgirtin derketiye. Yanî digot ‘qanûn paşde nameşin, lewma ew qanûn nederbasdar e’. Ji ber ku dema Rêber Apo hate dîlgirtin, qanûn çi bin ew tê pêkanîn. Got, ji dervey wê qanûn nayên pêkanîn. Dema Rêber Apo dibe mijara gotinê, li Tirkiyeyê qanûn û rêveberiyên yekkesî derdikevin. Helwesta yekkesî… Yanî hemû pêkanîn li dijî Rêber Apo ne. Ti pêkanîna li hemberî Rêber Apo, eleqeya xwe bi qanûn, zagona bingehîn û tuzukê re tune ye. Polîtîkayên dewletê yên dijminatiya Kurdan û Rêber Apo ye. Em ê li dijî van polîtîkayên dewleta Tirk têkoşînê bidomînin.
Belê tengav bûn. Em ê hîn tengavtir bikin. Em ê têkoşîna xwe li her derê bidomînin. Ji bo me têkoşîna azadkirina Rêber Apo û têkoşîna azadkirina gelê Kurd, heman tişt e. Ji vî alî ve em ê vê têkoşînê hîn geştir bikin. Mîna heval Besê gotî, em ê ji asta îro jî zêdetir bikin. Teqez em ê Rêber Apo azad bikin. Soza me ji gelê me û dîrokê re jî wiha ye.