NAVENDA NUÇEYAN- Ji pênûsa Hawar Gabar
“Kurxaletê Îsa Pêxember, ji dazdeh Hevrê (Hewarî)yan yê herî zêde Îsa hejêkirî û tê hizrandin Încîl nivîsandî Yuhanna dibêje; “Ji berya her tiştî gotin hebî”. Di hin
jêderan de ev, wekû “ji berya her tiştî NAV hebî” derbas dibe. Bê gumane kû rayê vê bêjeyê pir kûre, ji Yuhanna gelik kevintir e û xwe dispêre destpêka dîroka mirovtîyê.
Dabaşa me ne eve, ema divê em destpêkê bêjeya (kavram) “Cizîr” rast û zanistî şîrove bikin û ji têvlihevîyê rizgar bikin. Di sêrî de “Mezra Bohta – Cizîr” û heta bêjeyên navên gund, bajar, deşt û çîyayên welatê me pêktînin bi rêbazek rast û zanistî neyên şîrovekirin û zelalkirin, emê nikaribin xwe ji çarçoveya
xelkê li mejîyê me barkirî rizgar bikin. Herkes hemfikre navê Cizîrê Erebîye. Tê gotin, piştî bi navê Îslamîyetê artêşa Ereban vî bajarî dagir dike û ji sebeba Dîcle wekî nîv giravî li dora bajêr dizivire, Ereban wekû giravekî pênasekirine û navê “Cezîre” lê kirine. Heta ji sebeba hingê Emer bîn Xetab (… 644) xelîfeyê Îslamîyetêye wekû “Cezîre-î Îbnî Emer” jî hatîye binavkirin. Yanî Ereb ji giravê re dibêjin, “Cezîre” û Cizîra Bohta hingê ev nav girtîye. Pênase eve û hemabêje herkes li ser vê rastîyê hemhizre. Li alîyê din û jankenoka mezin; ji berkû me nikarîye ne vê bêje (Cizîr)yê bi zanistî şîrove bikin û vê nêrînê pûç bikin û ne jî navek din jêre peyda bikin, halê hazir di lîteratûra me Kurdan de ev bajarê paytextî ji dergûşa mirovtîyê re kirî hê jî bê nave. Belkî hûn bêjin, me Kurdan navê “Bajar” lê kirîye. Ema bajar, ne nav, berjengê“ şehr”îtîyêye. Ji sebeba Cizîr bajarek pir kevne, di sêrî de ji Mezra Bohta û navendîtî ji hemî pêkhateyên civakî û sîyasî yên me re kirîye wekû “bajar” berjengdarkirin wê pir xwezayîye.
Başe, birastî jî navê Cizîrî Erebîye? Ev şehrê biyî malzaroka ji nû ve xwiliqandina mirovtîyê, paytextî ji Mezra Bohta û girêdayî vê biyî navenda hemî pêkhateyên civakî û sîyasî yên me Kurdan, dema wan gelên niha pêşketîyên dunyayê têne qebûlkirin nikarîn ji xwe re koxikekî çêkin birc, keleh û sûrhên wê li peravên esmanan diketin heta bi s.s 5. bê navbî? Ew stargiha Nûh Pêxember gihandî, gemîya wî hewandî, sûrha hewîngiha xwe bi şeklê gemîyê necirandî heta bi hatina Ereban nikarî navekî li xwe bike? Paytexta wî gelê ji berya herkesî zanîngih avakirîn, bi mîmartîyek biwezbet qesir, keleh, birc û sûrehên xwe bilintkirîn bê navbî? Serbajarê wî meskenê biyî dergûşa mirovtîyê, zanist, edebîyat, huner û teknolojî di malzaroka xwe de meyandî nikarî navekî li xwe bike? Bi awayek rast û bi metodên zanistî peydakirina bersîvan van pirsan jîyanîye. Serok Apo di pirtûka xweya bi navê “Ji Dewleta Sûmer Ber bi Cumhûrîyeta Demokratîk ve” de dibêje: “Heta yên Kevana Zêr dayîn dîrokê neyên îtîrafkirin û heqê wê neyê dayîn ev dîroka nikaribe xwe ji dîroka bê ar û viran rizgar bike.”
Gelo Kevana Bibereket çi daye dîrokê û nehatîye îtîrafkirin û kijan heqê wê nehatîye dayîn? Biya min erka meya serekê peydakirina bersîva van pirsaye. Dîsa biya min qismek bersîva van pirsan bi awayek zanistî di zelalkirina navê vî bajarê ji xwiliqandina mirovtîyê re malzaroktî kirî de veşartîye. Heta em bersîva van pirsan peyda nekin, Şoreşa Zihnî ji xeyalek xapînok zêdetir tiştekî îfade nake.
Dîrokzan û lêkolînvan Abdullah Yaşîn, Cizîra Bohta wekû bajarê duyemîn yê li Mezra Bohta hatî avakirin pênase dike. Dîsa Arkeolog Alferd Flobîl, 1953- 1954 li Girê Reş yê Cizîrê nexşeya kevin ya vî bajarî û heykelekî peyda dike. Tê gotin, di nîvê nexşeya dabaşa gotinê de wêneyek yê rojê, di bin wênyê rojê de wêneyê du şêrên berê wan li hev û li rojê dinêrin hatine bicêhkirin. Li alîyê din coreyê nivîsa nexşe pê hatî nivîsandin ne bizmarî û ne jî hîyeroglîfîke û ev nivîs dimîne coreyek ya Latînîya niha. Li gor pisporên ev nivîs çareserkirîn, navê Cizîrê yê hingê “Gerzû Bakharta” ye û hêjmara bajêr jî 185 000.
Bi pîvana Radyokarbon (Karbon 14) hatîye delîlandin kû heykelê mijara gotinê yê niha li Amerîka ji B.M 40.000 sal hatîye çêkirin.
Niha em dîsa vegerin nav. Di lêkolînek demdirêj de me îspatkir kû di avana Kurdî de wate li tîpê hatîye barkirin, 21 radeng (tîpên nedengdar) hene, kilîle (şîfre)yek ya her radengê heye û her radeng kombînasyon (malbatek ya peyvan)ekî sembolîze dike. Li gor vê tezê tîpa “C (can) derbazmendîtî (geçirgenlik) û zelaltîyê sembolîze dike. Cehv, cirn, co, cam, çem û w.d bi sedan peyv vê tezê piştrast dikin. Çemê Dîcle ave, derbazmend û zelale, belê. Di avana zimanê Erebî de qewlek wisa heye, na. Ya hê girîngtir aqil, mantiq, dîrok, rastîya civakan qebûl dike; bajarek evqas dîrokî Ereb nîvê s.s 5. werin û nû binav bikin? Pirsa hê bişewatir eve, gelo ev navê ev 1500 sale Ereb xwe pê nav didin bi Kurdîye? Li gor min rastîya wê gotûbêjê bi xwe re nabe û xas Kurdîye. Heke Ereban ev nav ji me biribin û ji xwe re bikaranîbin, ne pirsgirêka me, ya wane.
Em werin vegotina “Gerzû Bakharta”. Ev nav pir dimîne “Cizîra Bohta” neweye? Îhtîmalek pir mezin pisporên çareserkirina nivîsê di wergerê de şaştîyek kirine û navê dabaşa gotinê Cizîra Bohta bixweye. Yên kêmekî zanîna wan ya zimanan heyî baş dizanin, li gor fonetîka zimanan dengê “ c, j, g” û w.d dengên nêzîkê hev pir li hev tên guhertin. Biya min cihê “r” û “z”yê jî li hev hatine şaşkirin.
Yanî, ji destpêka avakirinê heta bi roja me di navê vî bajarê navdar de tiştek nehatîye guhertin. Heke em karbon 14’a emrê heykel pîvayî rast qebûl bikin, B.M 40 000 sal jî navê paytexta Nûh Pêxember Cizîra Bohta’bî û navek xas Kurdîye.
Mezra Bohta
Dixwazim destpêkê vê kifş bikim, bilêhvkirina vî navî ne “bota” yan jî “Botan”e. Bota, devoka deştêye “h” ketîye û Botan jî vegotina Tirkîye.
Ji sebeba Cizîr wekû ayît û paytexta Bohta tê binavkirin, emê hewl bidin çend gotinan li ser vî navî jî bêjin. Çawa navê Cizîra Kurdî bîbe “Cezîretûl Emer” û Erebî, navê Mezra Bohta jî kirine “Mesopotamya” û Girekî.
Me di şîrovekirina navê Cizîrê de jî gotibî, kilîleyên radengên Kurdî hene û bi komkirina wateya kilîleyên peyvê pêktînin em dikarin wateya li peyvê hatî barkirin bizanibin. Mezra: peyvek hevgirtîye û ji navê “mez” û “ra” pêktê.
Mez-ra: m (navend mê, mirov) + e (ya behsa wê tê kirin) + z (zayîn) + r (ra) = rayê zayîna mirov. Yanî cihê ewil yê mirov lê peydabiyîn. Bohta: b (biyîn) + o (mezin) + h (heyîn) + t (çalekî) + a (pêveka mê’tîyê) = Çalekîya heyîna mezin ya biyînê û mêye. Yanî zerfe.
Wekû encam; Cizîra Bohta yêk ji navenda herî dîrokî ya Şehristanîyeta Zemanê Berpenîre. Zanîngiha Sohr, keleh, burc û sûrhên wêyên hê jî jipîya şahidên vê rastîyêne. Dibêjîqey zanyar û ristkarê Cizîrî Nîşanî (Mela Ehmed) bi risteyên xweyên; “Îro ji derba xencerê lazim bi êşanî Mela Teşbîhê Zulfa dîlberê zanim perîşanî Mela Zanim perîşanî jidil bê hed bi êşanî jidil Teşbîhê buryanî jidl bileh ne însanî Mela” axîn, nalîn û hewara dîroka ardar û rastîyan tîne ziman. Gelo Ehmedê Xanî, bi Mem û Zîna xweya Cizîrî ne heman hewarê diqêre? Îsmaîlê Cizîrî, di encama kûjan bîr û zanista civakî de dema atomvanên niha nizanîn derpêyekî li ber xwe bikin Robot çêdikirin? Û aşq û girêdana Cizîrê ya bi azadîyê ve dengê qêrîn û hewara vê XWEBÎN’êye. Erdnîgar û sînorên bajêr[biguhêre Li rojhilat
bi Silopî ve, li bakur bi Gundik ve, li başûr bi Dêrikê ve li rojava jî bi Hezexê ve tê girêdan.
Gundên Cizîrê 32 ne:
Aynşeş, Basîsik, Batil
Bazift,
Behmor
Bilinda Darê
Birkê
Cinibir
Derbaciya,Dimbilya Emerîn
Ernebat
Fêrîsî
Gijal
Girêgewr
Gozek
Hebler
Herbaq
Hoser
Kavilbekran
Mîsîrî
Mizgeftok
Nêhrib
Robar
Serdehil
Sêrdehlê
Sirsirik
Stewrik
Şax
Tilehferik
Zerê Zerê
Zêwik
Cihên dîrokî
Gundê Şaxê
Kela Cizîrê
Medreseya Sor
Mizgefta Nûh Pêxember
Mizgefta Mezin
Sûrhên Cizîrê
Xirbeyên Finikê
Mezela Mem û Zîn
Mezelê Nebî Nûh
Çiyayê Cûdî
Navdarên bajêr:
El Cizîrîyê Kurd
Melayê Cizîrî
Bedirxanê Evdalxan (Bedirxan Beg)
Mîr Azîzan
Şêxê bê serî
Mem û Zîn
Abdusamet Yigit
Meryem Xan
Mihemed Arif Cizrawî