GEVER- Milisên Azadiya Kurdistan (MAK) bi daxuyanîyekî nivîskî ragihand ku di çerçoweya seferberiya li dîjî operasyonên eskerî û sîyasî yên dagirkirina Kurdistanê, li hemberî polîsên faşist çalakî lidarxistine.
Daxuyanî wuha ye:
“Milîsên MAK’ê li Geverê li dijî polîsên dagirker bi teqemeniyên destçêkirî çalakiyek li dar xist.
Em bang li hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz û bi taybet ciwanên birûmet ên Kurdistanê dikin ku li dijî êrîşên dagirkerî û xiyanetê şerê rûmetê berfireh bikin û mil bi mil li gel gerîlayê azadiyê yê ku hebûna me diparêze, li ber xwe bidin. Di vê dema şerê dijwar de divê her ciwanê Kurd erka xwe ya welatparêzî bi awayekî layîk pêk bîne.
Roj roja parastina Kurdistanê ye bi rihê yekîtiya netewî li dijî dagirkerî û xiyanetê. Roj roja şikandina tecrîda Îmraliyê û azadiya Rêber Apo ye.”
Milisen Azadiya Kurdistan(MAK)