NAVENDA NÛÇEYAN – Li Wanê kesên girêdayî dewleta faşist û nasnameya wan nediyar tabelaya hişyariya “Pêşî Peya” ya li ser rê girtin û li ser “Tirkiye Tirk e û dê Tirkî bimîne” nivîsand.
Nameya hişyariyê ya “Pêşî Peya” ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve li ser cadeyên ku trafîka peya zêde bû, ji aliyê komek faşîst a nîjadperest ve hat jêbirin. Kesên nasnameya wan nediyar nivîs bi boyaxa spreyê pêça û nivîsa “Tirkiye tirk e û dê tirk bimîne”.
Dewleta faşîst a ku ciwanên bi zimanê xwe û bi cil û bergên xwe govend digrin binçav dike û îşkenceya herî mezin li wan dike, li hemberî van kiryarên nîjadperest û qetlîamker bêdeng e û cesaretê dide wan.