BEHDÎNAN- Di daxuyaniya nivîskî de hat diyarkirin ku li herêmên Mêtîna, Batî Zap û Heftanînê li dijî dagirkeran çalakî hatin lidarxistin. HPG-BÎM’ê jî da zanîn ku bomberdûmanên dewleta Tirk a dagirker didomin û li hin deveran agir pêxistin.
Di daxuyaniyê de der barê çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker de ev agahî hatin dayîn.
1. Herêma Metîna;
— 24’ê Tîrmehê saet 14:10 û 15:10’an de li herêma Berxwedana Golka ya dagirker bi çekên giran êrîş li dagirkeran hatiye kirin û 2 çeper jî hatine derbkirin.
— 25’ê Tîrmehê saet 17:10’an hêzên me li herêma Berxwedana Serê Metîna çalakiyek bi helîkopteran pêk anîn. Piştî destwerdana hêzên me, helîkopter neçar man ji qadê dûr bikevin.
2. Herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê;
— Di 24’ê Tîrmehê saet 08:25’an de dagirkerên ku xwestin sîstema kameraya mobesse li qada Berxwedana Serdemê ya Girê Cûdî bi cih bikin, bi çekên giran hatin gulebarankirin û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
— 25’ê Tîrmehê saet 16:30’î de li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê Amediyê kepçeya dagirkeran bi çekên navîn hate rawestandin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
3. Herêma Heftanînê;
— 24’ê Tîrmehê saet 11.50’î qereqola Kiryareşê bûye hedef û bi çekên giran lê hatiye xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
— Di 23, 24 û 25’ê Tîrmehê de herêmên Şehîd Şerîf, Lolan, Goşînê, Girê Şehîd Hawar, Girê Şehîd Hêmin ên Herêmên Berxwedanê yên ê Cûdî 5 caran, herêmên Qendîlê û Boblîskan 2 caran; Ji aliyê balafirên şer ve bi giştî 25 caran hatiye bombekirin. Şewatên ku ji ber van bomberdûmanan li gelek herêman derketin hê jî dewam dikin.
— Di 24’ê Tîrmehê de herêma Berxwedana Serdemê ya Şehîd Delîl Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hate bombekirin.