NAVENDA NUÇEYAN- Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), jineke ciwan a bi navê Kirstîna Îbrahîm Hesen ji gundê Beyet Merc ê devera Safîta ya Himsê hat revandin.
SOHR’ê diyar kir kesên ku jina ciwan li ser rêya Şamê revandine wêne û dîmenên wê yên ku îşkencekirina wê nîşan didin, ji malbatê re şandine.
Li gorî SOHR’ê, heman kesan fidiye ji malbatê xwestine û gef lê kirine ku eger fidiyeyê nedin dê keça wan bikujin