NAVENDA NUÇEYAN- Di daxuyaniya HBDH’ê Canfeda Soro de ev tişt hatin gotin:
“23’ê Tîrmehê saet 09:00’ê sibehê li Taxa Çelebî Mehmet a navçeya Yildirima Bûrsayê kargeha hilberîna kaxezê, tesîsa vezîvirandinê û fabrîqeya tekstîlê ji aliyê Milîsên HBDH’ê Canfeda Soro ve bi çalakiya sabotajê ya hemwext hat hedefgirtin. Di çalakiya tolhildana serkeftî ya li dijî operasyonên dagirkeriyê li Başûrê Kurdistanê de, her sê kargeh hatin şewitîn û bi milyonan lîre ziyan li herêmê û kargehan hat dîtin.
Yekîneya ku çalakî li dar xistiye bi silametî vekişiyaye qada xwe.”