HESEKÊ- Bi boneya 28’ê Tîrmehê Baloch Yakjehti Committee (Komîteya Piştgiriya Belûcîstan) bang li hemû gelê Belûçîstanê kir ku tevlî Kombûna Netewî ya li bajarê Gwadar bibin. Civîna Neteweyî ji bo protestokirina hovîtî û tawanên ku dewleta Pakistanê li dijî gelê Belûç dike ye. Bi dehan sal e dewleta Pakistanê ciwanên Belûç ên ku li dijî îstismarkirina axa xwe protesto dikin, direvîne. Bi hezaran kuştin an ji bi salan winda ne. Belûçistan herêmekî ku ji hêla çavkaniyên xwezayî ve herî dewlemend e, lê herema herî xizan tê hiştine jî.
Bajarê Gwadar bajarekî bendergehê stratejîk e, ku tê de dewletên Çînî û Pakistanî yek ji mezintirîn benderên herêmê ava dikin, beşek ji korîdora bazirganiyê ya ku Çîn di rêya Pakistanê re çêdike da ku bigihîje Okyanûsa Hindê. Ev proje dibe sedema talankirin û koçberkirina gelê Belûç. Berxwedana ku li dijî vê siyaseta emperyal tê organîzekirin, hem têkoşîna çekdarî hem jî bi rêbazên protestoyî yên sivîl pêk tîne. Li hemberî van hemû rengên berxwedanê, dewleta Pakîstanê heman nêzîkatiya hovane nîşan dide, bajarên Balcohê mîlîtarîze dike û niha jî dixwaze gel asteng bike ku tevlî kombûna neteweyî bibin.
Di nava hêzên din ên demokratîk û şoreşger de, Ciwanên Sûriyeya Demokratîk jî banga hevgirtinê ji Kombûna Niştimanî ya Belûç re dike. Hevserokê Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Nasir Nasero peyama xwe de van xususan kir:
“Ji zemîna Şoreşê, ji Rojava (Rojavayê Kurdistanê), Bakur-Rojhilatê Sûriyê em silavên xwe yên germ dişînin.
Em wek ciwanên Rojava em her tim li pey we û têkoşîna we ne û vê tiştekî pîroz dibînin.
Weke Şoreşa me, weke têkoşîna me, weke daxwaza me ya azadiyê hûn jî heman daxwaza azadiyê dijîn.
Hûn jî bi komkujî û êrîşên hovane yên dewletên metînger re rû bi rû ne.
Civîna neteweyî ya ku hûn amade dikin, ji bo me cihê heyecanê ye û ji bo me jî bi we re bextewarî ye û em dixwazin bidin zanîn ku em bi hev re wek mirovên bindest, wek mirovên azadîxwaz em ê li ber xwe bidin. Têkoşîna azadkirina axa xwe bi hev re pêkbînin.
Em hêvîdar in ku hûn her tim têkoşîna xwe bidomînin, em hêvîdar in ku em ê her tim bi hev re têbikoşin.
Weke gelên azadîxwaz ên mîraskirî em rojane bi komkujî û qirkirinê re, bi tinekirinê re rû bi rû ne.
Bi rêya dagirkerî û parçebûnê dixwazin me tine bikin.
Lê em ê mil bi mil, wek ciwan, wek jin û civak, bi hev re têbikoşin da ku em axa xwe azad bikin, em ê tu carî serî li ber dagirkeran netewînin, em ê her dem li dijî metîngeriyan serî hildin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. em ê bi hev re bigihîjin azadiyê û axa xwe azad bikin!