KOBANÊ – Destpêka şoreşa Rojava de kir xebatên gelek giring û stretejik ji aliyê ciwanên APO’yi de hatin meşandin. Ciwan, bi navê Komalên Ciwanên Rojavayê Kurdistanê (KCRK) xwe rexistin kirin û rola pêşengtî di nava we şoreşê de lîstin. Yek ji wan ciwanan jî Brûsk Kobanê bû.
Brûsk Kobanê di sala 2001’an di beşa Çand û Hûner de xebatê ciwanan de cîhê xwe girtiye û demekê dirêj di vê xebatê xebat meşandi ye. Brûsk Kobanê bi ajansa me re qala taybet ser tevlîbûna ciwanan di şerê Kobanê de bi çî rengî dihat jiyan kirin kir. Brûsk Kobanê diyar kir ku, di pevajoya şerê bajarê Kobanê de sê tabûrên ciwanan hebûn ku li hember çeteyên DAİŞ mevziyên xwe heta dawî parastin e.
Axaftina Brûsk Kobanê wiha ye:
“Navê min Brûsk ê, ji Kobanê me, ji gundê Helincê me. Ez di sala 2001’an ve koma ciwanan de bûm û hedî hedî 2010 ciwanên KCRK avabû. Wê demê, di sala 2010’ an jî nû Şoreşa Rojava despê kirî bû. Me cihê xwe di nava ciwanan KCRK de digirt. Me xebat meşand û piştî sala 2010 me Navenda giştî ya Ciwanên Şoreşger vekir.
Di nava Ciwanên Şoreşger de heta 2013 gelek xebatên serkeftî li Kobanê hat meşandin. Di dasta kar de ê herî ku di nav Kobanê de kar dikirin ciwan bûn. Rexistinên din jî kirin, ne ku nekirin, lê xebata ciwanan herî li pêş bû. Derdora 2013’an dema ku êrîşên cihê Şerha hatiye kirin dijî vî pêşengtiya herî xurt Ciwanên Şoreşger kir. Ez bi xwe jî di nav de bûm. Gelek zarok xwe pişt seyarê digirtin û diçûn ên şer. Hevalan nedihiştin ji ber biçûk bûn, amrê wan biçûk bûn. Lê xwe pişt seyarê digirtin ji bo ku herin şer. Di wan deman de dema ku Gulê li Şerkî û aliyê Til Ebyat wan dera şer despê kir, gelek ciwanên me di nav de bûn. Bi navê ciwanan grûp grûp diçûna şer. Grûpek diçû, di wedere me grûpek din hazir dikir û wan dişand. Li gûnde Jadê me tabûrêk avakir û ev tabûr di cihê xwe dima û hindik jî li malê bûn. Me wan di nav hevdû de di guhertin. Xebata ciwanan di wê demê de wek tabûrekê din ya YPG cihê xwe digirtin.
Beriya şerê DAIŞ’ê despê dike, salekê li gûnde Aşmê û Jadê tabûrên ciwanan hebûn. Heta niha malbatên li wan gûndan jî me nasdikin. Dema em biçin wan deran malbatên dibejin ‘ka çima hûn xuya nakin?’ ji ber em salekê zedetir nav hevdû da bûn. Me gûndiyan bi xwe derdixist ji bo em Nobetê bigrin. Dema li wê derê şer despê kir, beriya 2014’an dema DAIŞ, gûndiyan bi me re dîza hazir bûn. Me wek hevalên ku li wê derê ne, me derbasî mewziyên YPG bûn û me bi YPG bi hevre mewziyên girtin. Çima me mewziyên xwe berda? Ji ber ku me tene pisû digirt, yan jî cihekê hebû me parastina wê dikir. Dema wexta şer despêkir em derbasî mewziyên YPG bûn heta ku şer hedî hedî derbasî Kobanê bû. Me kêleka YPG bi navê ciwanan gav bi gav şer dikir. Heta niha jî dîmenên me û suretên me di wê demê de hene, me çawa li ser tepê Jadê al rakiriye. Ji wî tepê re jî dibêjin tepê ya ciwanan.
Em hedî derbasî Kobanê bûn. Heta şerê Zeran jî em te de bûn. Li wê derê gelek hevalên me bi me re şer kirine, şehîd ketine. Yek bi yek em wan a bi bîr tînin. Bi wan hevalan re me salekê zedetir bi hevre jiyan kir. Dema em derbasî Kobanê bûn edî şehîdên me yên ciwanan jî çebûn.
Em derbasî hûndirê Kobanê bûn, şer edî giran bû ku û şehîd çebûn. Di wê derê piştî ku şer gihişte Zeran ez aliyê Şerkê, li kaniya Kurda mam. Li wêderê 20 rojan me cihê xwe girt. Kopriya ser xetê noqta me bû. Me dibin kopruya de cihê xwe çekiribû. Xwarin, vexwarina me giştî dibin kopru de bû. Heta ku edî şer derbasî Miştenûr bû. Ew hedî hedî nezîk bûn, ketin tepê kaniya Kurda, li wê derê me hindik xwe paş de kişand ji ber ku em xeta yekê bûn. Beriya vê li vir hevalên me şehîd ketibûn. Hevalên kadro bûn. Di tepê bi xwe de Amed hebû, Amed ji li ser rêya Qenaze bû. Mala wî li wê derê bû, hacizekê me li vir hebû lê me nedigot haciz, bi navê ciwanan bû. Me jî li wêdere nobet digirt, ew jî li vir bû. Ew wexta ku çete derbasî tepê Kaniya Kurda bûn, me xwast Biksî ji wan rê bişinim. Hevalêk çu, venageriya li vir şehîd ket. Me hevalên jin me derbasî Bakur kir. Ev jî bi zorî. Hevalên jin digotin ‘Em naçin’ heta ku girîyan jî û naxwastin herin. Me çiqas digotin ‘herin’ jî nexwastin biçin. Lê dawî de me şand, ji ber ku rewş nebaş bû, gelekî giran bû.
Piştî wê me qademekî din xwe paş de kişand. Ew qademe kişandinê 10 hevalê din şehîd ketin. Hemûdê û Lezgîn di nav de bûn. Lê em ciwanên ku berî di nav kar de em man. Me cihê xwe berneda. Wexta ku me kedemekî din kişand, me Hemûde û Lezgîn, wana rakirin.
Şer ew se, çar Şeran jî derbasî hindir Kobanê bûn. Me tam hemûyan xwe kişand. Ciwan tevahî xwe kişand, em diçûn û ber derî kom dibûn. Em kom bûn, ji ber me got ‘xelas em ê herin’. Wek mesela ciwanan di nav şer de nema. We çaxê ciwan derbas bûn. Ew 350 kes bûn ez bawerim, li derî hatin girtin. Gelek ciwan bi wan re hatin girtin. Ez û Metîn man. Tene di nava ciwanan giştî de ez û Metîn man û hevalê Sefkan ma û hevala Berivan ma. Lê bi navê ciwanan, wek endamê ciwanan ez û Metîn man. Piştî 10 rojan ew 350 kesan ê ku hatin girtin, ciwan çarekê din wegeriyan. Wegeriyan û telefonê min kirin. Salîk bû, Demhat bû, Demhatê din bû, ya piştî Demhat Şehîd bû navê xwe kir Demhat. Wan her se û dido ji xwe Şehîd ketin. Yek ma û heta niha heye ew bi linge xwe de birindar dibû. Ew her du hevalan bi şev telefonê min kirin, Salîk û Demhat û gotin ‘Tu li kudere?’. We dem ez jî birindar dibûm. Ez mala birindar dimam. Min wan re got ez mala birindaran, digotin ‘em werin’ lê min got ‘nayên çem min. Eger hûn wegerin Kobanê gelek hûn wegerin şer na werin çem min’. Sibehê min çavê xwe vekir, min dît di cihê min de ne. Ez nezî 5-6 rojan di mala birindaran mam û piştî we Heval Sefqan bangê min kir û ez çum çem Hevalê Sefqan.
Hevalan bi navê ciwanan Nobetê li vir digirtin, lê li vir hevalên li vir re digotin ‘Brûsk were’. Ez wê carê di 2013’an wexta ku me Noqta çekirî heta ku em gihiştîn Kobanê jî ez wê deme berpirsyarê Tabûrê bûm. Di cihê rêveberî de min cihê xwe girt. Hertim hevalan digotin ‘Brûsk were Brûsk were’ rojekê min gel Heval Sefqan û Asiya Abdullah veşartî, saet 6’ê sibehê bû min Şehîd Demat deng kir û ez çûm çephe. Ez çûm û min dît halê wan ne hale. Rastî rihê wan, rûyê wan tiştek wan de nemabû. Ez çawa gihiştîm vir jî, Sefqan xwe li ser min de feşirand. Ez jî wek wan bûm. Min hevalan hişt ji bo biçin xwe paqij bikin, ez tenê di noqtê de bûm. Ez jî hin cih tam nasnakim. Raste li Kobanê me, lê ez cih hin tam sedîsed nasnakim. Çi li kuderê ye, yan dijmin ji kuderê were, ji kudere neye. Hevalan min da naskirin, ez tenê di hindir mewzî de mam. Çawa hevalên derbasî piştî bûn ji bo biçin xwe paqij bikin seyareyekê din hat. Seyarê hat, tam me çek radikir, lê seyarê ghişt me, li piştî me taqiya. Wexta ku me telefonê deng kir, me got ‘tiştek tine ye’ wan bawer nedikir, digotin ‘çawa tinê dûnya xerab dibe, wan li virin û teyarê lêdixê, çawa tiştek tinê’. Me rabû me dîmena xwe û sureta xwe belav kir, me go bila bizanibin em li kuderê ne. Ev gelek tesîr da. Gelek heval kişandin. Me bi navê ciwanan 3 noqta girtîbû. 3 Mal, 3 Şearê me girtîbû. Ala me ciwanan hertim bi me re bû, em li kuderê bûn me ala xwe lidardixist heta dawî jî.
Em gihiştin navenda ciwanan. Me xwe kişand em gihiştin belediye, di pêşde em çûn gihiştin Navenda ciwanan bi xwe. Me go kesek ji Navendan nemaye derveyê ciwanan. Em texrîben 10 rojan di Navenda Ciwanan de man û me parastina Navenda Ciwanan kir. Tiştên ku me şandibû, darên, gulên û tişten ku me şandibû, hin wek xwe bûn. Me giştî av didan. We çaxê fistîk di derve de çandibûn heta niha tê bîra min. Dema pêşde çûnê jî ciwan zede bûn. Edî şer pêşde çûn û ciwan zêde bun. Em gihiştin taxa Mistefa Dewrêş hindik hevalên YPG bûn û Gerîla hatin û ji me pirsin çiqas maye ku em ê xelas bikin. Çend şarê mane. Wan nasnekir lê em araziya Kobanê tam nasdikin ku çiqase. Me got em tene taxa Mistefa Dewrêş xelas bikin Kobanê xelas dibe û rastî bi gotina me bû.
Em çawa gihiştin taxê yek DAIŞ di nava Kobanê de nema. Kobanê hindek jir ve xuya dikir. We çaxê em derbasî kaniya Kurdan bûn, di kaniya Kurdan de yek ciwanê me nema. Bi navê ciwanan yek nema. Çima? Ji ber ku me xwe ser tabûran belav dikir. We çaxê grûpên YPG dûzleme bûn, em tevahî dûzleme ser noqta wan bûn û ez wegerandim navendê. Digotin ‘tu navende bimine’. Min dûnya xira kir û rojekê bi dizî çûm çephê, lê gotin ‘çenabê tu vegerî’. Digotin ‘tu vegerî nav karê û ji bo şer tevlîbûyin biki’ ji ber ku edî gel jî vedigeriya.
Ez derbasî Qamişlo bûm, we demê navê ciwanan guhertibûn û kiribûn navê ‘Ciwanan Demokrat’. Ez bi navê ciwanên Kobanê çum û li konferansê hazir bûm. Hevalê ku li vir maye jî wek Şehîd Aram birayê min wê çaxê ji destê xwe de birindar bibû. Ez çawa gihiştim Qamişlo Salêh pê li maînekê kir û Şehîd ket. Demhat jî dema en hin di Şahayî bûn Şehîd ket. Şehadeta Demhat jî rastî di wan rojan de me pir têsîr kir. Ji ber ku hevalekî gelekî li ser xwe bû, hevalekî di nav me de bû, di nava şer de di gelek rojan de ma bû. Ev ji bo me zahmet bû. Şaşitî ku hebû jî heval hareket kir û şehîd ket. Ji bo me zahmet bû.
Rastî rolêkê ciwanan di nava şerê Kobanê hebû û ev nayê înkarkirin. Ji ber ku çi kar jî hat dixwestin, digotin ciwan. Grûpek ya penç kesan hebû ku birindaran derbas kir. Ew birindaran di nava çephê de xelas kirin. Tu kesî nikarî bû wekî wana birindaran xilas bike. Ne grûpên hevalên tecrûbelî bûn. Çar, penc heval hebûn Demat nav wan de bû, ya Ahmet ku navê Şehîd Demat rakir nav wan de bû. Wekî wan tu kes nikarîbû birindaran di çepê de xelas kiribana. Wan gelek hevalên birindar ku nezî şehadetê bûn, derbasî jiyanê kirin. Grûpekê bi wî şeklî di nava ciwanan hatibû çekirin ku tenê birindaran xilas bike.”