DIGURÊ- Dema DAIŞ’ 3’ê Tebaxa 2014’an êrişê Şengalê kir, şervanên YPG-YPJ’ê li gel gelê Rojava ji bo tehliyekirina gel ji Şengalê rêyeke mirovî çêkirin. Ji saya şervanan bihezaran Êzidiyên berê xwe dan Rojava rizgar bûn û îro bi meşeke girseyî ya li korîdora mirovî şehîdên fermanê hatin bîranîn û xwedî derketina Rojava ya li Şengalê hate bibîr xistin.
Ji bo Êzidî fermana hatiye jiyîn ji bîr neke û ders jê derbixe, her sal Rêveberiya Xweser a Şengalê çalakiyên cuda cuda lidar dixe. Îro jî bi pêşengiya Şaredariya Gel a Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê li korîdora mirovahî ku dikeve komelgeha Digûrê ya Şengalê meşeke girseyî hate lidarxistin.
Çeteyên DAIŞ’ê 3’ê Tebaxa 2014’an bi hevkariya PDK’ê êrişê Şengalê kir. Bihezaran kes hate qetilkirin û bi komî hatin çalkirin. Bihezaran jin û zarok ketin destê çeteyan. Bihezaran kes jî koçê Rojava, Bakur û Başûr kirin. Şengal ku hevsînore bi Rojavayê Kurdistanê re dema êriş pêkhat û şervanên YPG-YPJ’ê û gerîlayên HPG-YJA-Starê bi hewara wan ve hatin ji bo tehliyekirina gel ber bi Rojava û Başûr ve rêyên bi ewle hatin çêkirin, ji bo gel derbasê Rojava bikin, xwe ji gel re kirin mertal.
Yek ji wan rêya esasî ku gelek caran tê behskirin jî korîdora mirovî ya şervanan li Digura Şengalê avakiribû. Şervan û gerîla ji bo tehliyekirina Êzidiyan bi awayeke bi ewle pêk were xwe ji wan re kirin mertal û rêyeke mirovî çêkirin. Ji ber korîdorê bi sedan gerîla û şervan şehîd bûn. Şervan ku esas korîdora mirovî navbera Şengal û Rojava de avakiribû, gerîla jî xelkê li Şengalê mabû derbasê çiyayê Şengalê dikir û wan li kampekî de bicîh dikir.
Li cihê korîdora mirovî ya dikeve Digurê hewzeke mezin a avê heye û bûye sedem ku bi sedan kesên bi temen û zarok xilas bibin. Şervanên Rojava gelek kesên bi temen, nexweş û zarok li pişta xwe kirine û derbasê Rojava hatine kirin.
Êzidî ne wê hewzê û ne jî wê rêya ku şervan kirine ji bîr nekirine û bi pankartên wekî, ‘Ji bîrkirina fermanê xiyanete’ meşeke girseyî lidar xistin. Pankart û wêneyên ji dema fermanê hatin hildan.
Meclisên Gel li ser rêya dikeve navbera Rojava û Şengalê ku weke korîdora mirovî tê binavkirin heya hewza avê meşiyan û li wir daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Beriya daxuyaniyê endama meclisa gel Digurê Wefa Feysel diyar kir, ew divê rêyê re ji femranê xilas bûne û got: “Ji 74 fermanan zêdetir ferman hatine ser me, lê em Êzidî xilas nabin.”
Endamê Meclisa Borikê Heyder Korkorkî jî têkildarî meşa wan li korîdora mirovî ji ajansa me re axivî û got: “Bihezaran Êzidiyên seyareyên xwe nebûn, feqîr anjî benzîn peyda nekirin ji aliye Qiblet û herêmên din ên Şengalê bi meşê hatin vir. Heval jî di vî alî re hatin, alîkariya dayik, xwîşk, pîr û kalên me kirin. Gelek ji wan ji tîna ber mirinê bûn heval bi wan hatin, xwarin û vexwarin dan wan. Ev hewza avê ya vir jî gelek jiyan xilas kir û gelek kes av jê vexwarin. Em vê hewzê pîroz dibînin. Dema em hatin vir, heval gelek bi me re bûn alîkar. Dayîka min 90 salî bû, hevala li pişta xwe kir, heya gihandin gel seyareyekî.”
Daxuyaniya Şaredariyê ji aliyê Hevşaredarê Zarova Nemir Puko û Endama Meclisa Jin Neam Şengalî ve hate dayîn. Destpêkê Nemir Puko axivî û vê peyamê da: “3’ê Tebaxa 2012 hemleyeke hovane li dijî me dan destpêkirin. Xwestin civaka Êzidî tune bikin. Lê şagirtên serok Apo ji çiyayên Kurdistanê daketin û vê korîdorê bo me avakirin. Bixwîn û bedena xwe vê rêyê ji me re vekirin, dayîk û xwişkên me xilaskirin. Kengê têm vir, diçim wê demê û hemû tişt li pêş çavê min zindî dibe. Hemû êş û azarên wan ên wê demê têne bîra min. Li kuderê zilm û zor hebe, mîsoger berxwedanî jî têde heye. Dijmin dixwaze civaka Êzidî tune bike, lê em her sal tên vir û dibêjin,neviyê Mihemeyê Evdo, Simoqê Meto, Dawidê Dêwid çek rakirin û li berxwe dan.”
Neam Şengalî Endama Şaredariya Gel a Digûrê jî xwest gel vê hewza avê ku jiyana bihezaran kesî rizgar kir, gelek şervan û gerîla jiyana Êzidiyan rizgar kir, ji bîr neke. Kê vê rêyê ji bîr bike, xwe ji bîr kiriye. Divê ev hewza avê jî bibe sembolek ji bo Êzdayetî”