LOZAN – Li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN û gelek rêxistinên siyasî ve 101’emîn salvegera Peymana Lozanê hat protestokirin. Gelê Kurdistanê û dostên wan ji bo şermezarkirina şer û polîtîkayên qetlîamê yên 100 salî yên li ser gelê Kurd tên meşandin, heta cihê ku Peymana Lozanê lê hatibû îmzekirin meşiyan û li vir mîtîngek li dar xistin.
Ciwanên ku Peymana Lozanê protesto dikin, ji ajansa me Nûçe Ciwan re hevpeyvîn kirin û bi Peymana Lozanê parçekirina Kurdistanê li çar parçeyan, hewldana reşkirinê ya dewleta Tirk a faşîst a ji bo bidawîkirina ya gelê Kurd û tecrîda li ser Rêber APO û xiyaneta PDK’ê şermezar kirin.
Ciwanan di axaftina xwe de gotin, “Em li vir li dijî Peymana Lozanê ya ku 101 sal berê hatibû îmzekirin li hev civiyan. Bi vê peymanê xwestin gelê Kurd qir bikin û tine bikin. Ciwanan bal kişandin ser îxaneta li PDK’ê û gotin, “Em hatin vir ji bo vê peymanê di 101’emîn salvegera wê de lenet bikin.” Em hem xiyaneta PDK’ê hem jî 101’emîn salvegera Peymana Lozanê şermezar dikin. Em ê her tim li ber xwe bidin, kes nikare gelê Kurd bindest bike û tune bike.”
Ciwanan diyar kirin ku bi ti awayî peymana Lozanê qebûl nakin û gotin, “Em êrîşên dewleta Tirk a faşîst a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê bi alîkariya PDK’ê qebûl nakin. Malbata Barzanî tiştekî ji bo gelê Kurd û gelê Kurdistanê nake. Armanca wan tenê ew e ku pere qezenc bikin û ji bo endamên malbata xwe tiştek qezenc bikin.”
Endamê TCŞ’ê gotina Rêber APO ya “Cil û berg a PDK’ê ye, kontraya TC’ê ye” bi bîr xist û got, “Em weke ciwanên Kurd îxaneta PDK’ê qebûl nakin û şermezar dikin.”
Ciwanan bazar û şantajên dewleta Tirk a mêtinger a ser PKK’ê ji bo domandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê li her derê û her dem ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO têbikoşin.
Ciwanan bal kişandin ser hevkariya dewleta Tirk a faşîst û PDK’ê û gotin, “Weke ciwanên şoreşger ên li Ewropayê dijîn, divê em rol û mîsyona xwe bi cih bînin. Divê em li her qadê piştgiriyê bidin gerîla.”
Piştre jî ciwan û gelê Kurdistanê ku meşiyan gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Bijî Berxwedana Gerîla” berz kirin.
Piştî meşê li qada Ouchê mîtîngek hate lidarxistin. Li vir axaftina yekemîn Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar kir.
Zubeyîr Aydar diyar kir ku ew sînorên di navbera gelê Kurdistanê û Peymana Lozanê de hatine xêzkirin qebûl nakin û got, “Heta sînorên ji bo me hatine xêzkirin ji holê rakin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Zubeyîr Aydar di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku divê pêngava “Azadî ji Rêber APO re, Çareseriya Pirsgirêka Kurd” li her qadê bê hembêzkirin û berfirehkirin. Zubeyîr Aydar bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst li ser Başûrê Kurdistanê û got, “Li vir şervanên me yên azadiyê berxwedaneke mezin dimeşînin. Gerîlayên me li wir hemû Kurdistanê diparêzin. Hemû Kurdistan di bin metirsiyê de ye. Ji ber vê yekê em li kêleka şervanên me yên leheng ên ku vê berxwedanê dane, xwedî li berxwedana wan derkevin.”
Çalakî piştî axaftinan bi dirûşmeyên “Ji Rêber APO re azadî” bi dawî bû.