NAVENDA NUÇEYAN- Endamê Tîmên Avakirina Aştiya Civakî (CPT) Kameran Osman têkildarî mijarê ji Rojnewsê re axivî. Osman ragihand ku rayedarên PDK’yî yên herêma Amediyê zextê li welatiyên gundên Mijê, Kevne Mijê, Spîndarê û Gîrgaşê yên herêma Ber garê kiriye ku di navbera saet 08:00 û 17:00’an de serdana gundên xwe bikin û piştre gundên xwe bi temamî vala bikin û biçin cihên ku ji bo wan hatine diyarkirin.
Kameran Osman bi berdewamî got: “Welatiyên li çar gundên li herêma Ber Garê dijin, ji ber bombebaranên artêşa Tirk ên li ser gundên wan neçar mane ev demeke gundên xwe terk bikin û li Dêrelok û Duhokê bi cih bûn.”
Endamê CPT Kameran Osman diyar kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û artêşa Tirk a dagirker îro 9 saet destûr dane welatiyên li gundên Mijê, Kevne Mijê, Spîndarê û Gîrgaşê ku biçin gundên xwe û tiştên xwe yên mayî kom bikin.
Her wiha endamê CPT’yê eşkere kir ku bi hemahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û artêşa Tirk îro destûr ji welatiyên gundên Mijê, Kevne Mijê, Spîndarê û Gîrgaşê yên devera Ber Garê ya Amêdiyê dane ku dikarin di nava 9 saetan de serdana gundên xwe bikin, tiştên xwe yên mayî bar bikin. Her wiha ji bo welatiyên van gundan mêşên xwe yên hingivînê ji gund bibin 9 saet destûr dane wan.