ŞEHBA- Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Efrîn û Şehbayê ji bo bîranîna şehîd Vejîn Jiyan li hola Mîtan a li Ehdasê merasîmek li dar xist.
Şehîf Vejîn 27`ê Tîrmeha 2023`yan di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Xedîce Îbo axivî û got: “Rêber APO dibêje, me bi ciwanan dest pê kir û dê bi ciwanan bi dawî bikin, êdî bi hezaran şehîdên azadiyê hene. Dijmin ji ciwanan ditirse ji ber wê her tim êriş wan dike.”
Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Efrîn û Şehbayê Rîm Dad jî got: “Em şehîd Vejîn, Sara, Pêşeng bi bîr tînin ku di hemû qadan de li gorî ramanên Rêber APO, xwe îsbat kirin.”
Rîm wiha domand: “Jin her tim rû bi rûyî zehmetiyan û êrişan e lê belê li ser bingeha ramanên Rêber APO rêya azadiyê didomîne.”
Endamê Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Xalid Xalid jî diyar kir ku şehîd Vejîn bi dilsozî û hezkirin kar û xebat dikir û bi têkoşîna xwe bandor li bi sedan kesan kir.
Xalid wiha axivî: “Ciwan dê li ser şopa şehîdan û dê çeka wan li hember xiyanetê tohildan be.”
Di dawiya çalakiyê de sînevizyonek bi navnîşan “Vejîn, cenga azadiyê ser bixin” hate pêşandan.