REQA- Ji bo bîranîna şehîd Bîşeng Birûsk, Sara Hogir, Tolhildan Qendîl, Vejîn Jiyan ciwanên Reqa, endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Reqa û gundewarên wê, nûnerên ji Meclisa Rêveber a kantona Reqayê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Hîlala Zêrîn û Meclisa Jınan a Sûriyeyê festîvalek li dar xist.
Şehîd Bîşeng Birûsk û şehîd Sara Hogir Riha di 28ˊê Tîrmeha 2023ˊyan de di êrişên dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn, her wiha şehîd Vejîn Jiyan di 7ˊê Tebaxa 2023ˊyan li Hesekê di qezayekê de şehîd bû û şehîd Tolhildan Qendîl di 17ˊê Îlona 2023ˊyan de li herêma Bîncewîn şehîd bû.
Di fevstîvalê de li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê endama rêveber Ronahî Mihemed axivî û got: “Em îro şehîdên azadî û berxwedanê şehîd Bîşeng, Sara, Vejîn û Tolhildan bi bîr tînin.”
Ronahî wiha domand: “Şehîdan di oxira azadiya jinê de tê koşîn û li çiyayên Metîna, Zap, Avaşîn şer kirin û di oxira Kurdistanê de fedakarî kirin. Em soz didin em ê li ser şopa wan bin.”
Piştre koma Avaşîn a Kobanê, talboyên wêneyên 4 şehîdan li ser pêşkêş kirin. Her wiha dûre nivîskar û helbestvan Ebdulqadir Hemê bi zimanên Kurdî û Erebî helbest xwendin.
di festîvalê de koma Navenda Çand û Hunerê ya Reqa û hunermenda ciwan Delal El Hemed stranên pêşkêş kirin.
Festîval bi diruşma ˊBijî Serok APOˊ bi dawî bû.