NAVENDA NÛÇEYAN – HBDH, daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku di 23’ê Tîrmehê de li Stenbol/Avcilar/Navçeya Tahtakale depoya ku malzemeyên înşaetê lê dihatin parastin û qada ku madeyên hesin lê dihatin avêtin ji aliyê Milîsên HBDH yên Newal Merdîn ve hatin şewitandin.
Di daxuyaniyê de HBDH diyar kir ku çalakî ji bo bîranîna kesên ku li Başurê li dijî operasyonên dagirkeriyê yên di xeta fedaî de şer kirine û şehîd bûne hatiye lidarxistin û diyar kir ku di encama çalakiyê de depo bi temamî hatiye rûxandin.