NAVENDA NUÇEYAN- Şehîd Vejîn Jiyan di 27’ê Tîrmeha 2023’an de û Şehîd Sara Hogir Riha û Şehîd Bişeng Brûsk di 28’ê Tîrmeha 2023’an de di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.
Bi boneya yekemîn salvegera şehadeta 3 şehîdên jin ên ciwan ku weke pêşengên ciwanan tên naskirin, ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li Şehba û Tebqayê hatin bîranin.
Bi dehan ciwan û jinên ciwan bi tevlîbûna endamên Saziya Jin a Zeneboya ji bo bîranîna her sê şehîdan li Goristana Şehîdan a Tebqa kom bûn û mûm danîn ser gorên şehîdên şoreşê.
Piştre Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan Cennet Huseyîn hemû beşdaran silav kir û bang li her kesî kir ku ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz bigirin. Di axaftina ku jiyana şehîdan û têkoşîna wan a şoreşgerî ya ji bo azadiya gelan û rizgariya ji koletiyê hate vegotin, hate gotin ku di pêkanîna xeyalên şehîdan de rola herî mezin ya jin û ciwanan e. Her wiha hat gotin ku divê ciwan tola şehîdan hilînin.
Ciwan û jinên ciwan ên Şehbayê ku bi boneya yekemîn salvegera şehadeta sê şehîdên jin ên pêşeng li Şehbayê hatin cem hev, sînevîzyona ku li ser jiyana şehîdan hatiye çêkirin, tamaşekirin. Ciwanan mûm danîn ber wêneyên şehîdan û diyar kirin ku ew ê xeyalên şehîdan pêk bînin.
Bîranîn bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bûn.