NAVENDA NÛÇEYAN – Bişeng û Sara bi hesreta azadiyê ya di dilê xwe de pêşengiya gel, ciwan û jinên ciwan ên Kurdistanê kirin, ji Bakûra Kurdistanê heta Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li her qada ku lê bûn, pêşengî kirin.
Endama Komîteya Ciwanên PKK’ê û Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Şehîd Bişeng Brûsk û Endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan û Komalên Ciwan Şehîd Sara Hogir di 28’ê Tîrmeha 2023’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker û qirker de şehîd bûn. .
BIŞENG BRÛSK (ROJDA BÎLEN)
Bişeng Brûsk di malbateke welatparêz a Cizîra Botan de li bajarê Lozanê yê Swîsreyê hatiye dinê. Bi tevlîbûna malbata xwe ya nava refên gerîla û şehadeta wan gelekî bi bandor dibe. Ew her tim di nav lêgerînek mezin de ye ku beşdariyek hêja bibe.
BÎŞENG LEHENGEKÎ WÊREK YA DEMÊ BÛ
Di temenê xwe yê ciwan de bi îradeya xwe ya Kurdistanî diparêze û dema ku di salên zanîngehê de bi Tevgera Ciwanên Apoyî û Jinên Ciwan nasdike, daxwaza wê ya tolhildana Cizîrê xurtir dibe. Ji gund ber bi tax û bajaran ve Ciwanên Bakûrê Kurdîstanê re pêşengtî dike. Ji bo ku ciwanên Kurd herikîn nava refên gerîla roleke pir bi bandor lîst. Ji bo ku di paradîgmaya Rêber APO de kûr bibe berê xwe dide çiyayên Kurdistana azad.
Ji sala 2010’an ve di nava xebatên Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan de cih digire. Akademiya Şehîd Nûda Karker û Ocaxa PKK ya Sakîne Cansiz de perwerdeyê dibîne. Bi perwerdeyê re Îdeolojiya Azadiya Jin de kûrtir dibe.
Şehîd Bişeng li her cihê ku pêwîstiya ciwan û jinên ciwan bi rêxistinbûnê heye. Ji Başûrê Kurdistanê heta Rojhilat û ji Rojhilat heta Rojava li gelek qadan xebatan dike. Ji bo perwerdekirina ciwan û jinên ciwan bi fikrê Rêber APO dixebite.
Piştî pratîkên xwe yên serkeftî yên li vir, ew dîsa berê xwe dide Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di 28’ê Tîrmeha 2023’an de di encama êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a faşîst de bi hevrêya xwe Şehîd Sara re şehîd dikeve.
SARA HOGIR RIHA (GÜLSÜN SİLGİR)
Sara Hogir Riha li Rihayê di malbateke welatparêz de hatiye dinê. Bi Rêber APO re bi dilsozî û hezkirina xwe mezin dike. Di sala 1992’an de bi şehadeta birayê xwe bandor dike. Û ew her tim armanc dike ku çeka xwe bilind bike.
SARA HOGIR RIHA BI HER GAV NÊZÎ AZADÎ
Di sala 2009’an de ji Mêrsînê diçe zanîngehê û li vir tevlî xebatên ciwanên APOGERÎ dibe. Di sala 2011’an de ji bo berfirehkirina têkoşîna xwe tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe.
Ji bo birêxistinkirina ciwanên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê kedeke mezin da û di demeke kin de bû pêşenga jinan.
Bi hêrsa xwe ya ji Komkujiya Parîsê ya 2013’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Piştre ji bo li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer bike berê xwe dide Mexmûrê. Li vir di rêxistinkirina ciwan û jinan de kedeke girîng dide.
Di sala 2019’an de tevlî akademiya jina azad a Şehîd Zeynep Kinaci bû. Di dîroka jinê û hişmendiya azadiyê de kûr dibe. Piştî perwerdeyê berê xwe dide herêma Rojhilat.
Bi sed hezaran jin ber bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ve dibe. Piştî pratîka xwe ya li vir, vedigere qadên Parastina Medyayê.
Di 28’ê Tîrmeha 2023’an de li gel rêhevalê xwe Bişeng di êrîşa dewleta Tirk a qirker de şehîd dibe.
ÇavkanÎ: Bernameya Ciwanên Stêrka Sor