BEHDÎNAN- Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Hevrêyên me Devrîm û Ebû Leyla 30’ê Nîsana 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dijmin de şehîd bûn.
Hevrêyê me Devrîm li dijî êrîşên qirkirinê yên ku dewleta Tirk a mêtinger li Bakurê Kurdistanê li ser gelê me pêk tîne, weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet di nava refên têkoşînê de cih girt û bersiva dewleta mêtinger da. Di têkoşîna xwe ya 8 salan a bê navber de, her tim bi tempoyeke bilind di çeperê herî pêş de şer kir. Hevrêyê me bi pratîka xwe ya serketî îspat kir ku têkoşîna bi bandor a li dijî dewleta Tirk a dagirker, encex li çiyayên Kurdistanê pêkan e û di vî alî de ji hemû ciwanên Kurd re bû mînak. Zarokê egîd ê Botanê hevrêyê me Devrîm, têkoşîna xwe bi biryardarî dimeşand. Têkoşîna wî dê ji me hevrêyên wî û hemû ciwanên Kurdistanê re bibe çavkaniya îlhamê û bingehê serketinê.
Hevrêyê me Ebû Leyla yê ji nava gelê me yê Ereb derketî, di temenê ciwan de heqîqeta tevgera Apoyî ferq kir û tevlî nava refên têkoşînê bû. Têkoşîna xwe ya bi heskirin dimeşand, bi şehadetê tacîdar kir û bû yek ji xelekên rastiya enternasyonal a partiya me PKK’ê. Bi vî rengî hevrêyê me Ebû Leyla bû haveyna jiyana azad û bi hevre ya hemû gelên Rojhilata Navîn. Di heman demê de ji bo me hevrêyên wî jî bû fermana mezinkirina têkoşîna azadiyê. Weke hevrêyên wî em ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin heta ku Konfederasyona Rojhilata Navîn a Demokratîk pêk tînîn. Ku hevrêyê me Ebû Leyla timî xeyala vê Konfederasyona Rojhilata Navîn a Demokratîk dikir. Lehengên bi wêrek ên mîna Ebû Leyla, wê yekîtiya neteweyî ya demokratîk a gelên Kurd û Ereb pêk bîne û îdeala wan a jiyana hevpar xurt bike. Têkoşîna Azadiyê bi can û xwîna ciwanên Kurd û Ereb hatiye avdan. Ev têkoşîn wê li Rojhilata Navîn bibe garantiya jiyana nû ya azad.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Devrîm û Ebû Leyla, em ji gelên Ereb û Kurd ên welatparêz re, sersaxiyê dixwazin. Di şexsê hevrê Devrim û Ebû Leyla de, de em car din soza serketinê didin hemû şehîdên xwe yên leheng.”
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:
Nasnav: Devrîm Botan
Nav û Paşnav: Yahya Tunç Cihê Jidayikbûnê: Şirnex Navê Dayik – Bav: Asya – Seîd Cih û Dîroka Şehadetê: 30’ê Nîsana 2024’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Nasnav: Ebû Leyla Şehîd
Nav û Paşnav: Ehmed Ednan Berhawa Cihê Jidayikbûnê: Minbic Navê Dayik – Bav: Hêlê – Ednan Cih û Dîroka Şehadetê: 30’ê Nîsana 2024’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê |