NAVENDA NÛÇEYAN
Piştî ku rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa me Silêman Ehmed 279 rojan di girtîgeha PDK’ê ya Dihokê de hat ragirtin, îro hat dadgehkirin. Lê dadgeha ku dibin fermana PDK’ê de kar dike, 3 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan û edîtorê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed birî.
Îro piştî 279 rojên di girtîgeha PDK’ê de, rojnamevan û edîtorê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed li Dihokê hat dadgehkirin.
Dadgehê 3 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Silêman Ehmed birî.
Her wiha dadgehê rê neda nûnerê UNAMI tevlî runiştina dadgehê bibe.
Biryare piştî çend kêliyek din li ber dadgeha Dihokê ji aliyê kesûkarên Silêman Ehmed parêzerên wî û nûnerên UNAMI ve daxuyaniyek ji bo çapemeniyê were dayîn.