WAN- Li Wanê, bi armanca şermezarkirina girtina gelek ciwanan a ji aliyê dewleta Tirk ve li pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de polîsên faşîst êrîş li dar xistin û xwestin ciwanan binçav bikin. Lê belê ev êrîş bi berxwedana gel û ciwanan hate şikandin. Polîsên faşîst beyî ku tiştekî bi kesî bikin neçar man cihbiterikînin.
Bernameya govendê ya ku ji aliyê Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê ve ji bo şermezarkirina girtina gelek kesên ku li bajarên cuda yên Tirkiyeyê ji ber stran û govendên kurdî pêşkêş dikin hat organîzekirin. Lê êrîş bi berxwedanê hat pûçkirin.