MÊRDÎN- Devleta Tirk a dagirker ji bo operasyonên dagirkeriyê li Mêrdînê gundên Xerabreşk, Talatê, Cibilgirav û Çalê yên li Herêma Omeryan a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji bo 15 rojan weke “herêma ewlehiya taybet” ragihand.
Walîtiyê got ku herêma behsa xeberê di navbera 30’ê tîrmehê û 13’ê tîrmehê de weke “herêma ewlehiya taybet” hatiye ragihandin.