MEXMÛR-
Li Wargeha Mexmûrê şehîd Sara Hogir Riha, Şehîd Bîşeng Birûsk, Şehîd Tolhildan û Şehîd Vejîn bi nîşandana sînevîzyonê hatin bîranîn.
Li Saziya Ciwanan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi kombûna xelkê wargehê ya bi pêşengtiya ciwanan, Endama Komîteya Ciwanan a PKK’ê şehîd Bîşeng Brûsk (Rojda Bîlen), Endamê Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan Sara Hogir Riha (Gulsun Silgir) ku di 28’ê Tirmehê 2023’an de di encama êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de, her wiha Vejîn Jiyan ku 27’ê Tîrmehê şehîd bû, hatin bibîranîn.
Beriya ku bîranîn destpê bike di kesayeta her çar qehremanan de ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê endama Tevgera Jinên Ciwan a wargehê Viyan Bûdak axiftinek kir.
Viyan Bûdak di despêka axaftina xwe de xêrhatina gel kir û got: “Armanca kombûna me ya vê derê bîranîna şehîd Sara Hogir Riha, şehîd Bîşeng Birûsk, şehîd Tolhildan û şehîd Vejîn Jiyan’e. Van her çar qehremanan ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurd heta dawiyê têkoşiyan.”
Piştî axaftinê, sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna wan hevalan hatibû amadekirin, hat nîşandan.
Bîranîn bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’ bidawî bû.