Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

“Divê Ciwan Çeka Şehîdan Rakin”

Fermandarê YRK’ê Şoreş Alan Şehîdên Dalahoyê, di salvegera şehadeta wan de bi bîr anî û bang li ciwanên Kurdistanê kir ku çekên Cengawer û Ramanan hilgirin û û nehêlin nokerên wekî malbata Barzanî welat radestî dagirkeran bikin.

Edîtor: Axin Mahir Dicle
31/07/2024 - 15:39
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kûr Bûyin, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
“Divê Ciwan Çeka Şehîdan Rakin”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Fermandarê Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şoreş Alan bi boneya 9’emîn salvegera şehadeta şehîdên Dalahoyê, ew bi bîr anîn.

Nirxandina Fermandarê YRK’ê Şoreş Alan bi vî awayî ye:

“Îro 9’emîn salvegera şehadeta hevalên me fermandar şehîd Leşker Cudî, Elî Şêr Amed, Mêrxas Zîlan û Birûsk Merîwan e ku di encama komplo û êrişa artêşa dagirker a Pasdaran û hin kirêgirtiyên wan de li Dalaho û Selasa Bawecaniyê gihîştin şehadetê. Her wiha 10’emîn salvegera trajediyeya komkujiya herî mezin a sedsala 21’em e ku bi ser gelê Şengalê de pêk hat, gelê me bi komkujiyeke mezin re rû bi rû ma. Bi vê boneyê hem hevalên me yên şehîd ên li Dalahoyê hem jî hemû şehîdên gelê me yên li Şengalê em bi rêzdarî bi bîr tînin. Her wiha wekî ku me ji raya giştî re ragihandibû, di 14’ê vê mehê de ji ber êrişa balafirên şer ên dewleta Tirk a faşîst û dagirker a li ser herêma Pênciwênê sê hevalên me bi navên Cengawer Mîkaîl, Raman Rênas û Andok Tolhildan gihîştin pileya bilind a şehadetê. Careke din di kesayetiya her sê hevalên me yên şehîd de em hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin û li hember wan serê xwe ditewînin û soza xwe dubare dikin ku heta pêkanîna xeyal û armancên wan, em ê têkoşîna xwe bi hemû hêza xwe heta serkeftinê berdewam bikin.”

Her wiha Şoreş Alan êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Behdînanê û xiyaneta malbata Barzanî bi vî awayî şirove kir:

“Wekî ku gelê me dizane, ev çend sal in şerekî giran û bêeman li Kurdistanê tê meşandin. Bi taybetî dewleta Tirk a faşîst û qirker dixwaze li bakur û başûrê Kurdistanê hemû destkeftiyên gelê Kurd ji nav bibe. Bi vî awayî, tiştê ku di sedsala borî de nekarî bi ser Kurdan de bîne, ango qirkirin û kolekirina gelê Kurd, dixwaze di sedsala xwe ya duyem de bi hevkariya hêzên xayîn û noker û kirêgirtî yên Kurd, ango malbata Barzanî û PDK, di kesayetiya gerîlayên azadiya Kurdistanê de îradeya hemû gelê Kurd bişikîne. Lê belê gelê me û ew gelên ku di van êrişan de zerar û êş dîtine, bi hişyarî xwedî helwest in û daxwaza yekîtiyê dikin. Li vir êdî ne tenê erka Kurdên azad û welatparêz e, her wiha erka her kes û hemû aliyan e ku li hember vê dagirkeriyê û xiyanetê helwesteke pratîkî nîşan bidin. Ji ber ku dîrokê selmandiye ku dagirker, bi taybetî Tirkiyeya dagirker, pirsgirêka wê ne tenê bi nasnameya Kurdê azad re heye, berevajî vê yekê armanca wê qirkirina hemû gelê Kurd û dagirkirina Kurdistanê ye. Lê belê malbata Barzanî, tevî ku vê yekê dizane, dîsan jî bûye hevkara dewleta Tirk a dagirker û rasterast dijminatiya gelê Kurd dike. Ji ber vê yekê, divê her takekesekî Kurd xeta xwe diyar bike û xwedî helwest be, ji ber ku di vî şerî de bêalîbûn nayê qebûlkirin. Kesên ku ev mijar baş fam nekirine, divê baş bizanin ku ew kesên ku Şêx Ebdulselam Barzanî li sêdareyê dan, îro neviyên wan bombeyan bi ser Kurdistanê de dibarînin. Lewra pêwîst e ji dîrokê dersê wergirin û bizanin tiştê ku Hulakoxan bi ser Muste’semê Ebasî de anî, îro dê Erdogan û faşîstên Tirk bi ser Barzanî û malbata wî de bînin. Lewma ji bo her Kurdekî birûmet şermeke pir mezin e qebûlkirina vê xiyanet û teslîmiyetê. Dîrokê selmandiye ku xiyanet mirin e û têkoşîn û berxwedan serkeftin û jiyan e.”

Her wiha Şoreş Alan têkildarî êrişên li ser jîngeha Zagrosê û talankirina xwezaya welêt wiha got:

“Dîsan îsal komkujî û jenosîda jîngeha Kurdistanê ji aliyê kirêgirtî û neyarên jîngehê ve li daristanên Zagros, Pawe, Merîwan, Ciwanro û herî dawî jî li Kamyaranê pêk hat. Kirêgirtî û kesên ser bi rejîmê ve di her derfetekê de daristanên me dişewitînin, lê belê di vê rêyê de jî kesên jîngehparêz û binirx û welatparêz bi berdewamî di têkoşînê de ne û hewl didin jîngeha welatê xwe biparêzin û heta dawiyê ji vê rêyê venagerin. Di vî agirê dawî yê Kamyaranê de jîngehparêz û kesayetiyê binirx ê bajarê Merîwanê Kak Îsmaîl Kerîmî canê xwe yê ezîz ji bo xwezaya welatê xwe feda kir. Bi vê boneyê em sersaxiyê ji malbata wî ya birêz û civaka jîngehparêz û hemû gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê re dixwazin.”

Şoreş Alan bang li ciwanên Kurdistanê, bi taybetî li ciwanên bajarê Mehabad û Sineyê kir ku çekên Cengawer û Ramanan hilgirin û xwedî li welatê xwe derkevin û nehêlin nokerên wekî malbata Barzanî welat radestî dagirkeran bikin.

Şoreş Alan di dawiyê de sond û peyman da hemû şehîdan û gelê me û dayikên şehîdan, bi taybetî dayikên şehîd Cengawer û Raman Dayiak Helîme û Dayika Nehiye ku ew ê bi awayekî herî guncaw tola şehîdan rakin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

YPJ’ê cezayê îdamê yê li Îranê şermezar kir

Nivîsa Pêş

Jinan ji Efrîqayê: “Jin Jiyan Azadî”

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Jinan ji Efrîqayê: “Jin Jiyan Azadî”

Jinan ji Efrîqayê: "Jin Jiyan Azadî"

Avaşîn Çirav : yek ji van dilên ciwan ên serhildêr Avaşîn e

Avaşîn Çirav : yek ji van dilên ciwan ên serhildêr Avaşîn e

Manşet

  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.