NAVENDA NÛÇEYAN – Li vê erdnîgariyê her zarokek bi raperînê dest bi jiyanê dike. Her roj hevalek ji hevalên xwe kêm dibe û bi vî rengî mezin dibe. Lewma xwedî ruhê serhildanê ne. Yek ji van dilên ciwan ên serhildêr Avaşîn e. Avaşîn li dijî zilm, înkar û bênasname hiştinê berê xwe da çiyê. Ev jin a bi rûkeniya çiyê û ruhê serhildanê, li çiyê ji di her gavê de xwe jinûve afirand, bi şerê xwe bû gerîlayeke azadiyê ku hêvî li nava xaka Kurdistanê reşand.
‘EZ ZAROKEKE SERHILDANÊ ME KU ASTENGIYAN JI HOLÊ RADIKIM’
Ez zarokeke serhildanê me. Dilê min ê ciwan ba ye lli çiyê. Dilê min sînoran nas nake, têlan ji holê radike, kenê min digihêje zarokên li Başûr, Rojhilat û Rojava. Gelo kî dikare li pêşiya dilê min ê evîndarê azadiyê bibe asteng. Ez zaroka serhildanê me, hîn dema ji dayik bûm, dayika min li şûna şîrê xwe şîrê pak ê Kurdistanê da min. Bavê min li şûna ezanê navê Kurdistanê di guhê min de got û hatina min pîroz kir. Gotina min a destpêkê ‘Bijî Serok Apo’ bû. Lehengiya Egîd, eşqa Zîlan, sekna Bêrîtan a li dijî xiyanetê, govenda Sema ya bi govendê re ji min re ji aliyê pîrka min ve hate gotin. Her keziyê porê min bi hêviyekê hate hûnandin. Ez zarokeke serhildanê me, min bi pitikan nelîst, bi çêkirina çeperan ji keviran min dest bi lîstinê kir. Li quntarên Çiravê beziyam, min hêviyên xwe li çiyê şîn kir.
JINEKE BI RUHÊ SERHILDANÊ
Ez ê ji we re qala jineke bi ruhê serhildanê, dilxwaza azadiyê bikim. Di dilê xwe yê ciwan de evîna bi hezaran zarokan, jinan û gelê xwe mezin kir. Çîroka jinekê ku bi mezinahiya dilê xwe bilindahiya çiyê jî anî ber şermê. Keçeke perî ku bi coşeke mezin li çiyê Xwedawend pêşwazî kir. Dema ku porê wê yê reş digihîşt Dîcleyê, Dîcle digihîşt Firatê û hîn bi coş diherikî. Bi dengê xwe yê bedew xwezayê ahengî pê re dikir, bi dengê xwe dibû hêvî ji dilê me re. Hêviya di dilê xwe de bi dengê xwe yê bi ruhê serhildêr xwe nîşan dida. Ew jî mîna navê xwe dilek ji agir bû.
Serhildan Erdem li bajarê serhildan û berxwedanê li Dihê ji dayik bû. Malbata wê ji bo bibe jineke bi ruhê serhildanê navê wê kir Serhildan. Welatparêziya xurt a malbata wê bandor li kesayetiya wê kir. Bi çîrokên lehengiyê yên gerîla mezin bû. Ruh û kesayetiya wê bi serhildanê ava bû, zarokatiya wê li quntara çiyayê Çiravê derbas bû. Her sibehê berê xwe da rojê û bi silavdayina li çiyê dest bi rojê kir. Çiya pîroz e, ya ku çiyê pîroz dike jî zarokên bi dilê çiyê ye. Serhildan jî her ku ji vê yekê re şahidî kir di dilê xwe yê zarokatiyê de têkiliyeke xurt bi çiyê re danî. Ne jiyana li bajêr ne jî jiyana ku sîstemê ferz dikir bala wê kişand. Di dilê wê de çiya hebû. Serhildan di wî temenî de dil û hişê xwe bi rengê azadiyê vekir. Li her cihê ku çû nîşan da ku ew ne ya vê dinyayê ye. Kesayetiya wê, nêrîna wê ya serhildêr ew ji hevtemenê wê cuda dikir. Bi stranên xwe dilê xwe li çiyayên Kurdistanê digerand. Dilê wê sînor nas nedikir, ne qalibên dewletê ne jî yên mejiyê ji serweriya mêr qebûl kir. Li dijî neheqiyê dimî sekneke serhildêr nîşan da. Malbata wê timî dibû hedefa zextên dewletê. Tevî vê yekê jî ti carî serî li ber dagirkeran netewand. Serhildan hîn di wî temenî de li ber dagirkeran rabû. Yek ji wan zarokên wêrek ên Kurdistanê bû ku bedena xwe biçûk lê dilê xwe mezin bû. Serhildan hêviya dayika xwe bû. Têkiliya wê bi dayika xwe re ji çanda xwedawendiyê bû. Hêrs, êş û hêviya dayika xwe jî di dilê xwe de hilgirt. Rojek wê bihata ne tenê ji bo dayika xwe ji bo hemû jinan wê li çiyê şer bikira. Ji bo ew êşa di çavên wan de veguheriye ronahiyê. Serhildan ji zûdeyî biryara xwe dabû, berê xwe dabû çiyê.
JINA BI KENÊ AZADIYÊ YÊ KATOYAN
Serhildan berê xwe da serê çiyayên Çiravê ku li quntarên wê mezin bû. Di sala 2014’an de ji Botanê tevlî bû, li çiyayên azad navê xwe kir Avaşîn. Li Bestayê tevlî perwerdeya şervanên nû bû. Li vê derê hemû hunera jiyana gerîla hîn bû. Piştre jî ji bo tevlî pratîkê bibe çû Katoyan. Bi eşqeke mezin berê xwe da Katoyan. Dema ku gihîşt serê çiyayê Katoyan mîna kulîlkeke li zinaran şîn dibe, lê hat.
Mayina li warê serhildêr ê Xwedawendan dilê wê mezin kir. Bedewiya çiyê ew hîn bedew kir. Avaşîn ji ber ku li serê çiyayê ku li quntara wan mezin bû gerîlatî kir, bi coş û kelecan bû. Ne xerîbê çiyê, bêhna çiyê bû, lewma li çiyê zor û zehmetî nekişand. Zû hînî jiyana li çiyê bû, bi tevlîbûna xwe ya bi coş bala hevrêyên xwe hemûyan kişand. Coşa xwe ya jiyanê, enerjiya xwe ya erênî mîna çemekî ye ku bêdawî diherike. Bi jîrbûna xwe, bi karkeriya xwe û evîndariya xwe ya li çiyê di nava jiyanê de zû bi pêş ket. Lêgerîna xwe ya li heqîqetê bi lêpirsînê kûr kir. Ji bo bibe milîtaneke xurt a Rêber Apo li hemberî jiyana ferzkirî têkoşiya. Ruhê xwe yê serhildêr veguherand têgihiştinê, li çiyê bû milîtaneke heqîqetê ku şer kir û li bedewiyê geriya. Li çiyayê Katoyê di her kêliya jiyanê de azadî hîs kir. Her ku hîs kir bi jiyanê û pîrozmendiya jiyanê re bû yek. Di her gavê de lehengên ji bo xakê xwîna xwe rijandin bi bîr anî. Ji bo hêjayî van nirxan bibe jiyana xwe hûnand. Bi kesayetiya xwe ya têgihiştî bala her kesî kişand, bi nêzîkatiya xwe ya bi berpirsyarî di nava hevrêyên xwe de bû cihê bawerî û hezkirinê.
Di sala 2017’an de li Katoyê di êrişa dagirkeran de tevî hevrêyên xwe heta dawiyê şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû. Ruhê berxwedêr ê Xwedawendan ku teslîmiyetê qebûl nake û heta dawiyê li ber xwe dide di şerê wan de careke din der bû, bû hêvî û ket nava xakê. Stranên ku li Katoyan got, wê ji aliyê zarokên bi ruhê serhildanê ve careke din bêne gotin.