ŞEHBA- Şêniyên Efrîna dagirkirî û yên Şehbayê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Çekdar Kobanê li Goristana Şehîd Sozdar Amanos a li bajarokê Fafînê ya kantona Efrîn û Şehbayê veşart. Her wiha li heman cihî merasîma xiyabî ji bo şervanê HREˊyê şehîd Dilsoz Raco hat lidarxistin.
Di serî de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Gulê Mihemed sersaxî da malbatên her du şehîdan û bêdengiya cîhanê ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kir. Gulê got: “Hewl didin vîna me bişikînin, lê kes nikare vîna me bişikîne.”
Endamê Saziya Olî ya kantona Efrîn û Şehbayê Mehmûd Cimo sersaxî da malbatên her du şehîdan û soza tolhildana şehîdan û şopandina rêya wan ji bo pêkanîna serkeftinê û têkbirina dijminan nû kir.
Di dawiya merasîmê de wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên hatin kirin.
Şehîd Çekdar Kobanê jî bi tilîliyên dayikan û siloganên “Şehîd Namirin” hat veşartin.