BEHDÎNAN- Hêlîn Umît anî ziman ku daxuyaniya xelatgirên Nobelê û Neteweyên Yekbûyî yên li dijî êşkenceya Îmraliyê girîng in û got, “Li Îmraliyê rejîmeke cuda heye.” Hêlîn Umît destnîşan kir ku yên aştiyê dixwazin nikarin bêalî bimînin û wiha domand: “Divê ti kes li hemberî şerê li Kurdistanê bêdeng nemîne. Divê li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Kurd û sîstema qirkirina Îmraliyê li ber xwe bidin.”
Hêlîn Umît destnîşan kir ku gerîla li dijî dagirkerî û tecrîdê berxwedaneke dîrokî dimeşîne û anî ziman ku berxwedana li Bakur têrê nake û peyama “divê serhildan pêk bê“ da.
Hêlîn Umît li ser êrîşên li dijî nirxên Kurdan jî rawestiya û bang li gel kir ku bi xurtî xwedî li nirxên xwe derkevin.
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît pirsên Medya Haber TV’ê bersivand.
‘HEWLDANA XELATGIRÊN NOBELÊ PIR WATEDAR E, DIVÊ BERDEWAM BIKIN’
Rojeva me ya yekemîn tecrîd û têkoşîna li dijî tecrîdê ye. Tecrîd didome, berxwedan jî didome. Di meha Tîrmeha derbasbûyî de bandorên berxwedana li dijî tecrîdê û bi heman rengî bertekên li dijî polîtîkayên tecrîdê derketin holê. Mînak di civîna Neteweyên Yekbûyî ya di meha Tîrmehê de hat lidarxistin de rapora komîteyê hat amadekirin û pêşkêşkirin. Di vê raporê de tecrîda Îmraliyê jî hate rexnekirin. Her wiha 69 zanyar û ramangerên xwediyê Xelata Nobelê jî ji sazî û rêxistinên navneteweyî û Tayyîp Erdogan re nameyek şandin. Di nameyê de xwestin ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo demoldest bê misogerkirin û ji bo Rêber Apo di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de rola xwe baş bi cih bîne daxwaza sererastkirina şert mercan kirin. Ev hemû di çarçoveya bandorên têkoşîna li dijî tecrîdê de dikarin bên nirxandin. Di vê çarçoveyê de hûn têkoşîna li dijî tecrîdê û qonaxa ku polîtîkayên tecrîdê gihîştine çawa dinirxînin? Her wiha bi taybetî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li dijî tecrîdê têkoşîna pêwîst tê dayîn an na?
Di serî de li ser navê hemû hevrêyên xwe Rêberê me yê ku berxwedana dîrokî li Îmraliyê didomîne, bi hezkirin û rêzdarî silav dikim. Weke ku te jî diyar kir meha Tîrmehê jî meheke germ bû. Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê çalakiyên li dijî sîstema qirkirina Îmraliyê didomînin. Liv ê tevgereke girîng hebû. Dîsa gerîla bi taybetî li dijî pergala qirkirina Îmraliyê têkoşîn meşandin. Di vê wateyê de hemû pratîka gerîlayên azadiyê li ser esasê hilweşandina sîstema qirkirina Îmraliyê pêş dikeve. Li wan didin. Her çalakiya gerîla ya ku tê kirin di esasê xwe de li pergala qirkirina Îmraliyê dide. Armanc tinekirina wê ye. Me meheke din a bi rûmet a Tîrmehê li pey xwe hişt. Bi ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê… Pêngava gerdûnî ya azadiyê di vê çarçoveyê de didome. Vaye pêşengiya gerîla heye, çalakî û têkoşîna gelê me li her derê li çar parçeyên Kurdistanê dimeşîne heye. Bê guman, bandorên vê yekê her roj bêtir eşkere dibin. Di vê çarçoveyê de geşedanên ku we behs kir derketin holê. Ev geşedanên girîng in. Geşedanên ku divê tu carî biçûk neyên dîtin, divê bi heyecan û coşeke mezin bên pêşwazîkirin û bi nirx bên dîtin. Helbet bi taybetî jî îradeya 69 xwediyên Xelata Nobelê û Xelat Aştiyê wegirtine, zanyar, akademîsyen û wêjevanan ne tenê guhertina şert û mercên Rêber Apo, di heman demê de daxwaza azadiya fîzîkî û bi Rêber Apo re pêşxistina muzakereyan gelekî watedar e. Ne gelê Kurd û ne jî mirovahî nikarin wan tenê weke 69 kesan, 69 xwediyên Xelata Nobelê û xwediyên Xelata Aştiyê, tenê 69 kesan dibînin. Ji ber ku rewşenbîr, mirovên zanistî pêşxistine û wêjeyavan in, di hemna demê de nasnameya civakî temsîl dikin ku layîqê vê pênaseyê ne. Tew van kesan xelata aştiyê wergirtine. Divê em bi rastî wateya wê baş bizanibin. Wijdana civakî, wijdaa civakî yê mirovan derdixe holê.
Bala xwe bidinê: pêncî sal berê dema ku li Kurdistanê pelek jî nedilivî, her cure sîstemên îmha, înkar û jenosîdê li ser gelê Kurd dihatin meşandin, Ji ber vê yekê ev banga aştiyê an jî ev hewldan niha tê wateya; li dijî Kurdan şer heye û li dijî Kurdan êrîşek heye. Li ser gelê Kurd qirkirinek heye. Dixwazin vê rawestînin. Di vî warî de, ez difikirim ku ev 69 kes xelata aştiyê heq dikin. Û ez dikarim bibêjim ku helbet em hêvî dikin ku tenê bi vê gotinê nemîne. Em hêvîdar in ku ew ê piştgiriyê bidin gelê ku bi rastî jî gelê herî bindest ê cîhanê ye, bê nasname, bê statu ye, di sîstema înkar û îmhayê de ne û di bin êrîşên qirkirinê de ketiye vê sedsalê. Di alî de li hemberî şerê heyî polîtîkaya bêalîbûnê nemeşînin.
‘DEMA DAXWAZA AŞTIYÊ TÊ KIRIN, NIKARIN BÊ ALÎ BIMÎNIN’
Rewşek bi vî rengî heye: Mînak nîqaşên aştiyê pir tê gotin, ne wisa? Mînak li Tirkiyeyê jî heye. Cihên din jî hene. Bila aştî hebe, bila aştî hebe. Hem hewcedariya aştiyê hem jî daxwaza aştiyê yek tiştî nîşan dide. Nîşan dide ku şer heye. Li ser vê bingehê ye. Lê aliyên vî şerî jî hene. Hinek êrîş dikin, hinek li ber xwe didin. Ger li gel mezlûman û yên ku mafên wan hatine desteserkirin nebin, aştî pêk nayê. Yanî wekhev nêzîkî her kesî bibin, wekhev dûrî aliyan bisekinim, bi vî rengî parêzvaniya aştiyê bikim, nabe.
Bi vê wesîleyê dixwazim bi rêya we vê bangê li mirovahiya demokratîk, hemû beş û derdorên cîhanê bikim. Divê ti kes li hemberî şerê li Kurdistanê bêdeng nemîne. Di vê çerçoveyê de li dijî hêrîşên jenosîdê ên li ser gelê Kurd û pergala jenosîda Îmraliyê divê ku mirov li ber xwe bide. Divê pergala qirkirina Îmraliyê ji holê bê rakirin. Ev girîng e. Ya ku derketiye holê ev e. Lê dîsa were dubarekirin ku têkoşîna bê hempa ya gelê Kurd ev pêşketin derxistiye holê. Di 25 salên dîlgirtina Rêbertiya me de jî wisa ye. Berê li kuçe û kolanên Ewropayê, li her çar parzemînên cîhanê Kurd li ku derê bûna her tim di nava çalakiyan de bûn. Her tim daxwazên xwe yên hebûn û azadiyê anîn ziman. Ji ber vê yekê em niha dibînin ku di raya giştî ya cîhanê de hesasiyeteke bi vî rengî pêş dikeve.
Bi vê re ya girîng a duyemîn ew e ku we jî bal kişand ser. Ew bi rastî girîng bû. Di rastiyê de yek ji parêzerên Rêbertiya me Rêzan Sarica jî nirxandinek kir. Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ye. Got ku nêzîkatî û helwesta CPT nîşan bide îro Neteweyên Yekbûyî anî ziman. Belê, daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî girîng e. Mînak fikarên xwe tînin ziman. Bi rastî her ku diçe bêtir eşkere dibe. Di bin kontrola dewleteke endamê Neteweyên Yekbûyî de girtiyekî siyasî heye. Dîlek heye. Miameleya lê dikin ne diyar e. Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya xwe de diyar kiriye û dibêje kesê hatiye binçavkirin divê herî dereng 24 saet şûnde bi parêzerê xwe re hevdîtinê pêk bîne. Ev mafê wî heye. Û piştî wê jî nepenitiyê jî di ber çavan der derbas bike divê bi awayekî rêkûpêk bi parêzerên xwe re hevdîtinan bike. Di çarçoveya mafên mirovan de li cihanê ev maf hatine qebûlkirin.
‘LI ÎMRALIYÊ REJÎMEK TAYBET HEYE’
Binêrin, Rêberê me ev nêzî 10 sal in nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Beriya wê dema ku bi Rêbertiya me re hevdîtin dihat kirin, di bin zextan de bû, 24 saetan timî bi kamerayan dihat şopandin, di bin zextan de bû… Rêbertiya me ti carî di bin şert û mercên rehet û hiqûqî de bi parêzerên xwe re nehiştine hevdîtinê bike. Jixwe ev rewş bi xwe jî dide xuyakirin ku rejîma li Îmraliyê hatiye avakirin bê çiqas taybet e, çiqasî li gorî kesan e û ev j nîşan dide ku bê Rêberê me çiqasî taybet e. Li kêleka Rêberê me çar heval hene. Hevalekî me cezayê wî qediyaye, divê bê berdan. Lê wî bernadin. Ti dizanî çima bernadin? Ji bo agahiyên derbarê Rêberiyê dernexe derve bernadin. Da ku fikrên Rêbertiyê dernekeve derve. Ji bo gelê Kurd her tim di nava xem û fikaran de be. Ji bo ku ew li ser mijarek din tênekoşin. Ji bo bi sîstema qirkirin û êşkenceyê ya ku li ser Rêber Apo tê meşandin bi awayekî psîkolojîk êşkenceyê li gelê Kurd bikin û pozîsyona rehîn a Rêbertî bi kar bînin, wisa dikin. Hevalên me hefteya borî ev yek ragihandin. Hevalên me hefteya borî çi ragihandin? Heval Besê got, hinek tiştan li ser me ferz dikin. Mîna ku hûn vê bikin, em ê wisa bikin. Ev jî bê Rêbertiya me di nava statuyeke rehîne ya çawa de tê girtin radixe ber çavan.
‘DAXUYANIYA NY’Ê YA LI SER TECRÎDÊ PIR GIRÎNG E’
Di rewşeke wiha de ragihandina raporeke bi vî rengî ya Neteweyên Yekbûyî girîng e. Bi taybetî di mijarên parêzer divê demildest biçin Îmraliyê û pêkanîna hevdîtina bi Rêber Apo re jî gelek girîng in. Ez jî dixwazim hin tiştan li ser zêde bikim. Mînak bi mehan e em li ser helwesta CPT’ê nîqaşê dikin. Ew Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ye. Rêxistineke navneteweyî ye. Mirov dikare wiha bêje; CPT saziyeke ku di encama têkoşîna gelên Ewropa û gelên cîhanê de hatiye avakirine. Saziyeke serdewletî, serneteweyî ye. Lê wan daxuyaniyek çawa dan? Gotin ji ber dewleta alî destûrê nade em rapora 2022’yan eşkere nakin. Ez behsa rapora 2023’yan nakim. Ez behsa rapora 2024’an jî nakim. Li ser vê mijarê daxuyanî Buroya Hiqûqê ya Asrinê jî heye. Ew bi rastî girîng e. Birêz Ozgur Erol li ser vê mijarê daxuyanî dabû. Mînak Ozgur Erol dibêje; 14 sal berê, 15 sal berê dema hevdîtin hebûn, dema hevdîtin dihat qutkirin û çûna parêzeran dihat astengkirin, CPT daxuyanî dida. Digot ku hevdîtina parêzeran nayê astengkirin. Lê demek dirêj e çûn, derketin, hevdîtin, peywir û wezîfeya parêzeran a li hemberî muwekîlên wan tên astengkirin, CPT tiştekî nake û ti daxuyanî nade. Dewleta alî ku destûrê nade vê yekê bi rastî hin tiştan nîşan dide. Ev çi nîşan dide? Miameleya xerab, neheqiyê nîşan dide. Li wir ti tişt rast nameşe nîşan dide. Di wî warî de ev hemû rastî gihiştine wê astê ku êdî nayên veşartin. Jixwe li Tirkiyeyê em vê yekê baş dizanin. Bi her awayî li Tirkiyeyê qanûn nîne. Bi her awayî li Tirkiyeyê edalet nîne. Dema ku mijar dibe Kurd ji xwe tine ye. Lê niha bi sedemên curbecur û di bin maskeyên cuda de veşartina vê yekê ne mimkun e. Êdî hatiye asteke wisa ku bertekên civakên cîhanê û mirovahiyê dikşîne ser xwe. Ji ber vê yekê wijdanê mirovahiyê diêşe. Rêberekî ku têkoşîneke wisa bi heybet pêşxistiye û wê li wê derê be. Ew ê her tiştê xwe xistibe rêya hebûna gelan. Hûn ê ji ber vê yekê wî bidarizînin û hûn ê nehêlin ku ew daxwazên xwe yên herî hêsan, heta mafên xwe yên hêsan pêk bîne. Lewma ev nayê qebûlkirin. Ev bi temamî nayê qebûlkirin.
‘TÊKOŞÎNA MAFÊ HÊVÎYÊ DIVÊ BERDEWAM BIKE, ERKA DIKEVE SER MILÊ ME BERXWEDANA BÊ HEMPA YE’
Di vê çarçovê de ez ê tişta dawî bibêjim û pirsa bi bersivînim. Ez ê vegerim ser çalakiya gel û bersiva pirsa we bidim. Me berê jî behsa Mafê Hêviyê kiribû. Mafê Hêviyê wê îsal dîsa bê nîqaşkirin. Di vê çarçoveyê de gelê Kurd û dostên wan ji bo ku Rêber Apo ji Mafê Hêviyê yê bi van zagonan hatiye diyarkirin sûd werbigire, divê li hemû qadan têbikoşin. Hemû qanûn, hemû qanûnên ji aliyê pergala navneteweyî ve hatine amadekirin, pêwîste Rêbertî piştî 25 salan ji vî mafî sûd werbigire. Ev yek bi lîstikên bi navê cezayên dîsîplînê û lîstikên hiqûqî nayê astengkirin. Binêrin, beriya hefteyekê careke din cezayê dîsîplînê ragihandin. Dîsa cezayê dîsîplînê li Rêber Apo hatiye birîn. Em dixwazin sedema van cezayên dîsîplînê bizanibin. Parêzer dixwazin bizanibin. Yanî ez nikane ewqas keyfî tevbigere. Cezayê keyfî û yekalî nayê dayîn. Ev tiştên ku min behs kirin aliyên wê yên qanûnî ne. Em baş dizanin ku ev hemû lîstikeke siyasî ye û bi şerê li dijî gelê Kurd ve girêdayî ye. Em dizanin ku wê azadiya Rêbertiyê, bi azadiya gelê me re pêş bikeve. Heta ku ev rewşa li Îmraliyê bidome, li Kurdistanê çareseriyeke siyasî û hiqûqî pêk nayê. Li Kurdistanê gavên aştiyane nayên avêtin. Ji ber vê yekê divê ti kes xwe bi vî awayî nexapîne. Divê ti kes di vê mijarê de xwe nexapîne. Em dev ji çareseriya siyasî û aştiyane bigerin, dijminekî ku xwe bi şûrê komkujiyê xemilandiye li pêşberî me heye. Erka me ya li hemberî vê yeekê berxwedaneke bi heybet e ku armanca wê hilweşandina sîstema qirkirina Îmraliyê ye.
‘ÇALAKÎ LAWAZ IN, JI BAKUR RE SERHILDAN DIVÊ’
Di dawiya pirsa xwe de we bi taybetî behsa çalakiyên li Bakurê Kurdistanê kir. Helbet li Bakurê Kurdistanê gelek çalakî tên lidarxistin. Nerazîbûnên bi taybetî yên ji aliyê xizmên girtiyan ve tên kirin, dewam dikin. Erê, li zindanan pêvajoya çalakiyê guherî. Xizmên girtiyan çalakiyên xwe yên li dijî tecrîdê, pêkanînên dijmirovahî yên li girtîgehan û bi taybetî li djî pergala Îmraliyê û pêkanînên qirkirinê dane destpêkirin didomin. Lê helbet ev têrê nakin. Ji ber vê yekê em nikarin van têr bibînin. Bakurê Kurdistanê bingeha û koka têkoşîna me ya azadiyê ye. Weke ku dibêjin, her tişt ji wir pêşket û belav bû. Rastiyek wisa heye. Di vê wateyê de pêwîste pêla têkoşînê bi awayekî li gorî kevneşopiya têkoşînê bilind bibe. Û raperîna civakî lazim e, serhildan lazim e. Bi vî awayî nabe, li pêşberî we sîstemeke dewletê heye ku tiştên biçûk, lawaz, hejmara kêm li ber çavan nagire û wan dieciqîne. Wê demê çi hewce ye? Pêwîstî bi çalakiyên civakî yên li ser bingeha hevgirtinê hatine pêşxistin hene û ew ê berxwedanê mezin bike. Ev dibe ku meş be, ev dibe çalakiyên kolanan be, dibe ku ev çalakiya rûniştinê be, ev dikare bibe çalakiya kondanînê, dibe ku bibe greva birçîbûnê be. Ez dixwazim vê bêjim. Bi rastî jî divê gelê me yê li Bakurê Kurdistanê bi vî rengî tevnegere, weke ku qirkirinek tune ye tenegere. Dijmin ji bo feraseteke wiha biafirîne hewldanên taybet dide. Mîna ku jiyana nû berdewam dike. Ne wisa ye. Li Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê rejîmeke qirkirinê heye. Sîstema qirkirinê heye. Dibe ku hûn ê di pêş de pirsan bipirsin. Lê di navenda van hemûyan de pergala qirkirinê ya li Îmraliyê heye. Heta ku ew neşikê, ti tişt naşikê. Ne aborî rast dibe, ne têkiliyên civakî wê pêş bikevin û ne jî em dikarin nasnameya xwe azad bijîn.
Di vê çarçoveyê de gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê bi taybet li Bakurê Kurdistanê û li derveyî welat, divê bi awayekî ku meha Tebaxê bibe meha pêngavê û bibe meha Egîdan. Divê helwesteke ku têkoşîna civakî bilindtir bike bê pêşxistin.
‘PDK HEWL DIDE KURDÎTIYÊ BIKE MIJARA BAZARÊ, XAYINTIYA MEZIN DIKE’
Yek ji mijarên sereke yên di rojeva têkoşîna li Kurdistanê de şer e. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berxwedanek ji aliyê gerîlayên azadiyê ve tê meşandin. Êrîşên dagirkeriyê yên dawî ku hatin destpêkirin ji 3’yê Tîrmehê ve derbasî qonaxeke nû bûn. Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a bi piştgiriya PDK’ê destpê kirine bi polîtîkayên kûrkirin û pêkanînê hewl dide xeta Metîna-Zapê dorpêç bike. Di nav de cihên îbadetê jî hene cih û warên hatine bombekirin û valakirin hene. Ev hemû bi piştgiriya PDK’ê pêk tên. Çalakiyên gerîla hene, helîkopter xistin, SÎHA têne xistin, leşkerên dagirker têne cezakirin. Ev jî nîşan didin ku gerîla di şer de xwe pêş dixe. Hûn şer li gorî rewşa niha çawa dinirxînin? Dewleta Tirk van hemû stratejiyên dorpêç û dagirkeriyê bi çi armancê dimeşîne û armanca PDK’ê çi ye?
Di serî de ez hemû şehîdên me, şehîdên dawî Devrîm û Ebû Leyla bi rêzdarî bi bîr tînim. Bi rastî jî yek ji berxwedanên herî bi heybet ên dîrokê tê nîşandan. Li Zap, Avaşîn, Metînayê… Ya rast li herêma ku em jê re dibêjin Behdînan, em nikarin zêde rave bikin. Rêber Apo dema ku behsa berxwedana gerîla û serpêhatiyan wan dikir, digot; wê kî îfadeyê bêje. Kî wê romana me binivîse? Kî wê ji bo vê edebiyatê binivîse? Mînak ev hest û serpêhatiyên hanê dê çawa bên îfadekirin? Bi rastî em niha di serdemeke ku lûtkeya vê dijîn de derbas dikin. Ji ber vê yekê hemû hest têne hilanîn. Heger hestên ewqas mezin, azweriyeke mezin a azadiyê û dilsoziyeke mezin nebûya, ne mimkun bû ku di vê çarçoveyê de berxwedaneke wiha bihata pêşxistin. Di vê çarçoveyê de ez bi rêya we silavên xwe ji hemû hevrêyên me re, ji hemû hevrêyên ku bi xeta fedayî ya PKK’ê li hemberî dijmin şer dikin re dikim. Belê, şer wek we jî berdewam dike. Dijmin dibêje, sîstema şerê taybet a Tirk, ’em ê qeflê bigrin’. Dibêjin li ser vî esasî êrîşên xwe pêk tînin.
Lê bê guman, tiştek bi vî rengî heye. Mirov nikare bêje ku gelek encam girtine. Belê, ji deştê bi pêş ve diçin hewl didin ku dora çiyê dorpêç bikin. Taktîk hinekî wisa ne. Yê ku di deştê de jî pêşengiyê dike PDK ye. Ji herêmên PDK’ê dikevinê û taktîka dorpêçkirina gerîlayan dimeşînin. Em li deştê nînin. Me li çiyayan çeper girtiye û me hê jî dest ji çeperên xwe bernedaye.
Di hemû çeperan de hevrêyên me hene. Şer bi hemû dijwariya xwe didome. Lê bi rastî ez naxwazim wê bi vî rengî asayî bikim. Ji ber ku şerekî giran diqewime. Artêşeke ku hemû teknolojiya NATO’yê bi kar tîne heye. Komek xayîn jî heye ku belkî di dîroka ti miletî de nehatibe dîtin. Çima ez vê dibêjim? Belê, em li dîroka têkoşîna gelên din jî dinêrin. Komên wiha yên lanetkirî ku hewl didin berjewendiyên neteweya xwe û gelê xwe ji bo berjewendiyên xwe difroşin hene. Di nava Kurdan de jî hene. Lê ev pênase tam têra PDK’ê nake. Çima? Ji ber ku ew vê yekê eşkere dike, bêyî ku şerm bike. Mînak, gelên din bi kêmanî hewl didin ku vê yekê veşêrin û peymanên veşartî çêdikin. Nizanim, wê demê li ber dîrokê hatine darizandin û şerm kirine. Lê ev ne îxaneta yekem a PDK’ê ye, yanê malbata Barzanî ye. Hebûna xwe li ser bazarkirina kurdayetiyê ava kirine. Ti bi gotina komek hevkar û xiyanetkar e vê derbas nakî. Ji ber vê yekê pêwîste ku mirov xwe bêtir li pênaseyên siyasî bigere. Mînak dikarin jê re bibêjin Gladio di nava Kurdan. Rêber Apo got: Kurdên Spî. Di parêznameya pêncem de jî pêkhateya Barzanî û PDK’ê bi vî rengî pênase kir. Şerê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybetî li Behdînanê tê meşandin, weke dijberiya PKK’ê tê îfadekirin û tê gotin ku ji bo tasfiyekirina PKK’ê ya li herêmê tê kirin. Lê ne wisa ye. Derket holê ku PKK’ê weke hincet nîşan didin û gengeşiya li Rojhilata Navîn weke firsendê dibînin û Kurdîtiyê hedef digirindefgirtin. Gelê Kurd hedef tê girtin. Hemû gundên Kurdan vala kirin, şewitandin û bombebaran kirin. PDK’ê artêşa Tirk xist nava hemû qadên ku eşîrên ku ne nêzî Barzanî ne û li dijî Barzanî bûn xwedî bandor bûn. Roleke wisa rezîl lîst. Di vê wateyê de, we pirsa armanca sereke stratejiyek e pirsîbû. Stratejiya dewleta Tirk çi ye? Armanca wê ya yekem ew e ku hebûna gelê Kurd li vê herêmê ji holê rabike. Beriya niha di Çapemeniya Azad de derketibû holê. Mînak mijarên ku Bahçelî û Barzanî li ser li hev kirine rûpel bi rûpel tên weşandin. Wê çeteyên MHP’ê li wir bi cih bikin.
Dixwazin demografiya Kurdan, ev erdnîgariya Kurdan ku Sedn nikarîbû ji holê rake tine bike niha bi MHP’ê re çeteyên DAIŞ û Eniya Tirkmen li vir bi cih bikin û erdnîgariya Kurdan ji holê rakin. Erdnîgariyek civaka Kurd ne lê be ma dibe dibe erdnîgariya Kurd? Dibe ku ew bîranînek dûr bimîne. Dibe ku ew dikare pirtûkên dîrokê binivîse. Lê niha rojane kes nabêje erdnîgariya Kurdan. Binêrin, li Kerkûkê lîstokên nifûsê jî ev bû. Bi kurtasî, armanca yekem û dawîn ji holê rakirina erdnîgariya Kurdistanê ye. Yanî ji holê rakirina welatê Kurdan e. Divê ev yek ji aliyê her kesî ve pir baş were fêmkirin. Armanca duyemîn jî helbet di rewşa heyî de dewleta Tirk planeke herêmî dimeşîne. Ev tenê bi Kurdan û hebûna Kurdan re bisînorkirî namîne û her ku fersendê bibîne wê li derve xeyalên Mîsakî Millî û neo osmanîzma nû bi planên îlhaqê pêk bînin. Li herêma ku Kerkûk, Mûsil, niha Metîna, Zap û gav bi gav Garê û Xakurkê digirie nav xwe kontrolkirina herêmê tê çi wateyê? Ji aliyekî ve tê wateya kontrolkirina Mûsilê û ji aliyê din ve tê wateya gihandina Kerkûkê. Rastiyek wisa heye. Di vî warî de her çendî dibêje ku armanca min tasfiyekirina PKK’ê ye, lê sedema bingehîn hebûna gelê Kurd e û xwe weke hêzeke emperyal li herêmê bi cih dike.
Di vê çarçoveyê de weke ku hûn dibêjin gerîlayên azadiyê û hevrêyên me berxwedaneke bi heybet pêş dixin.
Herî dawî sê helîkopter hatin xistin. Erê, xistina SÎHA’yan berdewam dike. Projeyek SÎHA ya ku baweriya wan pir mezin pê heye heye, ne tenê di warê leşkerî de, di warê aborî û dîplomatîk de jî hêviya wan jê hebû. Ew bi vî awayî lê dinêrin, ev tê wateya bidestxistina serdestiya teknolojiya leşkerî. Xwe weke di hemû serdeman de, bi taybetî jî li Rojhilata Navîn weke wesîleya bûyîna hêzeke hegemonîk dibîne. Niha xwe wisa pênase dikin, xwe wisa dibînin û jê serxweş in. Lê ez dixwazim vê bêjim. Milîtaniya li Kurdistanê bi kelecaneke ewqas mezin, bi hezkirineke mezin, mîna Ferhat ê ku çiya kun kir e.
SÎHA’yan ji dixin erdê û wisa nefikirin ku yên ku vê dikin ciwanên teknolojiya bilind xwendine ne. Lê evîna azadiyê û evîna Rêbertî kirine dil û mejiyên xwe de. Ji ber vê li ber xwe didin, ji ber vê naxwin, venaxwin, dixwînin, fêr dibin û lêkolîn dikin. Hemû teknolojiyên leşkerî ku ew weke teknolojiya yekem pêşkêşî cîhanê dikin, bêbandor dikin. Ez dixwazim gotinek Rêbertiyê bi bîr bixim. Rêbertiya me gotibû, teknîka herî mezin mirov e. Teknîkekî ku mirovan derbas bike, hê derneketiye. Mînak dibêjin ya zekayê çêkirî, ne xwediyê îrade, afirînerî û senteza di mirovan de ye. Mirovek bixwaze dikare her tiştî bike, her tiştî bi ser bixe. Va ye Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li ser bingeha dilsoziya bi Rêbertî, soza ji bo şehîdan dane, soza ji bo erdnîgariya Kurdistanê û gelê wê dane, li dijî van arasteyên qirker û dagirker, li dijî teknîka ku pêş xistiye, pêşketinên xwe didomînin. Ev ê hê berdewam jî bike.
‘GELÊ ŞENGALÊ NIKARE PARASTINA XWE BIDE KESÎ; BI XWEPARASTINA XWE RIZGAR BIBE’
Li pêşiya me dîroka 3’ê Tebaxê heye. 3’ê Tebaxê ji bo Kurdên Êzidî, dîsa ji bo Kurdistanê dîrokeke girîng e. Dîroka qirkirinê ye. 3’ê Tebaxa 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kirin. Bi hezaran Kurdên Êzidî hatibûn qetilkirin. Hûn di salvegera vê komkujiyê de, berxwedana xelkê Êzidî, tevkariya gerîla ya ji bo vê, dîsa asta xwerêveberî û xweparastina li Şengalê hatî bidestxistin çawa dinirxînin?
Belê, ez jî vê êrîşa qirker ku 10 sal berê hat kirin, bi nefret şermezar dikim. Pêwîste kesên vê êrîşa qirkirinê pêk anîne, yên ku hêza bi navê DAÎŞ’ê birêxistin kirine, yên ku bi wa re di nava hevkariyê de tevdigerin, di heman demê de yên ku li hemberî êrîşa wan gelê Êzidî hiştin û reviyan, ev hemû divê bên şermezarkirin. Ji ber ku êrîşa ku li Şengalê pêk hat, yek ji êrîşên qirkirinê yên herî giran a vê sedsalê bû. Weke ku we diyar kir, bi hezaran kes hatin qetilkirin. Bi hezaran jin li bazarên koleyan hatin firotin. Bi hezaran zarok hîna jî winda ne. Yanî bi hezaran zarokên Êzidî winda ne. Ew jî hatin kolekirin. Xistin rewşeke wisa ku kirin milkê kesên din. Hîn ne diyar e bê ka bûne çi. Bi vê wateyê divê pir baş ders derbixin. Li gorî min, gelê me, gelê Êzidî, gelê Kurd ji vê êrîşa qirkirinê ku weke Fermana 74’an kete dîrokê, dersên pir girîng derxistin. Mînak Êzdiyatî bi rastî ciheke pir taybet e. Hem di aliyê dîroka Kurd de hem jî di aliyê dîroka baweriyan de pir taybet e.
Minak yek ji kevintirîn awayên baweriyê ye. Di heman demê de xeleka navber a derbasbûyîna di navbera civaka xwezayî û civaka bi çînî de ye. Ji ber vê yekê mînak dema ji nêz ve were çavdêrîkirin wê xuya bibe ku bîra mirovahiyê di Kurdayetiya Êzidî de veşartî ye. Pêwîste ev cihê pir taybet pir rast were fêmkirin. Mînak yên ku vê ferq kirin, yanî neteweyên ku ferq kirin, êrîşa li dijî Şengalê weke qirkirinê bi nav kirin. Ji ber ku li wê derê rastiya desthilatdariyeke ku dixwaze Êzdiyatiyê ji holê rabike heye. Rastiya dewletparêz û desthilatdarî. Binêrin di 3’ê Tebaxa 2014’an de ne tenê êrîşî Êzidiyên Şengalê hate kirin. Weke me got, fermana 74’an e. Beriya wê jî 73 ferman hene. Em qala gelekî ku 73 ferman dîtine dikin. Li gelek cihan heqeret li Êzidiyan hatiye kirin. Baş e, çima wisa ye? Mînak, hûn ê bibin xwediyê pêkhateya civakî û baweriyeke ev qas taybet, lê rasî ewqas êrîşan werî. We li tu derê bihîstiye ku êzidî birêxistin bûne û êrîşî aliyê baweriyeke kirine? Yan jî birêxistinbûn bûne, çûne û kesek qetil kirine. Ne awayeke baweriyê ya wisa ye. Pir aştiyane ye. Bi rastî jî bîra civaka xwezayî û mirovahiya xwezayî ye ku hatiye roja îroyîn. Belê, di nava demê de guhertinan çêkirine, cudahiyan bi dest xistine. Weke ku li her civakê bxwye, li Êzdiyatiyê de jî ev çêbûne. Lê êrîş hem li ser navê Kurditî hem jî li ser baweriya mirovahiyê ya xwezayî heye. Tekparêzî, faşîzîm, faşîzma DAÎŞ’ê… Êrîşa qirkirinê ya li Şengalê nîşan da ku olperestî û netewperestî di serdema me de hatiye çi astê. Bi vê wateyê divê em vê encamê pir baş fêm bikin. Divê hem li dijî olperestiyê, hem jî li dijî her curê netewperestiyê têbikoşin. Li dijî van rabin. Berxwedana li Şengalê li ser kijan bingehê pêş ket? Şengal li hemberî vê rastiya şaristaniyê ya dewletparêz, serweriya mêr, netewperest û her ku diçe li her qadê faşîzan dibe, li ser bingeha paradîgmaya civaka azad a Rêber Apo li ber xwe da û li ser piyan ma. Têkoşîn û berxwedana gerîlayên li çiya û hêzên YPJ’ê ya li Rojava ya li hemberî êrîşa qirkirinê ya di sala 2014’an de li ser vê bingehê pêş ket. Bi wê wateyê, ez hevalên me yên di vê berxwedanê de cih girtine silav dikim. Şehîdên xwe bi taybet heval Egîd Ciyan bi rêzdarî bi bîr tînim.
Bi rastî jî em gelek tişt deyndarê wan in. Binêrin, Rêber Apo ji bo tu cihan wisa ne got, lê ji bo Şengalê got xeta me ya sor e. Divê meseleya vê xeta sor rast were fêmkirin. Êzdiyatiya Şengalê di aliyê Kurditiyê de jî, di aliyê mirovahiyê de jî, di aliyê felsefe û sîstema me ya baweriya paradîgmayê de jî bi rastî jî xeta sor e. Eger ew ji holê rabe wê gelek tişt li ser navê Kurditî û hêza demokratîk a Kurditiyê rabe. Ji ber wê parastina Şengalê pir girîng e. Di roja me de pir girîng e. Ez di wê baweriyê de me ku di 10 salên derbasbûyî de civaka Şengalê, Kurdên li Şengalê dijîn, Kurdên Êzidî zêdetir ketina ferqa vê yekê.
Jixwe li ser vê bingehê dest bi avakirina sîstemeke taybet kirin û dixebitin. Hîn bi temamî ava nebûye. Dîsa, mînak Êzidî fêmkirin ku nikarin xweparastina xwe radestî tu hêzê bikin. Me dît ku PDK’ê çawa wan berda û reviya. Me li wê derê rastiya PDK’ê ku xiyanet li Êzidiyan kir, dît. Dema ku DAÎŞ’ê bi her curê amûrên şer bi ser wê civakê dihat, PDK’ê li wesatiyên xwe siwar bûn û reviyan. Bi rastî jî mirov ji mirovatiya xwe şerm dike.
Niha ez dixwazim vê bibêjim. Ev rastî di civaka Êzidî ya Şengalê de ew hişmendî derxist holê; nikarin xweparastina xwe bidin kesî. Civaka Şengalê, civaka Êzidî encax bi xwe dikare xweparastina xwe bigire. Bi xwe dikare xwe biparêze. Ne dikare bide dewleta Iraqê ne jî nizanim dikare bide navên cuda, komên cuda ku îdia dikin ku wê civaka Şengalê biparêzin. Gelê Şengalê wê xweparastina xwe bi xwe ava bike. Jixwe li ser vê bingehê YBŞ’ê ava kirin û niha hewl didin vê artêşê mezin bikin. Hişmendiya di vê mijarê de her ku diçe zêdetir derdikeve pêş. Xwerêveberî û xweparastin bû hişmendiya herî bingehîn ku piştî êrîşa 3’ê Tebaxa 2014’an derket. Li gorî min, destkeftiya herî girîng jî ev e. Em wisa dibînin yanî. Tişta herî girîng ku civakekî derxe holê ev e. Divê ev bên parastin û mezinkirin. Divê hêzên xweparastinê bê mezin kirin. Ciwanên Êzidî divê di asta ku xwedî li xweparastina xwe derkeve de, YBŞ, YJŞ’ê mezin û xurttir bike. Ger pêwîst bike wiha… Her ciwanekî Êzidî divê heyameke ji jiyana xwe di nava hêzên parastinê de derbas bike. Ji ber ku êrîş hîna jî berdewam dikin. DAÎŞ hîna jî heye. Tirkiye ku damezrîner, piştevan û rêvebirê DAÎŞ’ê ye, her roj li Şengalê dide.
‘METIRSÎ DEWAM DIKE: ERDOGAN XELÎFEYÊ DAÎŞ’Ê YE’
Bi rastî jî Erdogan xelîfeyê DAÎŞ’ê ye. Li hin qadan ji nişka ve DAÎŞ lawaz bû, ji holê winda bû. Çi bû bi van endamên DAÎŞ’ê? Bi ku ve çûn? Erdogan ew bi navên cuda bi rêxistin kir û li dijî Kurdan dide şerkirin. Hîn jî hem li Mûsilê hem li Kerkûkê, hem li Şengalê, hem li Rojava, vaye li Efrînê van hêzan kom dike û hewl dide derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bike. Hîn çend roj berê mikur hatin ku berê dibir Lîbyayê. Li xwe mikur hat ku tevlî Şerê Qerebaxê kir. Sûcdarekî şer e, sûcdarê li dijî mirovahiyê ye. Metirsiya li Şengalê lewma metirsiya komkujiyê ye. Min nedixwest vê bibêjim. Ev tiştekî gelekî giran e. Ji bo gelekî ku 74 ferman lê rabûye gotina, gefa qirkirin û komkujiyê dewam dike bi rastî jî tiştekî gelekî giran e. Trajedî ye. Trajediyeke gelekî giran a civakî bi serê vî gelî de hatiye. Lê belê divê were gotin. Metirsî dewam dike. Tifaqa Erdogan-Bahçelî ji xwe re kiriye armanc ku eslê Kurdan, koka Kurdan, dîroka Kurdan, her tiştên bi navê Kurdîtiyê ji holê rake. Her wiha bi olperestiyê, bi Îslamperestiya siyasî dixwaze herêmê bi temamî bike Sûnî. Dixwaze baweriyên li herêmê asîmîle bike. Di nava êrişeke bi vî rengî de ne. Em çima nawazin vê bibînin? Ma DAÎŞ ne ji bo vê tevdigeriya? Hîn jî bi rê û rêbazên cuda, bi navên cuda vê dewam dikin. Divê encamên ku di sala 10’emîn a fermana li dijî Êzidiyan de hatine afirandin bi vî rengî bêne dîtin. Belê civaka Êzidî, xelkê Şenglê ji her demê bêhtir xurt e, bi rêxistin e, zane ye. Zane ku metirsî ji ku tê. Lê belê divê rêxistiniya xwe li gorî vê yekê mezin bike û li ser piyan bimîne.
‘LI SER CIVAKA TIRKIYEYÊ ÊRIŞEKE CIDÎ HEYE, DIXWAZIN RÛMETA MIROVAN TESLÎM WERBIGIRIN’
Li gel tecrîdê li çiyayên Kurdistanê şer tê kirin, li dijî şer û tecrîdê têkoşîn û berxwedan dewam dike û ev yek bandorê li civakê dike. Bandora herî şênber jî xizanî ye, bihabûna jiyanê ye, bêkarî û pirsgirêkên ji ber vê yekê ye. Li Tirkiyeyê û li Bakurê Kurdistanê pirsgirêkên cidî yên civakî û siyasî rû didin. Dema ku di vê çarçoveyê de tê nirxandin, tê dîtin ku ti ji pirsgirêkên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji polîtîkaya tecrîdê û şer cuda nîne. Em qala rewşeke welê dikin ku ciwanên Kurd ên govendê digerînin bi êşkenceyê têne girtin. Gelo ev civak di asteke têrker de bi vê atmosfera şer hesiya ye? Sekn û helwesteke li gorî vê rastiya şer tê nîşandan?
Tişta ku ez ê di dawiyê de bibêjim, ez destpêkê bibêjim. Rewşa heyî, tabloya li Tirkiyeyê ya heyî; hewcedarbûyîna mirovan a ji bo pariyekî nan, krîzên deyn, cudahiya navbera hatineyan, krîza civakî, kuştina mirovan, kuştina jinan; tundî, dejenerebûn, ev hemû teqînekê ferz dike. Ez qet qala kiryarên qirkirinê yên li Kurdistanê nakim jî.
Sîstema şerê taybet a Tirk bi rastî jî timî îradeyê dişikîne. Bi şikandina îradeyê pêşî li civakê, rûmeta civakê, daxwaza jiyaneke bi rûmet a civakê digire. Ev desthilatdarî timî êrişî nirxan dike. Di cewhera desthilatdariyê de ev heye. Mînak desthilatdar ji bo desthilatdariya xwe bidin qebûkirin destpêkê dixwazin rûmeta civakê ji holê rakin. Mirovên xwedî îrade koletiyê qebûl nake. Mirovê xwedî îrade her gotina tê gotin nake. Mirovê xwedî îrade dixwaze wekhev be. Dixwaze li ser zemîneke edaletê ya diyarkirî bijî. Ji ber vê jî sîstema şerê taybet a Tirk li Tirkiyeyê komên civakî hemûyan, civaka Tirkiyeyê ji aliyê îradeyê ve qir dike. Bi rastî jî atmosfereke gelekî nebaş heye. Dixwazim vê bibêjim.
Bala xwe bidinê, bi xwe daxuyaniyê didin. Em li televîzyonên sîstema şerê taybet a Tirk temaşe dikin. Şîrketên li Tirkiyeyê bi taybetî şîrketên ser bi AKP’ê ti carî nexisirîne. Hemûyan di nava salê de qezenc kirine. Ti ji wan bac nedane. Ez qala sîstema wan dikim. Lê belê barê şer jî hemû dane ser milê kedkaran, bindestan, gundiyan, xizanan, teqawîtan. Ma ev bi tena serê xwe ne sedema serhildanê ye?
Li ber çavê desthilatdariya heyî ya li Tirkiyeyê ruhê civakê nîne, hestê civakê nîne, daxwaza civakê nîne. Civak ji bo wan tiştek e ku divê bê bikaranîn. Hem ji bo bindestan, hem ji bo tevgera çîna karkeran û gundiyan rewş bi vî rengî ye. Nabe ku bi vî rengî be. Di belgeyekê de dinivîsand, li Tirkiyeyê tenê ji sedî 10 ê karkeran sendîkayî ne, ji sedî 90 rêxistinî nîne. Haya xwe ji mafên xwe jî nîne. Li hemberî êrişên çînî, êrişên şîrket, sermaye û patronan bêparastin in. Yên ku bi vî rengî bin, ji ber ku hewcedarê nan e dibe koleyê xwediyê xwe. Ji ber vê jî koleyên modern diafirînin li Tirkiyeyê. Ev yek pirsgirêkeke cidî ye. Weke min got, gelek sedem hene ku her roj li Tirkiyeyê qiyamet bê rakirin.
‘GELÊ KURD Û PKK BÛNE YEK, TI HÊZ NIKARE ASTENG BIKE’
Li Kurdistanê rewş hinekî cuda ye. Li Kurdistanê şerek diqewime. Li Kurdistanê rewşeke civakî ya berxwedêr heye. Mînak; belê li Kurdistanê rastiyeke bi vî rengî heye. Di pêşvebirina têkoşîna çînî de lawazî heye li nava rastiya Kurdistanê. Lê belê ev yek jî careke din hate dîtin; we jî got ciwanên govend gerandin, jin ên ciwan ên kincên Kurdî li xwe kirin, stranên li dawetan hatin gotin, dirûşma Rêber Apo bûne sedema girtinê. Çima bi vî rengî bûye? Sedem i ye? Ji ber ku Kurdîtî û PKK bûne yek. Di nava rastiya heyî ya Kurdistanê de eger hûn PKK’ê vekişînin li holê Kurdîtî namîne. Ya ku nirxên Kurdistanî rakiriye ser piyan têkoşîna PKK’ê ye. Ji ber vê jî em bi serbilindî vê dibêjin.
Li Kurdistanê neteweya demokrastîk hatiye afirandin. Bi saya Rêber Apo û PKK’ê neteweya demokratîk a Kurd heye. Belê sazîbûna vê yekê, avabûna saziyan, avabûna statuya wê hîn jî weke wezîfeyekê li pêşiya me ye. Ev yek hîn bi ser nehatiye xistin. Lê belê ji aliyê fikrî û hestewarî ve Netewebûna Demokratîk a Kurd hatiye afirandin. Sîstema şerê taybet a Tirk ji ber ku vê dibîne, mînak ji ber ku di zimanê Kurdan de PKK’ê dibîne, di rengê Kurdan de PKK’ê dibîne, di stranên Kurdan de PKK’ê dibîne digire, qedexe dike, astengiyan datîne. Eger ev hemû ji nav bêne derxistin wê bi navê Kurdîtiyê tiştek nemîne.
Lewma me timî ev got, ya rast gelê me got, ne me got; PKK gel e gel li vir e. Dirûşmeke bi vî rengî ji ber xwe ve derneket holê. Neteweyek bi saya têkoşîna PKK’ê ji nû ve rabû ser xwe. Ji ber vê jî ne dikarin PKK’ê ji holê rakin, ne jî dikarin gelê Kurd ji holê rakin. Ev yek pêkan nîne. Sîstema şerê taybet a Tirk di nava hewldanên pûç de ye. Lewma dixwazim vê yekê bibêjim. Bila gelê Kurd, dostên gelê Kurd gerandina govendê dewam bikin. Bila dewam bikin ku nîşaneya serketinê bikin. Bila gotina stranên Kurdî dewam bikin. Beriya her tiştî jî li hemberî her cûre zextan bila bi dewamî bibêjin ‘Bijî Serok Apo’. Kes nikare vê asteng bike, ji ber ji aliyê qanûnî ve jî tiştên vê hene. Lê belê qedexe be wê çi bibe? Mesela eger ‘Bijî Serok Apo’ qedexe bikin, wê çi bibe? Vaye dibêjin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da, nizanim çi dibêjin, Dadgeha Destûra Bingehîn gotiye qedexe nîne. Qedexe be wê çi be? Ma wê karibin devê me bigirin? Wê karibin gotina ‘Bijî Serok Apo’ a gelê Kurd asteng bikin? Ji ber vê jî di her firsendê de divê em govenda xwe bigerînin, nîşaneya xwe ya serketinê bikin, her derê bikin kesk, sor û zer, bi dengekî bilind bibêjin ‘Bijî Serok Apo’.
BIRYARÊN DARVEKIRINÊ YÊN LI ÎRANÊ: HÛN NIKARIN BI VÎ RENGÎ JINAN RAWESTÎNIN
Ji ber tevlîbûna li çalakiyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û nûçeyên amade kirin, têkildarî 2 rojnamevanên jin ên Kurd Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mûhammedî daxwaza cezayê îdamê hate kirin. Hûn vê polîtîkaya rejîmê ya li dijî jinê çawa dinirxînin?
Beriya her tiştî bi navê Tevgera Jinê ya Azad ez Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mûhammedî bi hezkirin silav dikim. Bêguman çalakiyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ gihîşt asta navneteweyî. Di navenda wê de rewşa li Îranê hebû lê belê veguherî qîrîna azadiyê ya jinên li tevahiya cîhanê, veguherî semboleke azadiyê. Lewma hîn jî dewam dike. Diyar e ku dewleta Îranê ji encamên çalakiyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hîn ewqasî ditirse ku timî nêçirê li hemberî beşdarên çalakiyan, li hemberî pêşengên çalakiyan, li hemberî girtiyên azadiya jinê dewam dike. Bêguman ev yek nayê qebûlkirin.
Herhal di dîrokê de jî di roja îro de jî ji çalakiyên jinan ên ji bo azadiyê tiştekî hîn rewa nîne. Divê ev yek bê dîtin. Divê rejîma Îranê, sîstema li Îranê, sîstema dewletê ya li Îranê êdî li hemberî daxwazên azadiyê yên jinan, ku jinên Kurd pêşengiyê ji wan re dikin, bêdeng û xemsar nemîne. Bi îdam, kuştinê û komkujiyan nikarin vê asteng bikin. Mînak Pexşan Ezîzî di nameya xwe de vê yekê bi rengekî xurt nîşan dide. Dema ku tevlî vê çalakiyê bû, dema ku dest bi meşa azadiyê kir, berdêl da ber çavên xwe û tevlî bû. Jin bi vî rengî nayên tirsandin. Nikarin gavê paşve bidin avêtin. Sîstema koletiyê ya ku jin lê tê mehkûmkirin ne sîstemeke qebûlkirinê ye. Bi rastî jî sîstemeke êşkenceyê ye. Ragirtina jinan li nava jiyaneke bi serweriya mêr, li nava sîstema destavêtinê, desteserkirina îradeya jinan, êrişên li dijî mirovahiyê ne. Kes nikare jinên ku bi azadiyê hesiyane bi vî rengî rawestînin, nikarin pêşî li lêgerîna li azadiyê bigirin. Rejîma Îranê bi vî rengî nikare dengê civakîbûnê yê jinê ji holê rake. Nikare pêşî li feraseta azadiyê ya çalakiyên azadiyê yên jinan bigire. Ji bo karibe vê bike divê temamiya qewmê jinê ji holê rake. Ev yek jî nabe, lewma divê dewleta Îranê ji vê yekê vegere. Jin wê cîhanê biguherînin, jin wê azadiyê bînin. Ev yek, şoreşa jinê zû yan jî dereng wê sîstema bi serweriya mêr têk bibe, wê cîhanê bike cihekî ji wekhevî, azadî, demokrasî, hezkirin, hurmet û eşqê ya jiyana bi hev re.