NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên KBDH’ê Sevda Sernyel bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan 29’ê Tîrmehê sibehê saet di 09:00 de li nêzî keştigeha Stenbol/ Tûzlayê keştiya yatê bi awayekî sabotajê kirine hedef.
Di encama çalakiyê de hate hînbûn ku keştîgeh ketiye şewatê, gelek keştiyên luks hatine îmhakirin û bi mîlyonan lîreyî xisar li keştiyê hatiye xistin û hate diyarkirin ku çalakî li dijî polîtîkayên faşîst ên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker li hemberî gelê Kurd tên meşandin hatiye lidarxistin.
Daxuyanî wiha ye:
Milîsên KBDH’ê Sevda Serinyel li Stenbol/Tuzlayê di çalakiyê de bûn. 29’ê Tîrmehê danê sibehê saet 09:00’an li nêzî Stenbolê/Keştiya Tûzlayê kargeha keştiyên yatanê bi rêbaza sabotajê hate hedefgirtin. Di encama çalakiya me de keştîgeh şewat derket, gelek keştiyên luks hatin rûxandin û bi milyonan lîre xisar li keştiyê ket.
Di encama parçekirina emperyalîstan de ax û gelê Kurdistanê yê ku bûye çar parçe, bi salan e di bin zilm û îstîsmarê de ye. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê polîtîkayên asîmîlasyon û zextê yên faşîzma AKP-MHP’ê li ser Kurdistanê û gelê Kurd dimeşîne di serdema îro de hîn zêdetir bûye.
Faşîzma AKP-MHP’ê ya ku tu mafan nade gelê Kurd, dîlana Kurdî jî qedexe kiriye û bi girtina wan hewl dide ku halayên Kurdî bitepisîne. Faşîzmê li qada Kurdistanê hemû sûcên şer kir û li hemberî gerîlayên azadiyê hewl da bi ser bikeve, lê bi ser neket. Erdogan û bloka faşîst ku li hemberî berxwedana gerîlayên azadiyê nekarîn bi ser bikevin, naxwazin ti hêz li hemberî wan bisekine. Faşîzma ku naxwaze jinan li kolanan, di berxwedanê de, li qadên şer ên şoreşgerî bibîne, êrîşî destkeftiyên jinan û Şoreşa Rojava ya ku şoreşa jinê ye, dike. Tevgerên berxwedanê yên jinan çawa ku duh ji bo DAIŞ’ê bûn tirs, îro jî faşîzma AKP-MHP’ê û alîgirên wê re bibe tirs.
Faşîzm berdêla şerê xwe yê qirêj ji kedkaran digire. Faşîzma AKP-MHP’ê û patronên wê yên ku îstîsmarê bi awayekî herî hovane pêk tînin, li ser dewlemendiya xwe zêde dikin, gel jî bi bacê feqîr dikin.
Banga me ji hemû jinan re ev e; Di nava refên KBDH’ê de xwe birêxistin bikin ku vê pergala serdest a mêr hilweşînin! Ji faşîzmê hesab bipirsin!
Bijî KBDH!
Jin, Jiyan Azadi!