NAVENDA NÛÇEYAN-
Însan cihê herî xweşik bi peyva “bihuşt” pênase dike û xeyalên xwe lê bar dike. Erdnîgariya herî bedew, çem û rûbarên herî zelal, bereket, aramî, edalet, kêfxweşî, ronahî, zanîn û hwd. Dibêjin, azadî û her tiştên ku li vê dinyayê bi destê însan û serdestan hatiye dizîn û tinekirin li wir in.
Lê em dikarin vê bihuştê bi awayekî berbiçav niha jî bibînin. Ew bedewiyên li dinyayekî din, li dûrî me hiştine, pir nêzî me ne. Ji ber ku ew bihuşt welatê me Kurdistan bi xwe ye. Ji xwe lêkolînên dîrokî jî her diçe piştrast dikin ku ew bexçeyê bihuştê ku di belgeyên nivîskî yên Sûmeran de cîh digire û paşê di pirtûkên pîroz de weke “paradise” hatiye binavkirin, Kurdistan e. Bingeha etîmolojîk a vê peyvê jî ji zimanê Avesta, peyva “paîrî-daesa” ango “welate-din” tê.
Li Botanê dojeha dewleta Tirk
Bê guman, yek ji cihê herî bedew a vê bihuştê jî Botan û çiyayê Cûdî ye. Lê mixabin di salên dawî de tim bi qirkirina ekolojîk a dewleta Tirk ketin rojevê. Birrîn û şewitandina daristanên Cûdî ku bi salan e dewam dike, gavên pêşîn yên êrîşên îro bûn. Dewleta Tirk ku qirkirina ekolojîk jî weke eniyeke herî dijwar a şerê taybet xistibû dewrê, dest bi qonaxeke din a êrîşan kiriye. Ev êrîş ne dîrok, ne nirx, ne exlaq nas dike. Bi hişmendiya faşîzan û qirker, bi awayekî hovane, bi armanca tinekirin û valakirina Kurdistanê tên meşandin. Ev êrîşên talanê ne tenê li Cûdî, li hemû herêmên Kurdistanê bi gelek rêbazan bê serûber dewam dikin. Lê belê birrîna daristanan di salên dawî de weke konseptekê, bi taybet jî li tevahiya herêmên Botanê dijwartir bûye. Tenê li herêma Şirnexê di nav salekê de herî kêm 500 hezar dar hatin birrîn û niha ev hêjmar zêdetir bûye. Van daran dibin bajarên Tirkiye û li ser medyaya dijîtal jî difiroşin. Armanca dewleta Tirk ew e ku Kurdistana bihuşt bike dojeh. Ev kiryarên hovane vê eşkere dikin. Ji aliyekî ve daristan tên birrin, ji aliyê din ve jî bi lêgerîna petrolê, kanên madenan, santralên enerjiyê, avakirina bendavan û hwd. qirkirineke ekolojîk a bi plan û bê sînor pêk tê. Ji bo li Kurdistanê hemû derfetên jiyanê ji holê rakin, heta ji destê wan tê êrîşan berfireh dikin. Çem û rûbar, axa bi xêr û bêr, xweza, dîrok, çand û tevahî nirxên Kurdistanê yên pîroz bi lez û bez tine dikin. Her weha ji bo ev qirkirin dijwartir pêk were teqemeniyên herî bi bandor bikartînin û gund, bajar, deşt û çiya dane ber xwe. Di vê serdema qeyrana ekolojîk de ku girîngiya daristanan her diçe zêdetir dibe, ji bo ziyanên hîn mezintir pêk bînin û erdnîgariya Kurdistanê bikin çolistan, dixwazin vê plana dijminane kûr bikin. Di van êrîşan de weke Heskîfê, Zeûgma, Geliyê Godernê û Cûdî nirxên ekolojîk û dîrokî yên bê hempa bi temamî ji holê tên rakirin.
Nirxên dîrokî yên Cûdî tine dikin
Qirkirina ekolojîk a li Botanê bi taybet ji Cûdî dest pê kir û di demên dawî de li Safîne, ku navsera dîrokî ya Cûdî ye berfirehtir bû. Jixwe kiryarên dewleta Tirk a li Cûdî, bi tena serê xwe armanc û asta vê qirkirinê bi awayekî zelal nîşan dide. Cûdî, cihekî pîroz û dîrokî ye. Ji ber efsaneya tofanê, navsera Cûdî weke “Safîne” tê binavkirin û tê gotin ku pêxember Nûh li vê lûtkeyê safîneya xwe daniye. Ji ber vê efsaneyê navê Cûdî, ji “Ci-dî”, “Cih-dî” tê. Li gorî lêkolînên ku di sala 1953’an de ji aliyê Prof. F. Bender ve li çiyayê Cûdî hatiye kirin, ev efsaneya tofanê dibe ku B.Z. di sala 4500’an de pêk hatibe û rast be.
Navsera Cûdî, ji bilî efsaneya Nûh, bi efsaneya Lawikê Xerîb ku ji bo çiyayê Cûdî bibîne ji warekî xerîb ê dûr hatiye û bi salan meşiyaye jî tê zanîn. Lê Lawikê Xerîb, dema çend gav mane ku bigihêje navsera Cûdî, beyî ku bizane nêzî mirada xwe bûye, hêviyên wî dişikin û jiyana xwe ji dest dide. Li navserê cihê gora Lawikê Xerîb jî heye. Her weha tirbên ku ji aliyê gel ve pîroz tê dîtin û ji ber qedexeyan ev bi salan e kesek nikare serdana wan bike jî hene.
Kelha berxwedanê, warê Egîdan
Çiyayê Cûdî, weke dilê Kurdistanê ye. Li sêgoşeya Bakûr, Rojava û Başûrê Kurdistanê bilind dibe û ji her sê aliyên Kurdistanê ve tê dîtin. Lewma Cûdî ne tenê ji bo safîneya Nûh, ji bo gelê qedîm yê Kurd û zarokên wê yên qehreman jî bû cîh û war. Di têkoşîna gerîla de her tim bû navendeke sereke. Bi erdnîgarî û cihê xwe yê stratejîk, ji bo têkoşînê deriyekî serketinê yê girîng e. Bi taybet jî piştî têkoşîna azadiyê û artêşbûna gerîla dest pê kir, ji bo parastina Kurdistanê bû kelheyek berxwedanê. Tevî nirxên xwe yên qedîm, bi têkoşîna gerîla jî di dîrokê de cih girt. Bi erdnîgariya çiyayî ya dewlemend û gelê xwe yê welatparêz ji bo gerîla her tim cihê herî bi ewle bû. Weke dayîkeke wan hembêz kir û di her êrîş û tengasiyê de ji zilma dijmin parast. Fermandarê mezin Egîd, li herêmên Botanê yên weke Cûdî û Gabarê bingeha artêşbûna gerîla danî. Koma destpêkê ya gerîlayan bi pêşengiya wî di sala 1982’an de li Cûdî bi cîh bû. Pêşî artêşa HRK û ARGK, dûre jî artêşa jin YAJK hat avakirin. Paşê weke Fazil Botan, Erdal, Kalender, Bedran Gundik Remo, Hamza Cûdî, Zelal Botan, Nûjîn (Vesîle Guleç) û Rozerîn Pîran, ji gelek fermandar û şervanên vê artêşê re bû qada têkoşînê. Ew li pey şopa Egîd meşiyan, şiverêyên ku wî li Botan û Cûdî vekiribûn vala nehiştin û weke mîrateyê têkoşînê dewrî hev kirin. Her yek ji yê din lehengtir bû. Bi destanên nû yên qehremaniyê dîroka Cûdî nûjen kirin. Cûdî bi lehengên Kurdistanê, gerîla jî bi Cûdî serbilind bûn. Yên ava kaniyên wê vexwarin weke dayikeke pê ve hatin girêdan û ti carî jibîr nekirin. Bi hezaran ji wan navê Cûdî li xwe kirin. Xwestin weke Cûdî bi hêz, bedew, serbilind û Kurdistanî bin. Weke Cûdî di dilê mirovahiyê û gelê xwe de cîh bigirin û neyên jibîrkirin. Cûdî ji aliyê gel ve jî pîroz tê dîtin. Gel hêviyên xwe bi Cûdî re kiriye yek. Lewma Cûdî weke “Cûdiyê Mirada” bi nav kirine. Hemû daxwazên xwe bi Cûdî re parve kirine, ji bo pêk were hawara xwe gihandine û jê alîkarî xwestine. Heta niha tim ji wan re jî bûye hêz, bûye mirad û rûmet.
Cûdî ezelî û ebedî ye
Çiyayê Cûdî, bi xwezaya xwe ya bê hempa jî bi nav û deng e. Berî ku zebaniyên vê demê êrîşî gel û erdnîgariya wê bikin heta salên 1990’an jî piraniya bedewiya xwe ya efsûnî parastibû. Lê paşê bi destê artêşa Tirk ziyanên mezin rû dan. Li hemberî vê zilmê ev bi salan e li ber xwe dide. Cûdî ji çend lûtke û herêman pêk tê û bi zozanên bilind, zinarên asê, axa xwe ya bi xêr û bêr, daristan û darên xwe yên fêkî her cihê wê xweşikbûnek, dinyayek cûda ye. Bi her awayî xwe xemilandiye û her kesê ku vê dibîne heyran dibe. Bi watê û hestên cûda di her dilî de cîh digire û xwe zêde dike. Weke deriyekî ezelî û ebedî yê bê dawî ye. Jiyana li Cûdî, mezinbûn û kamilbûn e. Nûkirin, zindîbûn û dewlemendkirina rih û hestan e. Xurtkirina bîr, bawerî û berxwedan e. Lê tevî vê pîroziyê, dema em dibêjin Cûdî, êş û koçberiyê jî tê bîra me. Ew gelê ku çavên xwe li vê bihuştê vekirine û di hembêza Cûdî de mezin bûne niha jê dûr in. Weke bi sedan gundên Botanê yên din, gundên Cûdî yên bedew ên weke Gundik Remo, Bilika, Şax, Hewlêr ku ji salên destpêkê yên têkoşînê ve bi gerîla re hevaltî kiribûn, ji bo zextên dijmin yên cerdewantiyê qebûl nekirin û xwestin bi rûmeta xwe bijîn penaber bûn. Li pey xwe, gundên xwe yên qedîm û ew jiyana aram a weke xewneke xweşik hiştin.
Xwezaya civakî a şênber
Gundên Botanê û Cûdî di heman demê de belgeyekî berbiçav yê jiyana xwezayî ne. Ew jiyana ku weke kokê xwebûnê, azadiyê, civakbûnê tê pênasekirin, li Cûdî şênber e. Ji bo wan çavên naxwazin vê heqîqetê bibînin û bi armanca tinekirinê serî li her rêbazê didin dibêje ez li vir im, ez heme û dijîm. Kesên vê rastiyê meraq dikin, divê biçin Cûdî. Hûnê rêwîtiyek di dîrokê de, di demê de bikin. Li her cihê ku we gav avêt, dengê wan mirovên kedkar û afirînêr ku jiyana me ya îro ava kirine bibihîzin. Li şîvereyên gundan, li bermahiyên dîrokî, li şikeft lûtkeyan şopên wan yên weke nameyekê ji me re hiştîne bibînin. Li hemberî vê bedewiyê hûnê matmayî bimînin, lê belê xwe gelekî bi şens jî bizanin. Hûnê şahîdî li hezkirin û dostaniya însan a bi xwezayê re jî bikin. Wê aramiya ku li pey xwe hiştine di bayê Cûdî, ava wê ya hênik, dengê çemê wê û newalên wê yên kûr de hîs bikin. Nirxên ku ev dijminê mirovahiyê ji me didizin bi awayekî berbiçav bibînin. Hûnê bizanin ku çiqas giranbuha ne û qet bi zêr û pereyên dijminên xwezayê re nayên ber hev. Hûnê bawer bikin ku jiyaneke xwezayî û ekolojîk ne dûr e, ne xeyal e; nêz e û mimkûn e. Gelên li vir nav lê nekirine, lê weke alimekî bi hemû hûrgiliyan ev ava kirine û bi hezaran salan jiyîyane. Ew ev mîrate ji dayikên li vê axê mezin bûne dewr girtine.
Li hemberî tofanê têkoşîn
Xelkê Cûdî her tişt bi keda xwe afirandiye, xweşik kiriye û bi vê kedê nêzî axê û welatê xwe bûye. Ne li dijî xwezayê, ne jî li dijî welatê xwe xiyanet kirine. Li van lûtkeyan xwe ji hemû qirêjî û xerabiyên pergalê û dijmin parastine. Zinar û newalên Cûdî ji gel re bûne mertal. Rihê xwe azad û safî hiştine. Ji kokên xwe qut nebûne. Ev nirxên ku îro li Kurdistan, Botan û Cûdî tên tinekirin, nirxên dîrokî yên hemû mirovahiyê ne. Lê eger em pêşî lê negirin, nifşên din wê ti nîşaneyên vê xweşikbûnê nebînin. Xelkê herêma Botanê bi dehan salan bi hemû derfetên xwe li hemberî dijmin têkoşiya. Di berdela vê têkoşînê de bihuştek li pey xwe hiştin. Lê niha qonaxeke din a têkoşînê li pêşiya me ye. Botan û Cûdiyê ku mirovahî ji tofanê parast, niha bi tofana dewleta Tirk re rû bi rû ye. Ji bo em vê xwezayê ji tofana faşîzmê rizgar bikin, divê em rabin ser piyan û bi rihê seferberiyê têbikoşin. Ev tofan tevî gelê Kurd li hemberî hemû mirovahiyê xetereyek e. Em bêdeng man û pir dereng man. Cûdiyê Mirada, Botan û Kurdistan hêjayî vê têkoşînê ye.
Çavkanî: Newaya Jin