REQA- Xwendekarên Şerq a Kantona Reqayê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî çanda kurdan şermezar kir.
Desthilata Tirk 27`ê Tîrmehê 15 kes li bajarê Sîrtê ya Bakurê Kurdistanê û bajarê Mêrsînê ji bo ku govenda kurdî gerandine, girtin.
Xwendekar Stêra Ibrahîm daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Jin û ciwanên têkoşer bi ramana Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne, jin û ciwanên ku ji her çar parçeyên Kurdistan hatine li dijî çeteyên DAIŞ’ê û Erdoxan şer kirin.
Em weke xwendekarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya govenda kurdî ya ciwanên Bakur dikin û kesek nikare çanda kurdî tune bike.
Dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan hewl dide nasnameya çandî û hûnerî ya gelê Kurd tune bike. Dewleta Tirk li gel dagirkirin, guhertina demografîk, revandin û girtinê êriş çanda kurdî dike.
Xwendekaran di dawiyê de govend li ber stranên şoreşgerî gerandin.