NAVENDA NÛÇEYAN- HBDH’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku bi taktîka sabotajê tesîsa vezîvirandinê ya li Muglayê şewitandiye. Çalaakiya ku li dîjî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başur û Bakurê Kurdistanê berdewam dikine hat kirin de tesîs bi giştî îmha bû.
HBDH got ku “Em hişyar dikin! Em ê ji her sazî û kesê ku sûcê li ser gel dike, hesab bipirsin! Em ê li dijî dagirkeriya Kurdistanê têbikoşin! Weke SÎHA’yên we ketina we ji neçarî ye.”
Daxuyanî wuha ye:
Milîsên HBDH Benda Amed; “Me bi Teknîka Sabotajê Tesîsa Vezîvirandinê ya li Muğlayê Şewitand!”
27’ê Tîrmehê saet 02:30’an de tesîsa vezîvirandinê ya li Sanayi ya navçeya Koyceğiz a Muglayê ji aliyê Milîsên Benda Amedê ve bi teknîka sabotajê hat şewitandin. Hat ragihandin ku di çalakiya ku ji bo tolhildana êrîşên dagirkeriyê yên li Başûr û Bakurê Kurdistanê dewam dikin de, tesîsa vezîvirandinê şewitiye û kargehek jî xisar dîtiye. Piştî çalakiyê milîsên me bi saxî vekişiyan herêmên xwe. Di çalakiyê de kargehan bi hezaran lireyî zirar dîtin.
Em wek leşkerên Şoreşa Yekgirtî li kêleka kedkarên belengaz û gelê Kurd ê ku hewl tê dayîn bê tinekirin e.
Em hişyar dikin! Em ê ji her sazî û kesê ku sûcê li hemberî gel dike, hesab bipirsin! Em ê li dijî dagirkeriya Kurdistanê şer bikin! Weke SÎHA’yên we ketina we ji neçarî ye.”