NAVENDA NÛÇEYAN – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên werzîşî û çandî yên bi pêşengiya ciwanan de bênavber didome. Îro Meclîsa Ciwanan û Werzîşê li herêmên Tebqa û Girkê Lêgê bernameyên cuda li dar xistin.
Li gundê Sigra yê Girkê Lêgê bi hevkariya Desteya Ciwan û Werzîşê ya bajarê Girkê Lêgê û Meclîsa Malbatên Şehîdan pêşbirka kevneşopî ya hespan hat lidarxistin. Ev çalakî ji bo bîranîna şehîdên Sigra, şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mihemed Sûfî, şervanên Meclîsa Parastina Gel Baran Sukarî û Zinar Qamişlo hate lidarxistin.
Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Lêgê, endamên Federasyona Werzîşê, endamên Meclîsa Ciwanan û Werzîşê yên herêma Cizîrê, şêxên eşîran beşdarî pêşbirkê bûn. Bi beşdariya 12 siwaran, li ser mesafeya 1000 heta 1600 metreyî, li gorî temen û giraniya hespan, 8 raunt (4 neteweyî û 4 navneteweyî) pêk hat. Pêşbirk bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir û piştre endamê komîteya amadekar a festîvalê Mohsen Sufî silav li beşdaran kir û got.
“Rêxistina çalakiyên wiha li ser navê şehîdan şerefeke mezin e. Ji bo parastina welatê xwe canê xwe feda kirin. Di heman demê de li dijî pergala kapîtalîst ku hewl dide me ji çanda me dûr bixe, xebatên parastina çanda xwe jî gelekî bi qîmet in.”
Di pêşbirkê de ji bo pileya yekem di nav werzişvanan de tekoşînek dijwar hebû. Çalakî bi dayîna heman xelat û plaketên bîranînê ji bo kesên serkeftî û rêveberên çalakiyê bi dawî bû.
Li Tebqa’yê jî Tîma El-Sefsaf di Lîga Şehîd Ehmed Xaruf a ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan û Werzîşê ve hatibû organîzekirin de bû yekemîn. Fînala Lîga Futbolê ya Şehîd Ehmed Xerûf ku 17 tîmên ji taxên cuda tê de beşdar bûn, îro piştî nîvro dest pê kir û ji bo maça fînalê ya di navbera tîmên El-Sedd û El-Sefsaf de hatin cem hev.
Maça ku di pêşengtiya Desteya Ciwan û Werzîşê de bi beşdariya hemû endaman û girseya gel a şêniyên Tebqayê pêk hat, zîrekî, jêhatî û pisporiya werzîşê ya her du tîman gihişt asta lûtkeyê. Maç bi du golan serkeftina El-Safsaf bi dawî bû. Lîg bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû.