BEHDÎNAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev agahî parve kir:
“Herêma Kato;
Di daxuyaniya me ya 31’ê Tîrmehê de; Me diyar kir ku rêhevalên me Benda Amed, Destîna Botan û Baran Xemlîn ku di 25’ê Tîrmeha 2024’an de li herêma Kato Xelîla ya Botanê di encama êrîşên dijmin de şehîd bûne. Li gorî agahiyên nû yên hêzên me yên li herêmê têkildarî vê bûyerê; Di encama îxbareke xayîn a 25’ê Tîrmehê de li dijî qada ku hevalên me lê bûn, di saetên sibehê de êrîşekê hatiye lidarxistin. Hevalên me Benda, Destîna û Baran bi cesareteke mezin bersiv dan vê operasyona ku danê sibehê destpê kir û heta saet 14:00’an bi qehremanî şer kirin. Di vê şerê dijwar de 2 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî berxwedana lehengî ya hevrêyên me cesareta şer nebû, encam negirt û windahiyên xwe dan, cihê ku hevalên me lê bûn, bi saetan bi balafirên şer û helîkopteran bombe kir. Di van bomberdûmanan de hevrêyên me Benda, Destîna û Baran şehîd bûn.
Herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê;
Roja 2’ê Tebaxê saet 12:25’an kamerayeke Mobesse ya dagirker a li Herêma Berxwedana Serdemê ya Girê FM bi taktîkeke sûîqestê hate rûxandin.
Roja 2’ê Tebaxê saet di 15:30’an de li herêma Berxwedana Girê Baharê bi çalakiyeke koordînekirî êrîş li dagirkeran hatiye kirin. Di vê çalakiyê de ji sê çekan bi çekên ferdî û navîn ên otomatîk; 4 dagirker hatin cezakirin, 2 kamerayên mobeseyê û 3 kon hatin rûxandin.
3’ê Tebaxê saet di 00:25’an de dema ku dagirkerên li herêma Berxwedana Girê Amediyê çalakî li dar xistin, bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û 1 dagirker hate cezakirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexe;
Di 1’ê Tebaxê de tunelên me yên li herêma Berxwedana Girê Cûdî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
Di 1 û 2’ê Tebaxê de Qele, Şehîd Şerîf, Berbizina, Girê Şehîd Hêmin, Girê Şehîd Hawar, qadên Lolan ên Herêmên Kirê Du caran, Şehîd Delîl, Berxwedana Girê Bahar a herêma Rojava Zapê du caran; Ji aliyê balafirên şer ve bi giştî 15 caran hatiye bombekirin.
Di 1 û 2’ê Tebaxê de herêma Girê Şekîf a herêma Xakurkê û herêma Berxwedana Dergelê ya herêma Metîna ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hatin bombekirin.”