ŞEHBA- Komkujiya Êzidiyan a di 3’ê Tebaxa 2014’an de pêk hat, li ser wê re 10 sal derbas bû. Şehîdên qetlîamê li her derê welêt tên bibîranîn.
Ciwanên Êzidî yên li kantona Efrîn û Şehbayê di 10’emîn salvegera Komkujiya Şengalê de çalakiyek ji bo bîranîna şehîdên komkujiyê li dar xistin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şehîdan ji bo jiyana azad ji Êzidiyan re pêşkêş bikin li berxwe dan û ji bo vê jî gihiştine şehadetê û ji bo ku qetlîamên li ser Êzidiyan dubare nebin banga mezinkirina têkoşînê hate kirin.
Li ser goristana şehîdan a gundê Ehresê ji bo bîranîna şehîdan bi beşdariya gelê kantona Efrînê û Şehba mûm li ser goran hatin pêxistin.