DÊRAZOR– Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ciwan û jinên ciwan ji bo xurtkirina şoreşê û hişyarkirina gel bi hemû hêza xwe dixebitin.
Bi vê armancê ciwan û jinên ciwan bi hedefa birêxistinkirin û zanekirinê, li bajarê Dêra Zorê ya Ereban du civîn li dar xistin.
Bi dirûşmeya “Bi îrade û biryardarî em ciwanan birêxistin dikin, welat rizgar dikin û siberoja Sûriyeyê ava dikin” ji bo jinên ciwan ên herêma Kasra ya li ser xeta rojavayê Dêrazorê, meclîsa ciwanan û dewreya hişyariyê li ser kar û pergala navxweyî hate dayîn. Di axaftina ku gelek jinên ciwan lê amade bûn de cih û rola jinê di civakê de hate nîqaşkirin.
Di heman demê de li herêma Keşmê ya li xeta rojhilatê Dêra Zorê, Komîteya Ciwanan bi komîn û ciwanên bajêr re civîneke rêxistinî li dar xist. Civîna ku bi beşdariya gelek ciwanan pêk hat, bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên azadiyê destpê kir. Naveroka civînê û mijarên nîqaşê cihê komunê di neteweya demokratîk de, rola ciwanan a di komunê de û pirsgirêkên ku ciwananjiyan dikin bû.