HESEKÊ- Ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ên Hesekê ve ji bo danasîna jiyan û tekoşîna Rêber APO ji jinên ciwan re, li qampa Waşukanî koma xwendina romana xizkirî ya bi navê “Azadî dê bi serbikeve” ya ku qala jiyana Rêber APO dike, hat destpêkirin. Nêzî 15 jinên ciwan îro destpê xwendina pirtûkê kirin.
Armanca Yekitiya Jinên Ciwan eve ku bi vê xebatê ve li her derî rastî û heqîqeta Rêber APO ji jinên ciwan re bidin naskirin.
Rêberê APO, 25 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin. Jiyana Rêber APO ku bi felsefeya wî ya ku li her derê cîhanê hembêz kir, veguherî romana xêzkirî. Romana bi navê “Azadî dê bi ser bikeve – Jiyana Abdullah Öcalan bi xêzkirin” ji aliyê nivîskarê xelatgirtî Sean Michael Wilson ê li Japonyayê dijî û rismên wê ji aliyê karîkaturîstê Kurd ê li Spanyayê Keko ve hatine çêkirin.