QAMIŞLO – Îro li bajarê Qamişlo Ragihandina Ciwanan filmê Vejîn da nîşan dan. Bi dehan ciwan di nîşandana fîlma VEJÎN de amade bûn.
Film ji aliyê Delîl Doxan de hat pêşkêşkirin û di serî de deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê hat rawestandin. Her wiha, Delîl Doxan diyar kir ku ev film projeyekî şehîd Vejîn Jiyan bû, lê belê şehîd Vejîn berî bi dawîkirina kişandina filmê, di êrîşa dewleta dagirker a Tirk da şehîd bû.
Doxan destnîşan kir ku rêhevalên şehîd Vejîn soz dan ku wê xwesteka şehîd Vejîn bi serbixin û film temam bikin. Di dawîya axaftina xwe de dîsa hemû şehîdên azadiyê bibîranî, bi taybetî şehîdên fermana Şengal a 3’ê Tebaxê û 4 fermandarên QSD ku berî salekî şehîd bibûn jî hatin bibîranîn.
Di dawiya filmê de slogana “Bijî Serok Apo” hat berz kirin.