REQA- Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantoa Reqayê di salvegera 10’an a fermana 3’yê Tebaxê ya li Şengalê de çalakiyek li dar xist. Çalakî bi dirûşma “Na ji qirkirina li dijî gelê Şengalê re” û “Na ji dagirkeriya Tirk re” li stadyuma Beledî ya li bajarê Reqayê hat lidarxistin.
Çalakiya bi dehan nûnerên Rêveberiya Xweser, hêzên leşkerî, Tevgera Hîlana Zêrîn a Çand û Hunera Jinan û Kombûna Jinan a Zenûbiya tevlê bibûn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.
Piştre endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Reqayê Kerem El Hemed der barê fermanê de daxuyaniyek xwend.
Kerem El Hemed xwest hesab ji berpirsên fermana li Şengalê were pirsîn û diyar kir ku xweprastina rêya yekane ya rêgirtina li ber komkujiyan e.
Kerem bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî komkujiyê şermezar kir û soza mezinkirina têkoşînê da.
Piştre Koma Zenûbiya ya girêdayî Tevger Hîlala Zêrîn şanoyek li ser fermana Şengalê pêşkêş kir û helbestvan Celaa Hemzawî jî helbest xwendin.