STUTTGART – Di salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de bi pêşengiya jinên ciwan ên endamên TekoJIN’ê li Stuttgartê sînevîzyonek hate lidarxistin. Di çalakiyê de ji bo şehîdên Kurdistanê yên di berxwedana Şengalê de şehîd bûne deqeyek rêz hate girtin û îxaneta PDK’ê hate şermezarkirin.
Ciwanên ku li fîlma Hêza temaşe kirin, berxwedana Şengalê ya ku tevî xiyanet û barbariya PDK’ê bi hêza jinên Kurd rabû, bi bîr anîn.
Di axaftina bi sernavê TekoJIN de hat gotin, “Dema ku jinên ciwan li dora paradîgmaya azadiya jin a Rêber APO kom bûn, em jin û zarokên Şengalê yên hatine windakirin bi bîr tînin. Em tekez dikin ku divê hemû ciwan bi taybet jinên ciwan xweparastinê esas bigirin da ku ji van komkujiyan herî kêm zirarê bibînin an jî bi awayekî herî tund bersivê bidin van komkujiyan.”
Çalakî piştî nîşandana sînevîzyonê bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Berxwedana Gerîla” bi dawî bû.