NAVENDA NÛÇEYAN-
Şoreşgertiya me ya 1970’yan pir şunde ye. Zaroktî û salên min ên dibistanê jî di bingeh de, li ciyekî bi pergalê re lihevnekirin, yanî di aliyekî de xwesteka pergalê li xwe rikibandin, lê di aliyê din de jî jê filitandin e. Nakokiyên ku bi rêpîvan û bêsinciyên tên zanîn, rêpîvanên malbatî û rewşên aboriyê û hema bi her tiştî re tên jiyandin ber bi berdaneke mezin û ev dihêle ku li ser kesayetiyê zext û serîrakirinekê re rê bê vekirin. Min, hewqas serîrakirinê çima guncaw dît? Xwendevanekî bi baldar dizane ku kesayetekî dixwaze rê vebike ji bo azadiyê, ji vê pê de bi çi awayî nikare tiştek çêbike. Di mercên hinek malbatan de dibe ku jiyana zaroktiyeke têrbûyî guncaw be. Yanî hinek malbat, bi derfet, axaftin û bi hêza xwe ya xistina bin temenê pergalê, dikarin zarok tevlî riyeke wisa bikin. Zarok, ya ber bi olê ve, ya ber bi asta aborî ango di hundirê pergalê de bi gor xwedî derfetên pêşveçûnê û dîsa bi gor rewşa otorîta malbatê tên perwerdekirin û dixine rê. Di vê bingehê de rêpîvanên ku cîbicî bûyîne hene. Îcar heke ku hinek jî rewş dest bidin ango mirov karibe xwe bi derfetan xwedî bike, rê wergirtin hewqas zor nîn e. Di temênê piçûk de dikevin vê riyê. Tebî jin zêdetir di bin zexteke şidiyayî û di bin çavdêriyê de tên mezinkirin. Zêdetir rêpîvanên xedartir ser wan tên çespandin; tê xwestin ku jiyaneke stûtewandî û rajêrî bipejirînin. Dema ku min rewşa xwe kurtasî kir, bêşik dikarim bibêjim ku heman tişt ji bo min jî derbasdar bû. Yanî sîtemkariya malbatê, bêwateyî ya pergala gund û mercên bi her awayî úensê pêşketinê nadin; ew tiştên ku tu wek baş, rast û xweşik dizanî bi wana negihîştin, bêhêviya ku bi xwe re diafirîne û heta bertek, ew jiyana ku mirov bi dilê xwe nikare bijî…
Jiyana min, va wisa dest pê kir. Min çi dikir? Çi tiştek ji destê min nehatiba jî, derdiketim çiyê, ji malê direviyam. Yanî mitleqa di nava mijûlahiyekê de bûm. Dema ku wan rojan tînim bîra xwe, di vê mijarê de ez têdigihîjim ku, di nava tevgerîneke wek cîwa de peyda dibûm. Hemin mijûlahiyekê peyda dikirim. Heta tevgera vala nesekinandinê hebû. Yanî ew mezinên ku pîvanên xwe yên taybet hene, çavên wan tim li ser min bû. Digotin, va virê xet kir, dest avêt virê. Dixwestin bi gora xwe pergalekê biçespînin. Tebî em jî pir bi tevger bûn. A ku me pêş dixist, bi yê cîdayî re şer bû. Ew pergala ku hemû pê qayilbûn, ez pê neqayil bûm. Ez li pey eleqedariyên cewaz, nêzîkatiyên cewaz, azweriyên cewaz, peroşmendên cewaz baz didam. Jiyaneke ne bi rengê ku pergal dixwaze, di şêwaza ku li xweşê min diçû bû.
Divê pergal çawa be? Tebî di virê de jî pirsa, “Çawa Bijîn’’ sotîner e. Bi min re bi çarenûsê nerazîbûn, çarenûsa ku ê din ji min re qayil dîtine nepejirandin û hewldana bi hêza xwe diyarkirina çarenûsa xwe hebû. Bi gotineke rastir, ji
jiyaneke wisa re bersîveke wisa hebû. Min negot, bêderfet e, zor e. Tevî ku hemû kes di radeyeke dawî de, bi vê sincê re dibû yek, her ku ez çûm û çûm. Min ew tişta ku xwesteka piraniya hebû bigihîjinê, lê nedigihîştinê, esas girt; ew tişta ku dixwestin biramin, lê nediramiyan, dixwestin çêbikin, lê çênedikirin, xwest vana çêbikim ango ew tiştên ku yên din dikin, ez naxwazim bikim re mijûl bûm. Ev qonax hemû, di bingeh de, bertek e li hember wê jiyana ku tê çespandin. Di salên dibistanê de ango dema ku ez bi pergalê re nasdarî bûm, min dîqatê rêpîvanan dikir. Di bingeh de ev taktîkê jiyana min bû. Di xwiyangê de bi rêpîvan û rewatiya civakî ve pir girêdayî bûm. Lê di hundir de jî, bêyî lêpîrsîn nakim û min nedikir. Dîsa di cara yekem de pir girêdayî bûm. Lê ber bi çûyînê ve min bi
kûrahî lêpirsîn çêkir. Bi heman şêweyê hewl didam ku bi pergalê re di nava ahengê de bim. Lê dîsa jî, bertekeke pir rehdar bi min re pêş diket. Bi mamoste û mezinên xwe ve pir dilsoz bûm; lê tim û tim mezinan lêpirsîn dikirim. Ev di bingeh de rewşa heyî bi awayekê anîna pêş çavan ango zêde gotûbêjnekirin, lê çawa ku hebe bi wî halî nepejirandin bû. Di bin re di bin re lêpirsîna wê bike û ger derbaskirin pêwîst be, derbas bike. Min di wateyekê de li jiyanê tim wisa nihêrî.
Hun jî pê re ahengekê nîşan didin, di hemû temenê xwe de jê dûr nabin, lêpirsîn nakin ango rawetiya pergalê qet nasnakin û ev jî dibe anarşîzma bêteşe. Ya vê neqlê bi gotineke, “em pergalê nasnakin’’ tenê wek li hember derketineke ji bertekê peyda dibe ku ev yek jî ber bi binketinê ve dibe. Libat, bi anarşîstî û bi şêwaza ewanî çêdibin. Di bingeh de bêrî, bi pergalê re lêhatin e. Bi vî awayî lêpirsîneke ku rehdar dibe û pergalê bi rehdarî di lêpirsînekê de diborîne, pêk hat. Ez weke malbat, ol, hiquq, pergala siyasî, xebata aborî, jiyana gund û bajêr, çi bûyer, kirû û têkilî nema ku bi rexnedarî nêzîk nebûm. Tebî min vana ji sala 1970’yan vir ve gihand asta teoriyê. Di destpêkê de çawa ku we jî jiyabe, eleqe û berdan hebûn.
AzadiMesela dema ciwanek tê bîst saliya xwe, mitleqa yekî/ê dixwaze û pêwîstiya hezkirina yekî/ê bi xwe re dibîne. Bi ya min di virê de bi pergalê ve girêdana koletî heye. Ezê li virê hindek rastîna xwe vebikim. Di bingeh de li ser navê ku her kes di vî temenî de hindek tiştan dirame, ez ne evîndarê hizirandina vê bûm. Heta ez, hayjixwe bûm û li hember derdiketim. Min dixwest şêwaza şoreşgertî pêş bixim. Lê çawa ku min got, bi şêwaza şoreşgertî nedibû. Ji ber ku rewşeke mostere û derewînî hebû. Ez bi xeteriyê hesiyabûm. Yanî min dizanibû ku şêwaza kevneperest, wê kesayetiyê bixeniqîne û ji ber vê yekê jî neketim rewşeke wisa. Li virê weke ku eleqeya we dikişîne, hun lêpirsînê dikin. Hinek ji we rewşên hestiyarî yên ku jiyane hene.
Mirov dikare bûyera hezkirinê hindek pêgirê nirxandinê bike. Ez eşkere li xwe mukir werim ku, wê demê min zêde bawer nedikir hezkirin ango jê hatin hezkirinê, wê pêk were. Gelo we çawa ceriband? Bûyera hezkirin û jê hatin hezkirinê we çawa jiya? Min, wan 48 pirsan ji bervê bûyerê pirs kiribû. Mirov dikare di ciyekî di van hemû pirsan wiha daxîne pirseke bingehîn: Ma dema hezkirinê ye, ma nêvenga hezkirinê ye? Yanî di mercên welat û di rasteqîna civaka me de, gelo bi her awayî ev gengaz e yan na? Lê hemû kes hindik zêde van tiştan diceribînin. Bi ya min ev kevneşopiyek e. Ango pergalê tiştek wisa eyar kiriye ku weke “her kes dike, tu jî bike’’, “her kes dizewice tu jî bizewice’’, “her kes dibe keç ango zilamek wisa, tu jî bibe’’ weke pîvanekê bi kar tê. Min, di bingeh de bi bedanê bersîv dayê. Yani di lêpirsîna kesayetiya xwe de vê pirsê çareser kir û min nexwest ku xwe wisa bibînim. Dema ku min xwest ez çêbikim jî, min xwest şêwaza xwe bidim meşandin. Di heman demê de min xwest ku bi viyan û hêza xwe çêbikim.
Heke ku min pir zehmetî kişandibe jî, min vê hêzê nîşan daye û xistina riya welat pêk aniye.Va, di vê derê de li têkiliyê gerîn girîng e. Nirxandineke bi hingaf e. Ez neketime nava “pir hez dikim, di oxira hezkirina xwe de cîhanê dişewitînim, ezê xwe bikim xwelî’’ nêzîkatiyên sivik ên wisa. Min tim xwestiye ku ya dijberê xwe bikişînim. Ev, riyek e ku li Kurdistanê belkî jî zilamek yekem car diceribîne. Zilamê herî qirase yê Kurd jî, ji bo malbatê, ji bo perçeyek zevî, ji bo jinekê dikare bibe mirovkuj. Heta dikare ji bo mirîúkekê úer bike; bi egera dijunekê sihêl dikare bikeve nava şer. Lê dema ku dor tê dilsoziyeke bingehîn, bibêjî “werin em di oxira welatê xwe de, di oxira gelê xwe de, di oxira azadiya xwe de hinek tiştan bikin’’ nayên. Îcar ji bo vana ji malbata xwe, ji mal û mulkê xwe devjêberdan ne gengaz e. Tu nikarî wî bikişînî. Yên ku dibêjin, em hene jî, ew tîpên axayê feodal yên hevkarmendên kevin ê mîna Barzanî ne. Vi karî ji bo firotinê dikin. Kurdayetiya wan mînanî têkiliyên kirîn û firotinê ne. Tê wê wateyê ku ferqa min heye û ev pir girîng e, heta dikarim bibêjim ku tekane ye. Ev mirovên ku pir qîmet didamê, ji malbat û pergalê qut nedibûn û hêza xwe tevlî hêza me nedikirin. Ango dixwestin yek bidin, deh bistînin.
*Ji Pirtûka Rêber APO ya “Çawa Bîjî” de hatiye girtin