DUÎSBURG – Li bajarê Duîsburg ê Elmanyayê bi pêşengiya jinên ciwan ên endamên TekoJIN’ê panelek bi mijara “Têkoşîna Zayendî” hat lidarxistin. Li yek deqe piştî rêzgirtinê li ser navê şehîdên Kurdistanê, ciwanan nirxandina Rêber APO ya li ser azadiya jinê ya 8’ê Adarê û girîngiya 8’ê Adarê gohdar kirin.
Piştî wî ji aliyên beşderwanan ve li ser azadiya jin û mêr nîqaş hatin kirin.
Di nîqaşan de girîngiya azadiya jinê ya ji bo afirandina civakeke azad û sedemên newekheviya zayendî hatin nîqaşkirin.
Her wiha mijarên wekî nêrîna mêran a li ser jinê, gelo mêr azad in an ne azad in, pênas û tevgerên zilamê klasîk di civakê de bi berfirehî hatin nîqaşkirin.
Panel bi gotina Rêber APO ku dibêje “Heta ku jin azad nebe civak jî azad nabe.” bi dawî bû.